Xwendevanên Zimanê Kurdî û Rojnama Newrozê yên qedirbilind, vaye /25/sal di ser weşandina R.N re diqedin û Newroz hîn di derçûna xwe de bedewam e.Vêca, piştî ewqas sal ji kar û xebateke bê sekin bi zimanê dayîkê; Em dixwazin vê xebata dûr û dirêj û tijî kefteleft, ji damezrandina wê ve bigir û ta roja îro, movik bi movik bi we re parve bikin. Yanê, çawa çêbû? Kî pê rabû? Armanc jê çi bû? Çi kend û kelem li pêşiya wê derketin? Nivîskarên wê kî bûn? Çend hejmar jê ta niha ronî dîtine?Mijar û naveroka wê, li ser çi bûn? Çalakî û xebatên serke, ku di bin navê wê de hatine kirin çi bûn?…Li dawîyê nirxandin û pîvana encamdan û erênî û neyêniya wê jî, emê ji we xwendevanên dilsoz re bihêlin.
Damezrandin:
Li destpêka sala 1995 an, giropek ji dilhezên Zimanê Kurdî (Dr. Mihemed Ebdo Elî, Osman Mihemed, Mustefa Tatoz, Edîb Ibrahîm û Qaziqlî Mihemed «Bavê Leheng») – piştî bidawîkirina korsa rêzimên a bi serpereştiya Dr. Ebid Mecîd Şêxo, û bi şêwir û mişêwir bi wî re, tekez kirin, ku gerek xebata bo zimanê kurdî nesekine, karek were kirin, da ku, xebat û gotinên pêşewên Kurdan, ên mîna mîrê hebesta kurdî» Ehmedê Xanî», mîrê alfebe û rêzimanê kurdî»Celadet Bedirxan», û zimanzan û siyestmedarê Kurd «Dr.Nûredîn Zaza» û yên weke wan li erdê nemîne. Li dawiyê, ew bi hev re gihîştin rayekê, ku pêdivî bi weşaneke kurdî heye.
Hevdîtina yekê ji bo derxistina belevokeke kurdî, li destpêka Buhara wê salê, li ser bêdera «Gundê Tilifê»- Efrîn, bi pakrewan «Kemal Henan» – wek endamê Komîta Rêvebir a Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd – re bû. Piştî wê hevdîtinê, li ser derxistina weşaneke kurdî di bin navê partiyê de û li ser asta Parêzgeha Heleb erê bû.
Navlêkirin û derçûna hejmara yekê:
Li Nîsana heman salê, civatek bi beşdariya Dr.Mihemed Ebdo Elî, B.Leheng, Osman Mihemed, Edîb Ibrahîm, Kemal Henan û serpereştiya mamoste Mihyedîn Şêx Alî li Suryana kevin hate lidarxistin, piştî danûstandineke berpirsiyarane, ev biryar hatin standin:
1- Navê belavokê Newroz be. Ji ber ku, Newroz navê cejna netewî ye, navekî li ber dilên Kurdan pir buha ye, û wateya roja nû, Aştî, Azadî û wekheviyê dide.
2-Weşan duheyvane be.
3- Naveroka wê çandeyî, dîrokî û civakî be.
4- Hejmara yekê, divê di /22/ê Nîsanê -Roja Ronamegeriya kurdî – de derkeve.
5- Armanc ji deranîna vê weşanê, fêrkirin û ragihandina hest, raman, boçûn û derbirînan bi zimanê dê ye, û xwedîderketin li bangewaziyên rêberên zimên e.
6- Desteya birêvebirinê, ji ew kesên beşdar, û bi serpereştiya Dr. E.M.Ş pêk tê.
7- Sergotar jî bi mamoste «Şêx Alî» hate hilpesartin.
Hejmar û naverok:
Hejmara yekê ji R.N li 22.4.1995 derçû û hejmara wê ya niha jî gihaye /144/ an. Her deh hejmarên pêşîn li ser asta parêzgeha Heleb bûn, û naverok jî çandî, dîrokî û civakî bûn.Piştî wê, (R.N) bû weşanek ji weşanên partiyê bi giştî. Herweha, nêrînên azad û gotarên siyasî jî li naveroka wê zêde bûn.Yanê, em kanin bibêjin, ku cara yekê bû, ku di nav ronamgeriya Tevgera Kurdî de, siyaset bi zimanê kurdî hate nivîsandin û xwendin.
