Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hevpeyvîn bi mamoste Samiyê Mele Ehmedê Namî re
Newafê Bişar*

ji keç û xortên Kurd tê xwestin ko xwe hînî xwendin û nivîsandina hemû rengên zanîn û zanyariya kurdî bikin

Mamosteyê birêz Samî Mela Ehmedê Namî…

Bi helkefta derbasbûna 25 salan di ser derçûna weşana me ya bi zimanê Kurdî NEWROZ, li despêkê em xêrhatina we dikin, bi hêvî ne ku di vê hevpeyvînê de, hun tozê ji ser hin bûyerên dîrokî biweşînin, ji aliyê din ve jî, hin bîranînên Kurdewariyê ji xwendevanên NEWROZê û gelê me re bêjin.

Gelek bi xêr hatî, NEWROZ bi mêvandariya we pir şad û bextewer e.

1.   Samî Mele Ehmedê Namî ye?!. Kurtejiyana wî çawa ye, çiberhemên yên çapkirî û yên reşnivîs hene?.

Di sala 1939an de li gundê Tilşeîra Aşîta, qeza Qamişlo, li Rojavayê Kurdistanê hatime dinyayê.

Min xwendina dibistana sereta li vî gundî bi dawî anî û digel hejmarek xort û kalên gund li dibistana fêrkirina zimanê kurdî ko bavê min Namî mamostê wê bû, hînî xwendin û nivîsandina kurdî bûm, ta ko min hejmarek ji hevalên xwe hînî xwendin û nivîsandina kurdî kirin.

Di sala 1952an de, malbata min li bajarê Qamişlo bi cî bû û min xwendina xwe ya navîn û bekelorya li wir kuta kir.

Paşî min li zanîngeha Şamê li Kolêja Dadevaniyê du salên xwendinê bi dawî anîn. Mixabin bi sedema rewşa me ya aborî û desttengîyê, bivênevê bûm ko xwendina xwe li zanîngehê bi dawî bînim.

Di temenê xwe yê biçûk de, hiş û bîr û baweriyên min li kurdayetîyê vebûn. Çiko bavê min nivîskar û helbestvan bû, herweha di nava hemû rêxistinên siysî de weke Civata Xoybûnê, Civata Arîkariyê ji Bûna Belengazên Kurd Li Cizîrê (Civata Hisiça), Civata Azadî û Yekîtiya Kurdan û Nadiya Ciwan kurd Li Amûdê, endamekî çalak bû.

Û di nava malê de, digel xwîşkên xwe me guhdarîya helbestên bavê xwe dikirin û me hin ji wan jî ji ber dikirin.

Bi sedema ko di malê de ez kurek bi tenê û delalî bûm, gelek caran bi bavê xwe re di nava çalakiyên kurdayetiyê de beşdar dibûm û min bi vî awayî hejmarek siyasetvan û welatparêzên kurd didîtin û nas dikirin.

Di warê rêxistinî de û di sala 1950î de bûme endamê Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Cihanê.

Di sala 1954an de Mihemedê Mela Ehmed, Samî Mela Ehmedê Namî, Evdilezîzê Elîyê Evdê û Drwêşê Mela Silêman, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd Li Sûriya damezirandin.

Piştî damezirandina Partiya Demokrat a Kurd Li Sûriya û bi erêkirina bavê min Namî (Çiko Namî wek şêwirdar bû ji Civatê re) û li gor daxwaza Doktor Nûredîn Zaza û Mam Celal Talebenî (dema ko li bajarê Qamişlo bûn). Damezirênerên Civatê biryar dan ko Civata Yekîtiya Xortan bibe beşek ji Partiya Demokrata Kurd û karê rêxistinî di nava refê partiyê de domandin.

Bi behana çalakiyên kurdayetiyê, gelek caran ez digel bavê xwe, yan bi tena xwe dibûme mêvanê zîndanan, nemaza di sala1959an de, dema ko serok û hejmarek mezin ji berpirsên komîta navendî û komîtên herêman û endamê partiyê hatin zîndan kirin û li zîndana Mezê û li ber dadgeha Leşkerî ya Bilind li Şamê hatin dadge kirin, ku ez yek ji wan bûm.

