Xuşk û birayê minên xoşewîst, xwendevanên vê rojname ya ku nav Newroz e. Ez di hivdeh (17) salîna xwe, ango 14 Avrêl, 1951’î da li ser erdê heftsed bav û kalên xwe dûrketim bûm terkî welat, lê laşê min li xurbetê, balam gîyana min her dem li welêt, ango Kurdistanê, li gundê min e; lê sed mixabin ku rastîya ber bi çav, di vê dema kaltîya xwe da, ez ji warê bav û kalanên xwe 18.000 kîlometre dûr, (50 sal) li ser erdê Cemsera Başûrê cîhan, Kîşwera nav Awistûralya, li bajarê nav Sydney da dijîm. Ango ev e 68 sal in ku ez ji welatê bav û kalên xwe dûrketime, di kûrahîya dil da jî kesera welêt, qom û qebîl, gelê xwe yê mazlûm û bindest, Kurdistanek Azad, Demokratîk û Serbixwe dikşînim; ku mirim jî, divê laşê min were şewitandin, xwelîya laşê min here Kurdistana bav û kalan, herêma Dêrsima xopan, gundê min Kûpik. Gelo kê ez kirim terkî welat, sedem çi bû???
Xwendevanên berrêz, ez li çar Kîşwerên cîhan gerîyam, min gelek erd û welat, erdnîgarîyên cîhan dîtin, lê min ji bilî gundê xwe Kûpik, bajarê xwe Dêrsim, cîyekî dî ne dîtibû. Piştî gelek salên dûr û dirêj, min biryar stand ku herim welatê heftsed bav û kalên xwe, tevahîya Kurdistana çeleng, xweşik û wekî bihişt bibînim û min wer jî kir. Di destpêkê da hatim wî parçeyê ku bi hezaran sal berê, bav û kalên we yên qedîm, îro jî hûn li ser dijîn, ji du dijminên har, hov û barbar ra şer dikin, li tev şerê nexweşîya lata corona, Kurdistana Rojava.
Xuşk û birayên delal, berê ez li Helebê peya bûm, bûm mêvanê terzî Osman, ku ew camêra îro li Danîmarkê dijî, dûra jî di roja 7-5-2001’î da li Qamîşlokê bûm mêvanê Kek Îsmaîl Omerê dilovan û gor bihişt, hevalê wî yê hêja Kek Newaf Abdullah. Piştî mêvandarîya heftekî ez çûm Başûrê welêt, parçeyê azad, li wir jî dîsa dagerîyam Qamîşlokê, mala Kek Newaf, piştî çend rojan, vêca jî min berê xwe da Bakûr û gundê xwe; li wir jî çum parçeyê Rojhilat, li çend cîh û bajaran gerîyam, bûm mêvanê Kurd-birayên xwe û nasê erdnîgarîya çar parçan. Ango wan rojên gerra çar parçan di jîyana mina heya roja îro da, cîyekî taybetî standin, ez bûm nasê gelek Kurd-birayên xwe û erdnîgarîya welatê bav û kalên xwe, kêfxweş û serbilind bûm; lê sed mixabin ku hêj ew erdnîgarîya bav û kalan, wekî bihişt, di bin lingê sê nijadên har û hovan da dinale, Kurd-birayên me jî bi tevahî ji hev ra nebûne bira, nebûne dost, hêzên xwe li hember dijminan nekirine yek, dost û dijmin ji hev cihê nekirine, ku ev rewş jî dilê hemû Kurdperwerên Kurdistanê diêşîne. Hêvî dikim êdî hemû Serok û rêberên gelê Kurd, dost kî ye, dijmin kî ye, ji hev cihê, hemû hêzên xwe jî li hember dijiminan dikin yek. Bi vê hêvîyê, ez ji dil 25 salî ya vê weşana Kurd û Kurdistan î, ku navê vê Newroz e, ji dil pîroz dikim, hêvî dikim rûpelên vê weşana Kurdî ji hemû Kurd-biran ra bibe weşana kevoka aştî, balyoza biratî, hest û hişê demokrasî û jîyanek wekhevî, şewqa rêya dost kî ye, dijmin kî ye. Bi vê hêvîya dilê keserkêş, ji hemû nivîskar, xwendevan û radeksîyona Newrozê ra silavên biratî û Kurdperwerî rêdikim, ji rûpelên Newrozê ra jî du helbestên xwe dişînim. Hêvî dikim bên weşandin.
