Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

CIVAKA NAVDEWLETÎ DERBARî KURDAN DESTDIRÊJIYÊ LI MAFÊN NAVDEWLETÎ YÊN GIŞTÎ DIKE…
Dr. Îsam E׳tiya

Werger: Mehfûzê Mele Silêman*

Her wekî bêlî ye, Dewlet bi çend şêweyên ciyawaz dirust dibin, û bi vî awayî rêz dibin:

Yekem: Cudabûn:

•    Wekû dewletbûna mêtingeh yan herêmên dagîrkirî bi hêza çekdar ji dewleta ku ew jê re paşgir û peyrew bûn.

bi vî awayî û gelek şêweyên dewlet peydabûn:

1)   Dema welatên Emrîkî yên yekgirtî (USA) di sala 1776an de ji Birîtanya cuda bûn.

2)   Berazîl di sala 1822an de ji Portûgal cuda bû.

3)   Komarên emerîka ya başûr û navend (Meksîk, Pêro) di navbera 1810 – 1825an de ji Îspanya cuda bûn.

4)   Yonanistan di sala 1827an de ji şahinşahiya “imperetorya” Osmanî cuda bû.

5)   Bengladiş di sala 1971an de ji Pakistan cuda bû.

•    Yan jî cuda bûn bi rêyeke aştiyane, wekû:

1)   Nirwêj di sala 1905an de ji Siwêd cuda bû, piştî ku di hevgirtineke rasteqîne de bûn.

2)   Singapora di sala 1965de ji Malîzya cuda bû.

3)   Çiyayê Reş (Montînîgro) di sala 2006an de ji Yogoslavya cuda bû.

Dûwem: hilweşîn (ji hev ketin):

* Wekû dewletek mezin ji hev vebe û pir dewletên piçûk jê çê bibin, ew jî piştî şerekî:

1) mîna dewletên deryaya Beltîk (Estonya, Lativya, Lîtwanya), ku piştî ji hev ketina qeyseriya Rûsî di sala 1977an de peyda bûn.

2) Nemsa, Mecer û Tişîkosilovakya piştî ji hev ketina şahinşahiya Nemsa peyda bûn.

*  Dibe ku ji hevketin aştiyane be:

1) Mîna  Sovyêta hevgirtî  ku çawa di sala 1991an de 15 dewletên serbixwe jê peyda bûn.

2) Tişîkosilovakya di sala 1993an de her dû dewletên Tişîka û Silovakya jê çê bûn.

Sêyem: karê yasayî:

•    Hin dewlet bi karê yasayî dirust bûn, dibe ku yasa hundirîn be:

1)   Filipîn bi karê yasayên Emerîka yên di 24ê Avdara 1934an de derçûyî dirust bû.

2)   Samanên(dewletên) Şahinşahiya Birîtanya bi karê yasayên ji perlemana Birîtanya derketî dirust bûn.

•    Dibe ku bi karê peymanên navdewletî hin dewlet peyda bûbin:

1)   Êrlanda azad bi karê peymana Ingilîz – Êrlanda di 6ê çilê pêşî ji sala 1921an de dirust bû.

2)   Welatê Endonêsya yê hevgirtî bi karê rêkeftinên Nêzerland(Holenda) – Endonêsya di 25ê Avdara 1947an de û 2ê Çiriya Paşî ji sala 1149an de çê bû.

3)   Dewletên Îmaratên Erebî yên hevgirtî, Qeter û Behrên bi karê rêkeftinên navbera Birîtanya û Mîrnişînên Kendava Erebî de, di nava her dû salên 1971 – 1972an de dirust bûn.

4)   Bi karê rêkeftinên ku dewletan bi herêmên di bin desthilat, serperişt û parastina xwe de girêdan, di dema navbera 1960 – 1995an de gelek dewletên nû di Asiya, Efrîqya û Emerîka Latînî de peyda bûn.

•    Dibe ku biryarên Desteya Navdewletî jî, bûbin sedemê peydabûna pir dewletan:

1)   Bi biryara kongirê Londin di 17ê Çilê Paşî ji sala 1912an de, Dewleta Elbanya çê bû.

2)   Biryara Komela Giştî ya Netewên Yekgirtî ya di sala 1941an de derçûyî Şahnişîna Lîbiya çê bû.

Çarem: Rapirsîna giştî:

Gelek Dewlet bi rêya rapirsîna gelêrî peyda bûn:

1)   Sûdan di sala 1956an de.

2)   Xana di sala 1956an de.

3)   Medxeşqer di sala 1960an de.

4)   Kongo di sala 1960an de.

5)   Êrîtirya di sala 1993an de.

6)   Tîmora Rojhilatî di sala 2002an de.

7)   Lê Kurdistana Îraqê , pir destdirêjiyên civaka navdewletî li hember kurdan û mafên wan yên navdewletê (rewa) bi tûndî aşkera bûn.

Jêder: Yasaya Navdewletî Ya Giştî

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button