Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (89):
Qutkirina daristan û darên zeytûnê, talankirina werza çiloyê mêwa, destdanîna ser mal û mewalan, û fewdalîzim û serberdayetî

Radeya binpêkirin û tewankirinan li herêma “Efrînê” bi piçekî şûn ve neçûye. Siyasetên dijayetiyê yên rêkûpêkirî yên ku, destlatên dagîrkeriya Turkiyê di riya milîsên Sûriyê ên tundrew û terorîst re, li dijî xelkê wê bi kar tînin, berdewam in. Û fewdalîzim û serberdayetî di asta herî bilind de ye. Tu gavên erênî tune ne, tu vehesî jî di rewşa heye de xuya nake, û ji bo danîna rêgirekê ji binpêkirinan re yan ji bo vegereke aram ji yên koçberbûyî re, tu kiryar nehatine kirin û pêngav nehatine avêtin. Ji ber wê nayê xwestin ku, rûyê dagîrkeriyê yê pîs were sipîkirin û paqijkirin, çimkî nayê veşartin. Û gunehkirina hin endamên milîsên çekdar bi wan tewan û binpêkirinan,  dewleta Turkiyê ya dagîrker ji berpirsiyariyê nade yal.

شجرة الأربع جذوع في غابة بريم قبل وبعد القطع

Qutkirina daristanan

Bi ser qutkirina piraniya darên daristana “Şex Mihemed ” a ku, li bakurê bajaroka Kefirsefrê dikeve; Li 4.5.2020an, dara sindîganê ya romî û temenmezin li “Xirabî Şêxa”, ya ku, di nav zeviyên heman bajarokê de, ji aliyê çekdaran ve hate qutkirin.

Milîsên “Ehrar Elşerqiyê” bi hevkariya “komîta Çandiniyê ya bi ser Encûmena Xwecehî li Cindirêsê”, qutkirina darên mayîn ên /7/ daristanên ku, dikevin nav gundên (Miskê Jorin ji Başûr ve, Xalta ji Bakur ve û Gorda ji Rojava ve) berdewam in. Ji wan daristanan “Horîk, Hesê û Geliyê Ereba” û daristana “Birîm” ya ku, jê wênya  dareke temenmezin – e ku, bi “Dara Çarkokî” tê nasîn – ya berî û piştî qutkirinê gihîşte destên me. Û herweha, daristana gundê “Baziya” yê biçûk û koçberbûyî jî hate qutkirin.

Werza çiloyê mêwa( reza)

Li navçeyên Bilibilê û Reco – ji ber berdana keriyên pêz û dewaran li nav rezan û berefkirina bêguneh (zorane, vêrhmet) û dizînê ji aliyê milîsên çekdar ve – werza çilo ya îsal lawaz e.

Li bajaroka “Be’idîna ” çiloyê mêwa yên van hemwelatiyan (Mihemed Ehmed Îbiş, Husên Xelîl Ebdo û Husên Mihemed Mihemed) hatin dizîn û bi awakî vêguneh (vêmerhemet, hovane) beref bûn.

 Li navça “Şiyê”, milîsên “Lîwa’i Elsultan Silêman Şah” – ji bilî vêrgiyên li xwediyên makînên ku, çilo dibin Efrînê dixin – 15% ji werza çilo ji xwediyan jî dibin.

 Herweha, li çateriya gundê “Elemdara – Reco”, yek ji perwerdekarê pêz – ji yên anîndindane – yê ku, di nav zeviyeke zeytûna e hemwelatiyekî gund e radibe û rûdine, dora /400/ mî yî li nav wan zeviyên zeytûn û rezan diçêrîne û ziyanê dighîne dar û beran. Û dema ku, xelkê gund li hemberê derdikevein; Ew quretiya xwe xuya dike û gefan dide wan. û bêyî ku, destlatên xwecehî li dijî wî tu gavan bavêjin.

