Bi boneya têperbûna 25 salan li ser weşana rojnameya NEWROZ a bi zimanê Kurdî, pêwiste ev qonax bi şêweyekî babetane bê nirxandin, da ku bibînin ta kîjan astê zimanê meji gelek pirs û mijarên hestiyar û girêkoyî re, tevî hemî kêm û kasiyên di gewde û rêzimana wî de cih girtine, bûye bersiv.
Ma gelo zimanê me dikare hemû pêşketinên rêzimanî , ferhengsazî û zanistiyê hembêz bike û pergaleke guncaw û lihevhatî derbibirîne?!. Gelo piştî HAWAR a Mîr Celadet , em dikarin behsa berdewamiya zindîkirina ziman û wêjeya Kurdî bikin?. Yan ji şerm û fihêtiyê em ê serî biçimînin û pîsepîs xwe veşêrin?!..
Helbet, prosêsa geşepêdana zimanê Kurdî ya bi tîpên Kurdî ya Latînî ku Mîr Celadet û Kamîran û hevkarên xwe destpê kirine û bingehên rast û durust û zaniest jê re danîne, lê tevî ku ew di heyamine aloz û metirsîdar re derbas bûye jî, ev xwedîderketin bidawî nehatiye û hêj berdewam e.
Jixwe her tim law û keçên Kurd ên heyran û dilsoz, ala Bedirxaniyan li erdê nehiştine, û çi hatiye xwestin, bêbedel pêşkêş kirine û hê jî dikin, çimkî ew bawer in ku Zimanê me, hebûna me ye, jê zêdetir, ew rûmet û niştimanê me ye!. Ji lewre, dijminên Kurdan dixwestin Kurdan bikujin û rihê Kurdewariyê bimrînin, jê rakin. Bi hewldanên qedexekirina Zimanê Kurdî û tawanbarkirina çi kesê têkildar pê re bi tawanên herî giran, teqez ku pêngava 15ê Gulanê ku hejmara «1»ê ji kovara HAWAR ê bi serperiştiya Mîr Celadet Alî Bedirxan derketiye, şoreşeke hişmendî û serhildana zimanê Kurdî bûye. Pênûsa ku HAWAR pê hatiye nivîsandin, ew mîna tivinga ku Pêşmerge û Gerîlayên me hilgirtine û li her çar parçeyên Kurdistanê gelê me diparêzin.
Hezkirina ji ziman û têkoşîna di ber de, cihê rûmet û rêzgirtinê ye. Şehîdê zimanê Kurdî Mûsa Anter tim digot: Bêziman, Tirko wê me biqelîne!.
Bila NEWROZ her geş û zindî be, bibe neviya HAWAR a Bedirxaniyan û dengê WELAT a apê Mûsa be!.
Yobîla Zîvîn a NEWROZê li gelê Kurd û Kurdistanê pîroz be, bila Bavê Şiyar û Diljar Seyda di gorên xwe de şad û bextewer bin.
* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.