Bi dengekî bilnd , bi êş keser,û kerbeke giran min deng lê dikir û weha jê re digot: Silav li te Efrîna min,dayîka min!. Çiqas heyf û mixabin ku va ye bêtirî du salan e, tu di bin nîrê dagîrker û setemkarên bêbexit de li ber xwe didî. Dizanim êş û birînên te, roj ji rojê bêtir hewiş û gol vedidin!. Ew hawar û qêrîna te, herdem di guhên min de mîna zengilên mirêh û beranan bi hêz xwe lêdidin û lêdixin, di jiyana xem û êşan de gêjo -mêjo û winda dibim!. Di derya biranînan de, li hêviyan digerim. Tucarî tu nayê jibirkirin delala min!. Ew şer û êrişên lawir û hovên çol û baniyan, ku wan bi kînên mezin her tişt didane ber xwe, kavil û wêran dikirin.
Wisan jî canê te yê nazik û delal, wan bi hovîtî didane ber darê êşkencê û bi hezaran birînên curebecur li canê te yê pîroz vedikirin!. Lewre jî, qîr û hawara te çem û çiya dihejandin, zinar û lat diteqandin!. Hîngê dadmendî tarûmar dibû, Goga zemînê jî çeb dizîvirî, ezmanan reş girêdidan û tofaneke har û dîn radigehandin!. Buhar, sala 2018 an bi xemgîn ji şahiyên xwe vedikişî û di bin basikên zulm û setemkariyê de winda dibû!. Hemû çem û deryayên cîhanê dimçiqîn!. Belê -belê û erê û erê Efrîna min, tevan ji bo te reş girê didan, û ew kiryarên dagîrkeran bi awakî protesto dikirin!.
Çiyayên Lêlûn û Hawar,Gola Meydankê, Rêjava Ģemrûkê , kaniya Şiyê, darên çinar û maziyê yên ku temenên wan ji dîroka dagîrker û dûvçilên wan dirêjtir û bêtir bûn, wan jî nerazîbûna xwe ji vê yekê re diyar dikirin! Belê -belê xanima min, çi û çiqas pir mixabin, tenê ew dewletên mezin û xwedî hêz li pêş serpêhatî û neheqiya terûrîstan bêdeng, ker û lal diman, çavên xwe li ser rastiyê dadimrandin û mafên mirovan binpê dikirin, ji bo berjewendiyên xwe, hemiyan neheqiya xwînmijekî mîna Erdoxan û koleyên wî, şerim û fedî dipejirandin!. Lê bawer bike Efrîna min, tu yê her û her bajarê Aştî û zeytûnan di dilên Efrînyan de bimînî, bi tu hawî, tebat û hêmenî bi canè me û te nakeve, ta ku rojek bêguman yê were, û emê li hebêza te vegerin, wa hîngê li te û me dê tebat û hêminî vegere.
Hêjî ez di wa destnav û xure-cirê de bûm, dengek ji kûraniyê ve, hejar û melûl di guhên min re derbas dibû û weha digot : Erê -erê keça min, ez her tiştî baş dizanim!. Lewre jî, temî û şîreta min li we be, wa gotina bav û kalan, bi tu carî jibîra nekin : (ker ket, ji xwediyan mekintir nîne) va gotinê mîna guharan bi guhên xwe vekin û bila di hiş û bala we de bimîne. Hevdu bi yek dest, bi yek hêz û bi yek rêz bigrin!. Hîngê, tu hêz ti qiwat nikarin li pêş vîn û armancên we bisekinin, û bê erê û na, hemû dewletên navnetewî digel Emerîkan û Rûsan jî, yên rêza we bigirin û hûnê bi balkêşî di kastîna Cîhanê de çiyekî bêlikirî bigrin. Bi serê min û te be, keça min!, ez li pêş ew kesên ku xwe mîna lehengan dibînin,û ew bi navê min ji dêvla neyaran, bêşerm şerê birayên xwe dikin, bêhêvîtî û dudiliyê li hawîrdor belav dikin, û dilên dijimin şa dikin,wahingê ew hemû derd, êşên têvel li nava sêsed û şêsit û şeş ( 366) gundên me belavdikin.Çi û çiqas heyfe, ku ew bi vê yekê li ba dijiminên me bi kurdên baş têne naskirin!. Bila ew kesina baş zanibin ku tu carî ne ez û ne jî, çiya, zevî, çem, gelî -newal şikeft û berqefên min, wan weke dost nasinakin û napejirînin. Ew hêz û hêviyan diçelmisîni!. Ew kesina pilanên dijmin û neyaran pêktînin û yekîtiya kurdan bi paş dixînin. Xwelî li serê wan kesan be, bila ew baş zanibin ku bi vî awayî, ew navên xwe di dîroka rûreş û keysebazan de diçesipînin !.
… Hino -hino ew deng winda û qut dibû, ez jî bi dengê keça xwe re ji xewê şiyar dibûm!.
* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.