Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (90):
Revandina keçeke mêrnekirî, girtinên bêsûcane, talankirina werza çiloyê mêwa, teqîn, û bombebarankirina herêmên koçberên Efrînê

Dagîrkirina Turkiyê ji herêma Efrînê û yên din re, û serberdana keriyên nandozan, da ku, genîtiyê bikin; Pir binpêkirin û tewan  pêk anîn, guhertineke demografî ye metirsîdar di bingehên wan civakên xwecehî de çêkir, derbeyeke mezin li hebûna Kurdan di herêmên wan ên dîrokî de û li doza wan a netewî û niştîmanî ya dadmend xist, û xelekek gurkirinê ye nû li kirîza Sûriyê  zêde kir.

Di nevêna hefta borî de, me ev binpêkirin şopandin:

“Hêvîn Hesen Dibso” keça hatî revandin

– Li 11.5.2020an, li ser nîvro, li nav bazara bajarê Cindirêsê – dema ku, ew û xalê xwe digeriyan – , keça mêrnekirî û /18/ salî ” Hêvîn Hesen Dibso” keça “Xezala Morî”, ji aliyê çekdarina ve û bi makînak van hate revandin. Diya keçikê li ba navenda asayişa leşkerî ya li Cindirêsê gilî kir. Lê, – bi ser ku, vîdiyoya tomarkirî ya piroseya revandinê heye – navendê nepejirand ku, giliyê bide belgekirin, û di cî de pêngavina bavêje, da ku, bide dû revandkeran, an keçika ku, ta niha çarenûsa wê ne diyar e bişopîne û bibîne. Hêjaye em berçav bikin ku, keçik di mala bavpîrê xwe yê ji dê de” Mihemed Mihemed Morî” li bajaroka “Celemê” radibû û rûdinişt, û xwediyên keçikê milîsên “Firqit Elsultan Mûrad”- a ku, li gor jêderek nêzîk, berê hewildaye û li wan zorkiriye ku, keça xwe bidin çekdarekî wê, û di heman demê de ew bi revandin û kuştinê gef kirine -, bi revandinê tuhmetbar dikin.

– Milîsên çekdar li gundê Şorbe – Mabeta, li vê dawiyê ev hemwelatî (Hesen Bêrem “Hesen Kolo”, Reşîd Umer “keyayê gund” û Idrîs Umer ) girtin û ta niha çarenûsa wan ne xuya ye.

– Hemwelatiyê gundê Kora – Cindirêsê “Ehmed Hesen /30/sal”, – dema ku, hevjîna xwe dibire Efrînê bo nexweşxanê -, ji berî bîst û sê rojan ve, ji aliyê rêbendeke çekdar ve hate girtin, û ta niha çarenûsa wî ne zelal e.

– Milîsên ” Lîwa’i Elsultan Silêman Şah”- ya ku, bi fermana Anqerê li Lîbiya şer dike -, li yên hatine anîndin, û li navça “Şiyê” û hin gundên wê   hatine niştecîkirin, zor dike ku, zaroyên wan çekan hilgirin û di nav refên wê de xizmet bikin; Ji ber wê jî anîndeyên nû, ji rûniştina li wê navçê û gundên wê – yên di bin destlatiya Silêman Şah de – direvin.

– Bi taybetiya werza çiloyê mêwan – ya ku, weke jêdereke jiyanî ye sereke ji xelkê herêma Efrînê re tête jimartin -, ta niha piroseyên dizîn, talan, berefkirina vêguneh û vêrgiyên li ser werzê berdewam in. Û ji ber sedema girtina derbasgehên çûn û hatina bajarê Helebê, û rawestandina fabrîkên veguhestinê ji kar; Buhaya firotina çilo pir nizim e.

– Di çarçewa rewşa fewdalîzim û serberdayetiyê de, li êvara Çarşemê 13.5.2020an, li orta bajarê Efrînê, li nêzîk nexweşxana “Cîhan” ê, bombeyeke teqîner bi makînak biçûk de teqiya. Di encam de, hin kes brîndar ketin, û ziyanin şênberî gihîştin derdorê, û zarok “Mihemed Selah Hemo /14/sal” û hemwelatî ” Mihemed Mehmûd Eswed /28/ sal” hin ji  wan birîndaran bûn.

– Dîsa leşkerê Turkiyê û nandozên wê, hin gund û bajarokên Şêrewa û Şehba – bakurê Heleb (Benda Elşehba, Semoqe, Tilmedîq, Aqûb, Soxanek, Merenaz, Malkiyê, Şewarxa…û H.W.D) – yên ku, bi xelkê Efrînê yên Koçberbûyî mişt -, li 13,14.5.2020an bombebaran kirin, û ziyanên şênberî gihandin wan deveran.

Tunekirina hebûna dagîrkeriya Turkiyê, nandoz û tekfîriyên terorîst li Sûriyê û bi taybetî li herêmên kurdî; Ji serkeftina çi karekî siysî yî bi aliyê çareserkirina kirîza Sûrî re, xelekeke serekîn e.Herweha, ew navaroka xebata rastîn ji doza kurdî re ye. Ji ber ku, aliyeke wê perensîpên mirovahiyê ne, aliyê din jî sinciyane û niştîmanî ne, û tu mirovê ku, rûmeta wî pê buha nikane dev jê berde.

17.05.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————–

Wêne: – Keçik “Hêvîn Hesen Dibso”.

——————–

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button