Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Rexneyên Idwarid Seid li Rojnamegerîya Amrîkî
Dr. Azad Ehmed Elî*

Zana û akadimisyanê felestînî – Amrîkî perfesor Idwarid Seid rexneyên zanistî û bê alî li karê medya û rojnemavanîya Amrîkî dikir, ew bi taybet di pertûka (Covering Islam) de tê dîtin. Ev pertûk jî li ser bûyerên sala 1979 yê go di navbera Iran û Amrîka de qewimîn hatiye nivîsandin.

Yekem rexneya li rojnamevanîya Amerîk dike, ewe ku, îslam wek nûçeyek midyayê tê şopandin. Têde, Seid dibêje kû Amerîka islam baş nas nedikir, ji ber vê yekê medya Amrîkî rabû wênek li gor dilê xwe ji Îrana, Farisî  û Şîeyan re çêkir, piştre wênek ji islamê re bi rengekî giştî ava kir.

 Di vî warî de, bi ferehî Seid li derbareya serxebûn û bê alîbûna medya Amrîkî radiweste, wê serbixweyiyê ne rast û derewîn dibîne. Lê belê ew serxwebûn bi rengekî rîletiv e, medya karekî bi armanc û erk dike. Çend pesporên Medya Amrîkî destnîşan dike ka çi li ser bêalîbûna Medyayê dibêjin: Wek  çêkirina nûçeyan  û dem  û rengê belavkirina wan.

Û çend xalên girîng destnîşandike:

Medya Amrîkî  bi xwe wek perde û serûka dezgehên desalt û yên abûrî yên mezin dide xuyakirin.  Ji ber  Seid tekez dike kû çapemenî û ragehandin bê alî nîn e, ew  derewek kultûra rojava ya mezin e.

Raste nûçe bi xwe bêalî ye, lê nûçeçêkirin li Amerîka zaniest e, herweha  reng, babet û demê belavkirina nûçeyan armanc û erkên wan hen e. ji bo avakirina raya giştî , Mediya Rojava bi giştî armanc û sistemeke xwe heye.

Hin têbîniyên din Seid dide xuyakirin: Rojnama «Newyork Time» rûdawa dagîkirina balyozxana Amrîkî li Tehranê sala 1979an kire çîrokek mezin, kir çîroka Îranê û çîroka islamê jî di pey re. Di vî warî de dinivîse: (N.T.) karî bi zanebûn wê bûyerê bike dozeke netewî ya Amrîka, û rîsên dijminayetiyê li dijî islamê bihûne, Islama Şîeyî û peyre Îrana Farisî dike armanc.

Dîse rahijtina (N.T) dide ber  karê  rojname «Lomund» ya Firensî pê rabûyî, bi zelalî   Medya Firensî,  bi taybetî (lomund)  baştir ji ya Amrîkî  wek (N.T + C. B.S) dît û nerxand.  

Li dwaiyê dide xuyakirin kû Medya welatên Rojava ewe fakterê yekê di çêkirin û damezrandin û geşkirina doz û çîrokên mezin de, wek doza naskirina Islamê, dîse diyar dike ku  tenê Medya  karîbû wêneke dijwar û reş ji islamê re ava bike.

Piştî hêza leşkerî ya Amrîka şikest, û nikarî girtîyên Amrîkî ji Tehran sala 1980 rizgar bike, ji wî çaxê pêde, Medya wek hêza yekem li Amerîka hate naskirin. Lê  I.Seid dîse tekez kir ku Medya her û her hêzek sînûrkirî li Amrîka,  û belkî li her derî dimîne.

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button