Çalakîyên min di warê çanda kurdî de:

Ji demeke dirêj ve min dest bi nivîsîna kurdî kiriye û hejmarek gotar di kovar û malperên kurdî de weşandine.

-Di sala 2000î de, pirtûka min ya yekemîn, bi navê Dîmenin Ji Dîroka Winda li Stokholmê ji Weşanxanaya APECê ve hate çapkirin û weşandin.

-Pirtûka min ya duwemîm, bi navê Gulzara Mela Ehmedê Namî, anha li Stokholmê tê çapkirin.

Bavê min weke hemû rewşenbîrên kurd yên wê demê berhemên xwe yên bi zimanê kurdî bi tîpên erebî dinivîsîn.

Piştî koça dawî ya bavê min, berhemên wî yên destnivîs ko bi tîpên erebî bûn, min ew guhestin bo nivîsandina bi tîpên latînî ew jî ev bûn:

-Dîwana Helbestan ya bi navê Daxwazname, cara pêşîn li Stokholmê û ya duwemîn li welat hate çapkirin.

-Pirtûka Agirê Sînema Amûdê li Stokholmê hate çapkirin.

-Ferhenga kurdî-erebî û erebî-kurdî bi navê Kozar. Min jî karekî ber bi çav di danehev û nijinandina gotinên ferhengê de kiriye. Hîna destnivîs e.

-Rêzimana kurdî û erebî ku ew jî destnivîs e.

-Jînenîgariya Namî û ew jî destnivîsa Ehmedê Namî ye.

Di sala 1959an de li navenda Kirîna Genim bûme karmend. Mixabin piştî sal û nîvekê ji kar û li gor biryara Wezareta Hundur û desthilata dewltê ez ji kar hatim biderxistin.

Di sala 1961 ta sala 1992, bûme mamoste li dibistana taybet ya Kildan Katolîk û dibistanên fermî li bajarê Qamişlo.

Piştî 26 salan  ko mamosta bûm û bi sedema ko hêzên ewlekariya dewletê û yên Partiya Be´es ez bivênevê bûm ko dev ji kar berdim û bûme xanenişîn.

Di sala 1999 koçberî welatê Swêdê bûm û aniha li bajarê Stokholmê dijîm.

2.   Jiyan û bîranînên te li gundê Til Şiîrê. Zarotî, xortanî, zimanê Kurdî, hestê netewî û xebata rêzanî (siyasî) û hwd…çi bîra te?.

Ez li gundê Tilşeîrê hatime dinya, jiyana xwe ya zaroktiyê bi zarokên hevalên xwe re bi leystikên heme reng didomand û xwendina xwe ya serete li dibistana gund ta sinfê pêncan bi xweşî derbaskir. Bi sedema ko dibistan li gundên dormadora Tilşeîrê tune bû hejmarek zarokên gudndê Beyandor, Xotla Tilcehanê û Dekşûrî dibûne xwendevanên dibistana Tilşîrê. Mamostên dibistanê ji bajarên Sûriya weke Şam, Humus, Hema û Helebê dibûne mamostên gund. Xwendin li dibistanê bi zimanê erebî bû ji ber ko di destêpêkê de me bi zimanê erebî nedizanî, ji ber wilo em rastî gelek astengan dihatin lê dîse jî bi rehetî di xwendinê de pêşve diçûn.

Ji min re du dibistan hebûn, yek jê xwendina li dibistana fermî bû, û ya din xwendina li malê bû ko bavê min hem alîkar bû ji min re bi dersên erebî û hem jî ez hînî xwendin û nivîsandina kurdî bi tîpên latînî dikirim, ta ko bi hesanî min dikarî bi kurdî bixwînim û binivîsim, û hejmarek helbestên kurdî yên Namî û yeke Qedrîcan ya bi navê Berzanî..Berzanî ji ber bikim, û hin caran bavê min ez bi xwendina hin têxistiyên kovara Hawarê didame xwendin. Bi vî awayî çavên min li kurdayetiyê vebûn, weke rêxistin û çanda kurdî û di sala 1950an de digel hejmarek hevalên xwe bûme endamê Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Cihanê. Malika Tilşeîrê. 