Desteya sernivîser û pênûsên wê:
Desteya Rojnamê pir weke xwe nema, mamoste «Edîb» dev jê berda û çû Almaniya, piştî deh hejmara Dr. Mecîd jî xatir xwest, lê, Dr. «Kamîran Hec Ebdo», Newaf Bişar Ebdela, gorbihuşt Mustefa Ellaş(Felat Sirûcî) bûne endam, û di salên paşê de jî, Nûşîn Bêcirmanî, Dilovanê Deştê, Ehmed Erefat û gorbihuşt Mihemed Zekî (Diljar Seyda) tev desteyê bûn. Lê, Dr. Kamîran jî pir dirêj nekir û çû Almaniya. Bi vê şêweyî, ta dawiya sala 2012an berdewam kir. Di dû re, du salan rawestiya, paşê dîsa li destpêka sala 2015an, bi rêvebirina desteya berê (ji bilî Osman Mihemed û lêzêdebûna mamoste Merwan Berekat, Mihemed Qere Hesen û Ehmedê Qitmê wek nûçegîhan) ta dagîrkeriya Efrînê dirêj kir. Ji wê hîngê ve û ta niha jî, li «Qamişlo» û bi serpereştiya endamên desteyê yên Cezîrê tê der.
Nav û nehînavên Nivîskarên rojnamê ev in:
Mihyedîn Şêx Alî (Sînorê Yekta), Dr. Ebid Elmecîd Şêxo (Dilşad Sindî), Dr. Kamîran Hec Ebdo (Kamîran Bêkes), Dr. Mihemed Ebdo Elî (Dr.Rozad Elî), Pakrewan Kemal Henan (Hesenê Cûmê), gorbihuşt Edîb Ibrahîm, Osman Mihemed (Apê Osnebir, End.Çîwazê Çeman), Qaziqlî Mihemed (End. Q.Kurdaxî, B.Leheng, Memê Alan), Merwan Berekat, Ehmedê Qitmê, Mihemed Qere Hesen (Zamdarê Zindî), Newaf Bişar Ebdela (Rêberê Silîvî, Serdar Bedirxan), Nûşîn Bêcirmanî, Derwêşê Xalib, Dilovan Deştê, Ehmed Erefat, gorbuhişt Mihemed Zekî (Diljar Seyda) Heyder Omer, Mihemed Birîmce, Kemal Ebdalo, Konê Reş, M. Mehfûzê Mele Silêman, Derwêşê Xalib, gorbuhişt Mistefa Elaş, Salih Mamo, Arif Hiso, Mislim Şêx Hesen, Seyfedîn Dabo, Osman Îso, Ebid Elrehman Mihemed Hesen, Dr. Leheng Mihemed, Dr.Memo Ebdê, Şukrî Dedo, Ebdîn Bakîr, gorbihuşt Salih Bozan, gorbihuşt Mustefa Tatoz, helbestvan Adil korana (Dostê Cûmê), helbestvan Arif Mihemed Elî (Arif Tislorî), helbestvan Xalid Xilo (Baranê Cûmê), Mustefa Henan,…H.W.D bi pênûsên xwe yên nikil zêrîn, rûpelên Newrozê xemilandin û giyana berdewamiyê pê de berdan, û ger me navin ji bîr kiribin jî, bila xwediyê wan navan li me biborînin.
Jinên Kurd ên di NEWROZê de nivîsandine ev in:
Melek Mûrad (Enehîte Mûrad), Ze›ifet Henan (Vejîna Kurd), Nezîre Hesen (Nazdar Hesen), Zozan Eslan Ebdo, îlhama Osma, Zelûx Cimo (Diya Leheng).
Herweha cefaya Şukrî Dedo a bêtirî 10 salan e di warê derhênan û weşandina NEWROZê de nayê jibîrkirin.