Dayîka Min
Gundê min, warê min
Ez di axa te da derketim
Welatê min
Bi wê axê hat surandin
Hevîrê min
Goştê laşê min axa te
Hestîyên min kevirên te
Xwîna min av, kanî û çemên te
Gîyana min hewayê te
Por û pirçên laşê min
Dar, daristan û kulîlkên te
Tu yî jîyana min
Tu yî gîyana min
Nan û av û xwê ya min
Hiş, pejn û pênc hestên min
Tu yî dayîka heftsed bav û kalên min
Ez ji te ra bibim cangorî
Bedewa cîhana min
Dayîka min
Kurdistana min.
Min Nedît Welatek Wek Welatê Xwe
Gerîyam cîhan, ez welat, welat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Amed, Cizra Botan, tev birc û kelat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Dêrsim, Riha, Mêrdîn, Mahabad, Hewlêr
Warê mêr-mêrxwasan, lana piling, şêr
Li her derê sifir, nift û zîv û zêr
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çem kanîyên avsar, deşt, çîya, zozan
Dîmena gund goman, gelîya Barzan
Bin holikên çilo, raketin, razan
Min nedît welatek wek welatê xwe
Pirr xweş û şîrîn e, çar demên salê
Zivistana sîs-berf, ser pişta malê
Nêçîrvanên kewan li Kûpik, Dalê Kûpik gundê ku ez li wir
ji dayîk bûme
Min nedît welatek wek welate xwe Dal, mezra bapîrê min e
Bîst yekê Adarê cejna Newroz e
Li her derê agir, roja pîroz e
Dirizin, şîn dibin, gîya, çirpoz e
Min nedît welatek wek welatê xwe
Dengê pepûk, kewan, bilbil, şelûlan
Rengê mexik, beybûn, nêrgiz û gulan
Bîhna wan jîn dide nexweş û kalan
Min nedît welatek wek welatê xwe
Havîna germ xweşik, gîşt rez û bostan
Bêhrîvan xwedikin, reng bi reng fîstan
Bihişta Kurdan e, ew erd Kurdistan
Min nedît welatek wek welatê xwe
Kalandina mî û berx û karikan
Guftûgoyên pîran, li tev canikan
Lê tama sêv, hêrmî, gîjok, xîlokan?
Min nedît welatek wek welatê xwe
Germika Golanê, lê yên Baxînê?
Bin ezmanê şîn da cîyên evînê
Evîndar li wir in, wek Mem û Zînê
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çi bixwazî heye li ser erdê wê
Bi hezaran nebat, li ser in hevrê
Ji bîrnakim çucar, gurzên genim, cê
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çîyay Sîpan, Cûdî, Nemrût, Ararat
Çemê Minzûr, Xarçik, Dîjle û Firat
Av kanîyên Cêwlîg, zozanên Serhat
Min nedît welatek wek welatê xwe
Welatê min bihişt, lê jîyan doj e
Li ser hêwirîye Roma mêrkuj e
Zilm û zora wê jehr, axû û tûj e
Min nedît welatek wek welatê xwe
Çiqas salix bidim dîsa jî kêm e
Histêr çavêm min da wek ava çêm e
Digîrim ez her roj, dil tijî xem e
Min nedît welatek wek welatê xwe
Şêşt sal zû hatin çûn ji welêt dûr im
Dikşînim keserê, ez birîn kûr im
Temen bû heftê çar, êdî pîr kal im
Min nedît welatek wek welatê xwe Îro sal bûne 85
Riza me dibêjim “Ax li min welat”
Har hovan nehîş ku Kurd bibin felat
Li Başûrê cîhan derd bûne qat qat
Min nedît welatek wek welatê xwe.
/Sydney/rizacolpan@gmail.com
* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.