3.   Li ser kar û xebata Seydayê Mele Ehmedê Namî di warê wêje, ziman û rêzaniyê de, çi bîra we, hun dikarin çi bêjin?.

Ji dema zaroktoyê ve, min helbestên bavê xwe ji wî dibihîstin, êdî min dizanî ko bavê min helbestan dihûne, û dema min nivîs yan helbestên wî di kovara Hawar û Ronahîyê de didîtin, min dizanî ko bavê min hem helbestvan û hem jî nivîskar e. paşî va ye em dibînin ko Namî helbesvan e xwediyê dîwana helbesta ya bi navê Daxwazname, û hem jî nivîskar e xwediyê pirtûka Agirê sînema Amûdê ye. Hem jî zimanzan e xwediyê Ferhenga kurdî-erebî û erebî-kurdî ye ya bi navê Kozar, û rêzimana kurî-erebî û hem jî dîrokzan e weke nivîsa wî ya bi navê Çiko Li Bîr im.

4.   Wekî diyar e, Seydayê Cegerxwîn demekê li gundê Til Şiîrê bi malîtî maye, gelo rola wî di jiyana civakî, rêzanî û çandî de çi awayî?.

Di dema feqehtiyê de û piştî ko Seyda Şêx Brahîmê Sofî Evdê hicrika feqehan û xaniyê xwe li gundê Tilşeîra Aşîta avakirin, hejmarek xwendevanên Hicrikê lê hêwirîn ji wan jî Feqe Şêxmûsê Hesarî (Seydayê Cegerxwîn) yek ji xwendevan Hicrikê bû, lê bi malîtî rojekê ne bû nişteciyê gundê Tileîrê. Piştî dmeke kurt ji mana wî li hicrikê (weke du mehan) û li gor biryara Seydayê Hicrikê û ji ber hin sedeman Seydayê Cegerxwîn ji hicrikê barkir û ber bi Kurdistanê ve bi rê ket, û nema vegeriya HicrikaTilşeîrê.

5.   Çi têkilî di navbera bihuştî Mele Ehmedê Namî û Mîr Celadet Bedirxan, Dr.Kamîran Bedirxan, Apo Osman Sebrî, Dr.Nûredîn Zaza, Qderî Can… û hemû nivîskarên Kovara HAWARê de hebûn?. Kesî ji wan nivîskaran seredana gundê Til Şeîrê kiribû?.

Mele Ehmedê Namî

Cara yekemîn bû ko Namî li bajarê Amûdê û li hicrika feqehan ya Seyda Mela Ubeydulla pêşwazî û hevnasîn bi Mîrê pênûsa kurdî Mîr Celadet Alî Bedirxan re kir, û ev nasîn bû dergehê têkiliyê bi Mîr û kovara Hawar û Ronahî re. Êdî Namî helbest û nivîsên xwe di nava rûpelên zêrîn yên wan kovaran de diwaşand.

Namî yek ji şagirtên Mîr Celadet Bedir Xan bû, yên ko fêrkirina gel danîbûn ser milên xwe. Namî seydayê dersdar di dibistana şevê ya gundê Tilşeîra Aşîta de, xort û kalên gund hînî xwendin û nivîsandina kurdî dikirin.

Namî ji Celadet Bedir Xan re digot: Mîrê min. Her weha ew weke Mîrê Kurdistanê didît, dema di helbesta xwe ya bi navê Daxwazname de dibêje:

Recûkar im Ji Mîrê xwe Celadet

Wetenperwer, Xwedanê text û dewlet 

Namî di gotara xwe ya bi navê Mehkema Hawarê û Deyndarê Şermende, di dîwana helbestan ya bi Navê Daxwazname de dibêje:

Ez kurek ji kurên Hawarê dihatim hesab kirin, û min xizmetên gelekî mezin jê re kiribûn…

Xizmetên Namî ji Kovara Hawarê re ev bûn:

a-Nivîskarekî kovara Hawarê û Ronahî bû.

