Hêvî hîmê herî sereke ye, ya ku dihêle jiyana mirov xweş û geş be, di dem û rewşên tarî û dijwar de, find û mûm e, û baweriya derbasbûna rojên reş, geş û tekez dike, lewre ger mirov di jiyana xwe de bê hêvî bijî, jiyana wî tarî û bê wate ye. Hêvî jiyan bi xwe ye û jêdera geşbîniyan e, mirovê bê hêvî, termekî bê giyan e û şînatiyek bê kulîlk û ber e.
Belê rast e, jiyan ne hertim wek em dixwazin dibe yan jî wek tê xwastin derbas dibe, helbet riya daxwaza bidestxistin û pêkanîna hêvî û armancan ne herdem, dûz û hêsan e, pir rêbend û kelem jî wê li pêş me derkevin, carina em ê derbas bikin û carina jî em ê lê velukumin û ji wê pirtir jî dibe demên pir dijwar di ser mirov re derbas bibin derd û bela jî lê pir bibin û destkeftinên di dest de di kêlîkeke nehişyar de têkbiçin û ziyanên can û milk jî bibîne, ev jî di warên tê de ceng û pevçûn lê rûdane pirtir e.
Di vê çarçewê de, guhartina jiyana xelkên me yê Efrînê û hin herêmên li bakurî Suriyê, guhartinek ser û ber, têkçûna aramî û ewlehiyê û berdewamiya êşkişadin û zehmetkêşiya jiyana wan a heroj, û vê dawiyê belavbûna nexweşiya Korona, tabloya herî bi êş ji derd û belayên ên li pê hev in, lê tevî wê jî, ev nayê wateya ku jiyan li pêş çavên me reş bibe, em dest ji xebat û têkoşînê berdin û tenê bibin dîlê bîranînan, poşmanî û jixwelumekirin karê me bin, û em bê hêvî bimînin, helbet jî ev daxwaza dijmin e.
Ji ber ku, jiyana me Kurdan ji ewqas sal de xebat û ceng e. Û dijminê me ne yek e û tu piştgir ji me re nîne, hertim berevaniya me ji bo hebûn û mayîna me bû, lewre poşmanî ne derman e û bê sûd e. Ji ber wê jî tenê lixwevegerîn, ji şaşîtiyan sûdgirtin, hêvî û bawerî bi doza xwe ya dadmend û rewa ya ku helbet wê rojekê bi ser keve, û vîna vegerê û serkeftinê bi hêztir û xurtir bike û wek tê gotin: Dawiya derd û belan jî wê were, û tu geya di bin kêvir de namîn in!…
* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.