Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Pîrozbahî
Dr. Azad Ehmed Elî*

Sernivîserê kovara AlHiwar

Heval  û hogirên hêja

di Desteya rojnama Newroz de

Salvegera (25) an ya derçûna rojnama Newroz bi germî li we pîroz dikim, ked û bizava we ya demdirêj û berdewam cihê pesnê û serbilindiyê ye. Cefa û jana we bi salan kişandî bi başî dinerixînim,  ji ber çapkirin û belavkirina rojnameke siyasî bi zimanê kurdî, karekî ne hesanî bû, ne hesanî bû ku hûn pêvajo û rêçika rojnamegerîya kurdîya resen  bi vî rengî berdewam bikin.

Gelî hevalan: karê we kirî, her û her pîroz e, hêvîya berdewamî û serkevtinê ji Newroz dikim. Bila hûn her hebin li ser rêya azadî yê, li ser rêya berxwedan û rizgarîya deverên  ji welatê  me hatîn dagîr kirî, Newroz û Çiyayê Kurdan dê her geş  û bilind û kurd bimînin.

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button