Helbest û nivîsandinên xwe di nava rûpelên wan yên zêrîn de diweşandin.

b-Berpirsiyarê belavkirin û firotina hejmarên Hawarê û Ronahiyê bû.

c-Ji xwendevanên wê yê yekemîn bû.

d-Gelek caran Namî digel rewşenbîrên hevalên xwe yên ko li Cizîrê dijiyan weke Cergrxwîn, Osman Sebrî û Hesen Hişyar, ji bo alîkarêya Mîr û çapkirina Hawarê dihatin Şamê.

h-Li xwendegeha hînkirina xwendin û nivîsandina zimanê kurdî bi tîpên latînî li gundê Tilşeîra Aşîta ko Namî mamostê wê bo, naveroka kovara Hawarê û Ronahiyê ji xwendevanên xwe re dixwend.

-Dr. Kamîran Bedirxan, heval û dostê Namî bû. Gelek caran li bajarê Şamê hevûdu didîtin, û hem jî nivîskarê kovara Roja Nû bû. Mixabin piştî çûna Dr.Kamîrn bo Ewropa, êdî têkilî û danûstandin di nabera wan de nema.

-Apo Osman Sebrî hevalekî Namî bû, çiko bîr û baweriyên wan di warê tevgera siyasî hetanî astekê, nêzîkî hevbûn. Li gel hev û hejmarek ji siyasetvanên kurd endam û berpirsiyarên hemû civat û komeleyên kurdî yên wê demê bûn. Herweha herdu helbestvan û nivîskar bûn, û hezkiriyên Mîr Celadet Bedir Xan bûn.

-Doktor Ehmed Nafiz û birayê wî Doktor Nûredîn Zaza, du havalên Namî bûn, û kirîvê hev yên xwînê bûn, lewra min û xwîşkên xwe ji wan re Apo digot.

Namî du helbest hûnandibûn, yek bi navê Pesnê Ehmed Namî Ji Serokê Bijîşk Ehmed Nafiz re, di Reşbeleka wê de, û helbesta Ji Bo Apê Min Nûredîn Zaza ew jî weke nameyekê, bi rengê helbestê û li ser navê min Samî (Mişo) û jê re rêkiribû welatê Siwîsra.

Hevaltî, hezkirin û rêzgirtin di nav Dr. Nafiz û Dr. Zaza û Namî de, bi rojan xurtir dibû, ta çûne ber dilovaniya xwedê.

Mamoste Qedrîcan, Reşîd Kurd, Hesen Hişyar, Mela Ehmedê Palo û Miftîyê

Qamişlo Mela Ehmedê Zivingî jî, dostên Namî bûn. Gelek sûde ji bîrûbawerî û dîtin û nivîsandinê hev didîtin.

-Ji nivîskarên Kovara Hawarê yên ko ziyareta gundê Tilşeîrê, li dema ko Namî li gund bû, Mîr Celadet Alî Bedirxan, Cegerxwîn Mistefa Ehmedê Botî bûn.

6.   Berî damezrandina PARTÎ li Rojavayê Kurdistanê li sala 1957an, we çend xortên Kurd li Herêma Cizîrê Komeleke Ciwana çê kiribû, ew pêşniyara kê…Gelo, hun dikarin bi firehî li ser wê saziyê ji xwendevanên NEWROZê re biaxivin?.

CIVATA YEKÎTIYA XORTÊN DEMOKRAT ÊN KURD LI SÛRIYA

Di 21.4.1954 an de, Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriya, li bajarê Qamişlo hat damezirandin.

Damezirênerên Civatê:

Mihemed Mela Ehmed, Samî Mela Ehmed Namî, Evdilezîz Elî Evdê, Derwêş Mela Silêman, bûn.

Bernameya Civata Yekîtiya Xortên Demokrat ên Kurd li Sûriya 17 xal bûn, ji wan:

1-Civat, rêxistineke siyasî, çandî û civakî ye (Yekemîn rêxistina siyasî bû piştî Civata Xoybûnê).

2-Komîteya Navendî wê serkêşiya Civatê bikê.

3-Rizgarî û yekîtiya kurd û Kurdistanê.

4-Pêkanîna demokrasiyê, da bibe sedema bidestxistina mafên kurdan yên netewî.

5-Rizgarkirina gelê kurd, ji zulm û zora empiryalîzmê û kevneperestiyê.

6-Di dibistanên kurdî de bikaranîna bernameyekê ji bo xwendina bi zimanê kurd.

7-Piştgiriya jinên kurd beramber nexweşiyên civakî û yên kewdeniyê û azadkirina wê ji wan nexweşiyan.

