Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Ziman û Newroz
Mamed Cimo*

Di jiyan û dîroka miletan de, ziman ‘ezman e. Herdu gotin ji me re nîşan didin ku zimanê mirova asîmanê mirova ye, banê xwe ye. Banê mirova dayîk e, li merivan dibane, hez dike. Wiha ziman miletan sax dihêle. Zimanê me yî Kurdî nimûneka diyar e ji wê rastiyê re.

Li aliyê dinê, ziman aliyê maderî yê hişmendiya miletekî ye, wate aliyê xwe yî manewî ye. Ev aliye mahînama miletekî ye, pergala wî ye, rewanê wî ye. Di vir de, em dibînim ku Weşana Newrozê û xûşkên wê wiha girîng in, ji ber ku, wekî em dibînin, rihê Kurdîtiyê û Kurdistanbûnê ne. Ev gotinên me yên jorin tenê tisî ne, bi rewşa niha ya Newrozê û kovarên Kurdî ve ne girêdayî ne. Newroz Weşaneke Kurdî ye, Kurdî zimanê Kurda ye; Kurd welatiyê Kurdistanê ne. Ev niştimane li talankerên bêgane û hov hatine paymal kirin. Azadiya Kurd û serxwebûna vî welatî ji dagîrkeran re xeternak e. Ji ber wê jî, sedsalek e zordarên welatê me yî parve kirî şerrê tunekirin ji xwe re kirine siyasetmedarî, rêç, armanc, û sedemên dirêjkirina dewletên xwe.

Wergî, li ber çavên me ron dibe ku Newroz û kovarên dinê yên Kurdî gulên ku xwe ji bin çiyayên zordariyê derdixînin. Vêca, Newroz nîşana berxwedanê ye, çiqasî ew tîre stûr bibe, gurr bibe, xurt bibe, were xweyî kirin, xwe li armancê bigre, Kurdan bixe bin asîmanê xwe, xwe ji Kurda re bike avsûna hişmendiyê, mejiyekî Kurdperest jê çê bibe, ewqasî metirsî û xetera ku ser Kurdîtiyê û Kurdistanbûnê ku heye dûr dikeve. Wiha, em dibînin ku hebûna Newroz û kovarên Kurdî xebateka milî ye, li ser pişta milet dikeve. Heçî kom û rêxistin û partiyên ku xwe miletparêz bibînin, rûpelên kovarekê bi Kurdî, nivîsandin û belav kirina Kurdî pêwîst dike ji wan re bibe ocaqek. Eger ew ocaqe neyê parastin, hîngê ew miletparêzî bê havil e, gozeka fiş e. Di xebata me ya partiyê de, têye bîra me ku xwendin û nivîsandina Kurdî di rêya kovarekê re, wekî Gelawêjê, ji me re hilatina rojê bû, hêvî bû, hêviya azadiya Kurd û serxwebûna Kurdistanê bû. Em dikarin bibêjin ku civînên partiyê xweyîkirina dara xebatê bû, kurdî jî, çi xwendin, çi nivîsandin, berê xwe bû.

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button