Weke hûn dizanin, Gelê Kurd û Kurdistanê di dîrokê de, du caran tûşî perçekirin û jiheşelandinê bûye. Cara yekê, li sala 1514an, di encama Şerê Çaldîranê de, di navbera Imperetoriya Sefewî û Imperetoriya Osmaniyan de, hate parvekirin, û cara dudiyê jî, li sala 1916an, di encama şerê cîhanê yê yekê de, bû çar beş.
Beşê ku, berê di bin destê Sefewiyan de, weke xwe ma. Û beşê din ê di bin destê Osmaniyan de, bû sê perçe, percê herî mezin jê di bin destê Turkiya Ateturk de ma, yê dudiyê bi ser Dewleta Îraqê ve hate kirin, û yê sisiyê – yê biçûktir – jî bi ser Dewleta Sûriyê ve bû. Ji dabeşkirina yekê ve, Gelê Kurd tu carî serî netewandî, û hertim û bi şêweyên têkel, ji ber doza azadî û serbestiyê de, berevanî û fedekarî kiriye û buha û qurbaniyên bê hempa daye.
Ew xebata dûr û dirêj tev ji ber ku, dewletên zeftkar ji Kurdistanê re, ne tenê welat di nav xwe de parve kirine û hew; Ew zor û zordarî, binpêkirin, çewsandin, girtin û binçavkirin, işkencekirin û kuştin, û komkujiyan jî bi awakî berdewam, li dijî Kurdan pêk tînin. Bi ser de jî bi hev re pilan û pêlanên xwe jî ji bo tunekirina me, bi hev re hevrêz dikin. Zatirê kiryarên hovane yên ku, niha û bi hevrêzî li dijî me dimeşînin, berdewamiya nijadperestî û ne mirovahiya wan e.Lê, berdewamkirina hovîtiya wan dîsa nikanî gelê me çavtirsiya bikira û tevgera xebat û rizgariyê li her çar beşan rawestandana û ne jî kanî rawestanda. Ji ber ku , Gelê me yê Kurd, xwedî xak, çand, dîrokek dirêj, ziman û hejmareke mezin e. Vêca, çendî yên newêrek, bêdeng û xwefiroş hebin; Ewqas jî yên bi rûmet, qehreman û fedelar jî pir bin. Lê mixabin, xebat û qehremaniya, ku dibû û niha jî dibe, – ji bilî nimûna Herêma Kurdistanê ya niha- cîbcî û tekane ye, yanê vê lêvger e. Wêlomê jî, em Kurd bê pirojeyên giştî ne, di devê dagîrkeran de dibin pariyek hêsan, ji hev têne dizîn, û tu serkeftinên berbiçav bi dest naxînin. Li gor rewayên asîmanî, zagon û hevpeymanên navdewletî, û biryarên Neteweyên Yekgirtî û Encûmena asayî ya navdewletî yên girêdayî mafên mirov û miletan; Ji mafê Gelê Kurd e, ku biryara çarenûsa xwe bi xwe bistîne. Mafê çarenûsî jî, ji bêmafxwaziyê de dest pêdike û ta dewletbûnê. Yanê, daxwaza dewleteke serbixwe jî rewa ye. Lê, dabeşbûna Kurdistanê di nav Turkiyê, Îran, Îraq û Sûriyê de, taybetmendiya rewşa hundirî ya her beşekî, têkeliyên asayî û aborî di nav her çar dewletan de, û berjewendiyên navdewletî yên mîna kevzê di nav hev de, Pirsa kurdî bi tevayî û ya her beşekî aloz, nazik, û barê tevgera kurdî girantir kir. Yanê rewşa heyî hîşt ku, em Kurd piroje û mafxwaziyên xwe li gor taybetiya her beşekî bipîvin, û têkeliyên xwe yên biratî û Kudistanî biparêzin.Yanê, xebata me gerek li ser sê astan be, asta kurdî ya her beşekî, asta her welatekî ji van welatên ku, Kurd di nav wan de hatine dabeşkirin, û asta kurdistanî bi tevayî. Ji ber vê rewşa zor hestiyar û pirbûna partiyên me yên kurdî li her beşekî, pirojeyên taybet ên her partiyekê, emê bi çi rengî kanibin ji dost û dijminan re piroje û daxwazên xwe yên her beşekî, bi awakî pîvayî û bêyî, ku nakokiyên navxweyî derkevin, pêşkêş bikin. Pirs ew e, ji mafê kê ye, kane nûnertiya Gelê Kurd û çarenûsa wan li her beşekî û li seranserî Kurdistanê bike? Ger rast em xwe berpirsiyar dibînin, bersiv hêsan e, û tenê du lêveger gerke me ne, yek li ser asta her beşekî, û ya dudiyê li ser asta herçar beşan. Pirsa din jî, damezrandina van lêvegeran stubariya kê ye? Bi nêrîna me, serdefter stubariya Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya xweser e, pileya dudiyê jî – kêm zêde- stubariya alî û partiyên dine, û pileya sisiyê jî ya hemî kesayetiyên serbixwe û çalakvanan ne.Ger rast em xwe berpirsiyar dibînin û dixwazin berepêş gavan bavêjin û destkeftiyan bi dest bixin…Bila silogana me tevan ev be. «Kar û xebat û bê rawestan ji bo avakirina lêvegera siyasî be».
* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.