 Ji xebatên Civatê, pêwîst bû ko her endamekî Civatê, hînî xwendin û nivîsandina kurdî bibe.

Komîta bajarê Qamişloyê ya Civata Xortan, ahengek ji bo bîranîna damezirandina Komara Mehabadê ya bi serokatiya şehîdê nemir Qazî Mihemed lidarxist. Her weha di sala1955-1856an de Cejna Newrozê hate pîrozkirin.

Pirtûkek biçûk bi navê Bîlad El-Ekrad bi zimanê erebî û bi nivîsîna Samid Kurdistanî hate çapkirin.

Di sala1955an de Osman Sebrî digel hejmarek mezin ji alfabaya wî hatin girtin. Roja din Osman hate berdan û alfabe di zîndanê de girtî ma.

Lê hejmarê elfabayê ko li mala Ehmed Namî bûn nehatin girtin. Me jî ew bi alîkariya hevalan firotin.

7.   Weke bûyerek dîrokî ku kêm agahiyên me li ser hene, dema hilbijartinên Parlementoya Sûriya ku birêz Nûredîn Zazaber bijêrekî Kurd ê Prtî. Çi hûrguliyên (تفاصيل) wê bûyerê di bîra we de mane?.

HILBIJARTINA

SALA 1961an

Di sala 1961an de, hikûmeta Sûriya biryara hilbijartina parlamanekê da. Dr.Nûredîn Zaza û Şêx Mihemed Îsa bûne kandîdatên Partî û gelê Kurdê Sûriya.

Gelê kurd û partî, bi giştî piştgîriya herdu kandîdatên xwe kirin. Doktor û Şêx bi gera hevdîtina gel radibûn. Li bajarê Amûdê xortên kurdan otomobîla wan hildigirtin û di bin de meşiyan.

Beriya hilbijartinê bi çend rojan Dr.Zaza çû hevdîtinek bi Wezîrê Hundir û bi Serekleşkerê Sûriya re kir.

Berpirsiyarên rejîmê di bin fortan de doz li Dr.Zaza û Şêx Îsa dikirin ko xwe ji hilbijartinan vekişînin. Êdî mebahisan leşkerî ji Doktor re gotin: Eger tu beşdarî hilbijartinê bibî, wê tu û birayê te Dr.Ehmed Nafiz bêne girtin. Lê dîsa Doktor xwe ji hilbijartinê bi paşve neda.

Roja 29.11.1961an, Dr.Zaza û Şêx Îsa hatin girtin.

Roja 01.12.1961an, dengdanê dest pê kir. Lê ne tenê wek dengdan û hilbijartinê bû. Bêgoman bûbû mehrecan û cejin ji gelê kurd re.

Bi Dr.Zaza û Şêx Îsa re, hevalên berpirsiyarên sindoqên dengdanê jî hatin girtin yan jî ji hundirê odên dengdanê hatin derxistin û bi zorkotekî sindoqên dengdanê bi dengên hevalên rejîmê hatin dagirtin.

Dengdan qediya û nav hatin jimartin, zilamên rejîmê bi serketin.

Roja siyemîn, Doktor û Şêx û hevalên berpirsiyarên sindoqan ji girtîgehan hatin berdan, lê piştî çi?!

Dr.Zaza û Şêx Îsa rapora nerazîbûnê û neduristî û neqanûniya hilbijartinê ji Dadgeha Destûrî û Wezîrê Navxwe re rêkirin. Lê bê guhdan tev badîhewa çûn.

8.   Sed mixabin ku diho-pêr li Stokholmê birêz Kesrayê Cegerxwîn çû ber dilovaniyê Xwedê, em hemû xemgîn û dilê me bi çûna wî êşiya. Li gora ez dizanim, hun pir nêzîkî hev bûn, we ji hev hez dikir, gelo têkiliyên we ji mêj ve bi hev re hebûn? û bandora çûna Kesra li we çiye?.