Kar û çalakiyên sereke:
Di vî warî de, gelek kar û çalakî bi navê Newrozê, yan jî bi alîkariya wê, di karnava van «25»salên borî de hatin kirin. Ji nav wan ên balkêş ev in:
1- Beşdarbûna li damezrandina xelata «Apê Osman Sebrî» – Şam.
2- Beşdarbûna salane li xelatkirinên bi navê «Nûredîn Zaza»- Şam.
3- Beşdarbûn li gelek civatên hevbeş ên sûdejihevgirtinê yên rojname û kovarên bi zimanê kurdî, ku li Sûriyê dihatin der.
4- Têkeliyên biratî û digel gelek karên hevbeş bi weşana « Deng»re.
5- Şandina namak hevbeş di gel weşana «Deng», ib o yekirina alfebeya kurdî, ji kek «Mesûd Berzanï» re.
6- şandin û xwendina gelek nameyan, di boneyên sersaxî û bîranîn de.
Bi kesayetên siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîran re, gelek hevdîtin hatin çêkirin, ji wan:
A- Gorbihuşt Mihemed Nezîr Mustefa/Sekreterê PDKS.
B- Gorbihuşt Hemîdê Hec Derwêş/Sekreterê Patiya Pêşverû, du caran,û di du hejmaran de.
C- Nesrdîn Ibrahîm/Sekreterê PDKS.
Ç- Kevintrîn xwendevanên Kovara HAWARê, Erefatê Ezem, li Tirbespiyê.
D- Xebatkarê Kurd ê navdar û gorbihuşt Ehmedê Yasîno li gundê Babasiyê
E- Siyasetmedar û mafnasê Kurd ê Bakurê kurdistanê Ibrahîm Goçlû.
Ê- Nivîskar, helbestvan û romanivîsê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Riza Çolpanê Dêrsimî, Australya-Sydny.
F- Nivîskar û hunermendê Kurd ê Bakurê Kurdistanê Lewendê Oskan.
G- Kesayetiya siyasî û civakî Samî Mele Ehmedê Namî, Siwêd-Stokholim.
Em kanin bibêjin bi pêşinyar, alîkarî û serkêşiya Desteya sernivîser a Newrozê û hin nivîskarên wê jî, li Buhara sala 2005an, Saziya Fêrkirin û Parastina zimanê kurdî hate damezrandin.Û di bin serpereştiya wê de jî, bi hezaran şagirt hatin fêrkirin, û gelek mamoste, nivîskar, helbestvan, çîroknivîs û romanivîs çêbûn, û ta niha jî berdewam e.
Kend û kelem:
Ji hejmara yekê de bigir û ta hejmara /144/an, kendên derdiketin pêş tim hew hew bûn, kêmbûna xwendevan û nivîskaran (mijaran), û neliserhevbûna herwext a desteya sernivîser. Sedemên derketina wan keleman, aloziyên jiyana xelkê Sûriyê bi tevayî, xwebexşbûna kar, tunebûna teknîkên pêşketî, derfetên çapkirinê, qedexebûna kar û barên xwendin, nivîsandina zimanê kurdî û çapemeniyê, û kirîza Sûriyê ya herî bi badirtir bûn. Bi nêrîna me, di vê karnava demdirêj de, rast e Newroz bi temamî ne li gor dilê me bû, lê, kanî bibûya kevirek di avahiya rojnamegeriya zimanê kurdî de, rolek di belavkirina zimanê kurdî de bilîsta, û herweha kanîbû hest û raman û bocûn bi zimanê dê birêstana.
Hêviya me ew e jî, ku di rojên werin de, kanibe gavine ji berê pêşdetir bavêje. Xwendevanên bi rûmet, ya li cem me heye, me ji we re -wek heye – anî zimên. Û rexin û nirxandina dawîn jî li cem we dimînin. Bi hêviya ku, hûn pêşinyarên xwe yên pêşxistinê ji me re bişînin.
* Rojnama Newroz – hejmar /144/ – 15ê Avrêl 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.