Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Gotinek di 25 saliya weşana Rojnameya Newroz de
Konê Reş*

Rojnameya Newroz; Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurdî li Sûriyê- Yekîtî (Elwihde) ye, Rojnameyeke xurû bi Kurdiya latînî ye. Siyasî û civakî ye. Hejmara pêşî (1), di Gulana 1995an de derketiye û hêjî berdewame di derketina xwe de.. Di baweriya min de yekemîn rojnameya kurdî ya siyasî ye di nav kurdên Sûriyê de.

Li ser berga hejmarên wê wêneyê du siyasetmedar û nivîskarên kurd Osman Sebrî û Dr. Nûredîn Zaza xuya dikin.. Di baweriya min de ev yek nîşana reseniya rêvebirên wê ye.. Û armancên rojnameyê wiha hatine nivêsandin: Xebat ji bo; Zordarî ji ser gelê me yê Kurd li Sûriyê rabe. Azadiya demokrat û rêzgirtina mafê mirovan. Mafên gelê Kurd yên netewî di çarçewa yekîtiya welêt de. Jixwe wek van armancan hêviya kurdên Sûriyê ye.. Daxwazek rewa û di cihê xwe de ye.. Zor xweş e, ji xwe daxwaza me eve ye..

Ji 25 salan ve, ez vê rojnameyê dişopînim û dixwînim.. Vê rojnameyê zimanekî siyasetê di nav kurdên Rojav de çandiye.. Berê ew kovar û rojnameyên ku hebûn, tev edebî û rewşenbîrî bûn.. Lê bi babetên ku di rojnameya Newroz de belav dibin, em derbasî zimanê siyastê jî bûn.. bêguman gavek giring e.. Xwezî ev rojname bêtir gelêrî ba.. Dergehê wê ji nivîskarên gênc re jî vekirîba.. Hem jî, xwezî guhdana wê bi bûyerên civakê re, ji wilo bêtir, heba.. Ji xwe madem bi kurdî ye, rola wê di hezkirin û belvkirina zimanê Kurdî de zor mezin e..

Ez westandina rêveberên wê bi giranî dinirixînim, keda wan di ber çavên xwe re derbas dikim û ji dil û can wan pîroz dikim û hêviya berdewamiyê ji wan dikim.

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button