Mela Ehmedê Namî û Cegerxwîn du havalên feqehtiyê bûn, li gelek hicrikên feqehan li bakur û rojavayê Kurdistanê dixwendin ta ko bûbûn du melayên Duwazade Ilmî. Li hicrika Seydayê Mela Ubeydullah li bajarê Amûdê hevaltiya wan xweş û bihtir dibû. Di sala 1946an de Seydayê Cegerxwîn bi malîtî li bajarê Qamişlo bicî bû, tikilîya hevjîn û zarokên wan jî bi rojan zêde dibû. Bi çûn û hatina malên hev hezkirinek bê sînor di navbera xelkê herdu malan de rû dida, zarokên wan bi rojan li malên hev dibûn mihvan.

   Ez û Kesra di temenekî de bûn, û li bajarê Qamişlo bûne hevalên hev yê xwendinê, bi rojan li cem hev di nava nivînekê de radizan, em dibûn weke du bira, ta ko bûne hevlingên hev. Yanî bi kurtî me jiyaneke hevbeş bi hev re domand ta roja 26.03.2020an roja ko Xwedê lê xweş be Keyo serê xwe danî û raza, razana bê hişyarî. Ew çû ber dilovaniya xwedê û em weke malbata Mela Ehmedê Namî di nava xem û derdan de hiştin.   

9.   Çi bîranên we hene hun dixwazin ji xwendevanên NEWROZê re bibêjî?

Di salên 40de, gelek civîn bi beşdarbûna siyastvanên kurd dihatin lidarxistin. Yek ji wan civînan, civîna sala 1948an li bajarokê Tirbespiyê bû. Rojek ji rojên buhara têrgul, oda mala Haco Axa bi mêhvanên qedirgiran û ji gundiyan dagirtî bû. Qehweçiyê odê Ehmedê Mircan (mirovekî ji welatê Sûdana Afrîqa bû) bi şadîmanî qehwa tal li mêhvanan û kesên rûniştî digerand.

Vê carê jî weke carên berê, ez ligel bavê xwe bûm. Lê ew çûn ji bo çi bû? ew ji min re ne xuya bû. Tenê ji min re diyar bû ko ev çûn weke gelek caran ziyareta mala Haco Axa ye.

Mêhvanên wê rojê weke ko hîna têne bîra min û yên ko bavê min ew bi bîra min anîn: Celadet Alî Bedir Xan, Doktor Ehmd Nafiz, Qedrî Beg Cemîl Paşa, Ekrem Beg Cemîl Paşa, Cegerxwîn, Arif Ebas, Hemza Muksî, Evdilkerîmê Mela Sadiq, Evdilrehmanê Eliyê Yûnis, Mihemed Elî Şexmûs (Şiwêş), Evdê Têlo, Mela Ehmed Namî û kurê wî Samî, digel mazûlvanan, malbata Haco Axa.

Ez li navbera bavê xwe û Mîr Celadet de rûniştî bûm. Mîr bi min kêfxweş dibû û pirsa xwendin û tendurustiya min dikir. Lê pirsa wî ya herî giring ev bû: Samî tu bi kurdî, bi elfabêya latînî dixwînî?. Bersiva min jê re ev bû: Belê mamo.

Bavê min ji Mîr re got: Ezbenî ne tenê bi kurdiya latînî dixwînî, lê hin helbestên kurdî yên min jî ezber kirine digel helbesta Qedrîcan ya bi navê: Serdarê Kurdan Berzanî. Eger tu emir bikî ew ê di vê civatê de bixwîne.

Mîr digel xelkê civatê doza xwendina helbestê li min kirin.

Bi lez maseke biçûk li nava odê hate danîn, ez hilkişiyam ser masê û min dest bi xwendina helbestê kir:

Berzanî, Berzanî,

kî vî navî nizanî?

Di cenga welat de, di meydana xebat de

Pehlewan, qehreman

Tiwî, biwî Hîmê Kurdistan…

Wilo min xwendina helbestê bi dawî anî. Xelkê civatê bi tevayî ji min re li çepka xistin. Mîr li piyan rawestiya û ber bi min ve hat û ez himbêz û maçî kirim û li tenişta wî rûniştim. Piştî ko Hesenê Haco Axa jî ez maçî kirim.

-Di sala 1949an de Namî, li bajarê Şamê bû. Di serdana Mîr Celadet Bedir Xan de, li hêwana mala wî ya ko weke mozexaneyekê rûniştî bû. Piştî silavan û bi xêr hatinê. Mîr pirsa rewşa kurdan li Cizîrê dikir û di nava guftûgoyan de Namî ji Mîr re got:

Ezbenî ez dixwazim serikê qelûneke kevnar e ji te re diyarî bikim, da ko di vê mozexanê de cî bigre, mixabin diyarî li mala me li gundê Tilşeîrê ye. Hêvîdar im tu vê diyariyê ji min bipejirînî û çi dema weke hemû caran ko diçî Tirbespiyê, ji kerema xwe re li gundê Tilşrîrê raweste, hingî kurê min Samî wê diyariyê pêşkêşî te beke, min Samî û dayika wî bi wê yekê agahdar kirine.

Rojekê ez li malê bûm, mirovekî gundî hate mala me û ji dayika min re got: Jinseyda… wa ye Mîr Celadet Bedir Xan li gel Hesen Axa Haco li ribata pêşiya gund in û doza diyariyekê dike.

Dayika min bi lez ew qelûn da destê min û got: Kurê min here vê diyariyê digel silavan bighîne apê xwe Mîr Celadet Beg.

Bi şadîmanî min qelûn hilgirt û çûm.

Mîr Celadet digel hejmarek mezin ji gundiyan li wir bûn. Min bi rêz silav digel bixêrhatinê pêşkêş kir û qelûn da destê Mîr.

Mîr riwê min maçî kir û min jî destê wî maçî kir.

Mîr ji min re got: Gelek spas biraziyê delal, tu her xweş bî. Silavên bavê te ji te û dayika te re hene.Paşî otomobîl ber bi Tirbespiyê ve bi rê ket.

Di sala 1959an de, hîna em li bajarê Şamê xwendevan bûn. Ez digel hevalên xwendinê, Sebriyê Hesenê Melê, Smayîlê Dihamê Mîro û Elaedîn Mihemed çûne mala Mîr Celadet Bedir Xan ji bo serdana Rewşen Xanim Bedir Xan li taxa Mihacirîn.  Li hêwana malê, ewa ko Xwedê lê xweş be Mîr, kiribû weke mozexaneke biçûk, min ew qelûn, diyariya bavê xwe digel hejmarek ji entîkeyan bi dîwarên wê muzexanê ve daleqandî dît.

Xwedê lê xweş be Rewşen Xanim ji min re got: Samî kurê min, eger li bîra te be. Ev qelûn diyarîya bavê te Namî ye ji rehmetiyê Mîr re bû, ta ko ez li jiyanê sax bim, wê diyariya Namî bi paşmayên Mîr ve di vê muzexanê de bimîne.

10. Ji bo zimanê Kurdî, fêrbûna û hîna wî, guhdan li dîrok û folokloraKurdî, hun çi ji keç û lawên gelê xe re dibêjin?.

Ronakbîr Dr.Nûredîn Zaza di pêşgotina pirtûka Memê Alan de dibêje:

Gelî kurdan

Eger hun naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî, zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin nas kirin û hez kirin û bi hevaltî û dostaniya miletên din re pêşve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.

Helbestvan Mela Ehmedê Namî dibêje:

Dibistanan bi lez çêkin, hebisxanan bikin wêran

Nemaza xwendinê pir kin, ji bo me her ev in derman

Yek ji erkên hebûn û zidîbûna miletan ziman e. Dagîkerên Kurdistanê bi hemû hêzên xwe ve zimanî kurdî qedexe dikirin, lî dîsa jî miletê kurd zimanê xwe ji windabûnê parast, ew jî bi hebûna hicrikên feqehan û bi çalakî û guhdana rewşenbîrên kurd yên vê dema dawî ku Ziman parastin û pêşve birin. Vêce ji keç û xortên Kurd tê xwestin ko xwe hînî xwendin û nivîsandina hemû rengên zanîn û zanyariya kurdî bikin, da ko di pêşerojê de, zimanê kurdî ciyê xwe yê taybet di nav zimanên cihanê yên giranbua de bigre.

Daxwaza serkeftinê ji we û Weşana Newroz re dikim û gelek spas.

Li dawiyê NEWRO spasiyên xwe pêşkêşî we dike ku we ev dem ji bo wê  terxandiye, hêviya temenekî dirêj, bê derd û xem ji we re dike.

Gelek spas.

* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button