Destdanîna ser mal mewalan

Mîvanxana malbata “Xobarî” li gundê “Culbirê” ya piştî dagîrkeriyê û bê niştecî. Ji rûpela “Ineb Beledî”

Di çarçewa pilana destdanîna ser arzî û kelûpelên xelkê Efrînê; Milîsên nandoz ên bi bi ser “Turkiyê”ve, dest danîn ser bi sedan hiktar ji  erdên çandiniyê, ciyên avahiyan, bi dehan mal, û bêtirî deh hezar darên zeytûnê li bajarê “Efrînê” û derdorê yên “Malbata Xobarî” ya ji kok ve ji gundê “Cilbirê”. Weha jî vêla zaroyên dilovanber “Osman Axa Xobarî” -ya li ser riya “Turindê” veguhestin û kirin nexweşxane, avahiya zaroyên dilovanber “Cahîd Xobarî” – ya ji sê qatan pêkdihat û li Rojavayê bajêr û li ser riya Cindirêsê diket – hilweşandin û li ser beşekî jê firoşxanen û kaziyeke sûtemeniyê avakirin, bi dehan darên zeytûnê ji zeviyeke wan e li ser riya Cindirêsê hilkirin da ku, li şûnê pirosan ava bikin, û piraniya malên malbatê yên li bajêr jî – piştî ku, tiştên di hundiran de dizîn- kirin navendên leşkerî yan jî hin malbatên endamên xwe tê de bi cî kirin. Lê, gundê malbatê “Cilbirê” – yê ku, ji bilî koz û kadînan û embarên kelûpelan, ji /40/malî pêk tê- ji Avdara 2018an ve, artêşa Turkiyê xelkê wê û hin gundên derdorê – yên li rex herêmên ku, di bin destên artêşa sûrî de – nehîştin vegerin ser mal û milkên xwe, ji xwe re gund kir bargeheke leşkerî, /25/mal û avahiya yekîneya şîretkariyê ya çandiniyê (Wehdit Elîrşad Elzîra’î), dibistan, xezan û toreya avê bi amûrên giran hilweşand, û li başûrê wê jî dîwareke jihevcudakirinê avakir.

Li navenda navça Şiyê, milîsên”Lîwa’i Elsultan Silêman Şah”, dest danîn ser firoşxanyên van hemwelatiyên Kurd (Hecî Xelîl Şêxo, Ezet Bekir Kemal, Mihemed Ke’ilo Mistefa, Zekeriya Emîn Elî Zelê û Zekeriya Ne’isan) û ji kelûpelan vala kirin, da ku, bi kirê bidine yên niştecîkirindane; Herweha temenmezina jinebî bi zorê ji mala hemwelatiyê ne li gund “Husên Îbiş” kirin der û dest danîn ser wê û malin din, da ku, malbatên bi anîndindane tê de niştecî bikin.

Fewdalîzim û serberdayetî

Li 3.5.2020an, milîsên “Lîwa’i Elweqas”, ciwan “Şêxo Ebdîn Ehmed” ji xelkê gundê “Anqelê – navça Şiyê” revandin, birin navenda xwe ya asayî (emnî) li gundê “Merwaniyê” û ta niha çarenûsa wî ne diyar e.

Li 6.5.2020an, makîna ku, yek ji serkêşên milîsên “Firqit Elsultan Mûrad” vediguhest, li navenda navça “Şera” hate teqandin.

Li 7.5.2020an, pevçûnin bi hêz li taxa “Eşrefiyê” û li ser riya “Turindê” yên bajarê “Efrînê”, di navbera milîsên “Elcebhe Elşamiyê” û “Ehrar Elşam” ve, bi çekên sivik û orte bûyer dan. Weke dixuye ku, herêm di nav gizgizî û nakokiyên curbecur de ye, û derbasgehên bajêr û hin bajarok û gundan herwext têne girtin.

Ji aliyekî din ve, jêderên xwecehî tekez kirin ku, nexweşxana leşkerî li Efrînê, dora deh leşkerên Turk ên nexweş – bi gûmana wergirtina veyrosa “Korona”-  pêşewaz kir.

Doza Efrînê bi veşartin an kêmkirina binpêkirin û tewanan, an jî bi hewildana yaldana hikometa “Turkiyê”, careser nabe. Herweha, berger, xwebiçûkirin, nizimkirin û pançiloskî li pêş berpirsiyarên Turkan, serkêşên milîsan û Hemahengiya (Itîlafa) Elsûrî – Elixwanî yan jî daxwazkirina mafan bi serger û bergeran, tu kêr û sûdê li Efrînê û xelkê wê nake.

10.05.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————–

Wêne:

– Dara sindîganê (sindiyanê) ya romî li “Xirabê Şêxa” beşin jê hatine qutkirin.

– Daristana”Şêx Mihemed”- Kefirsefrê, ya berî û piştî qutkirinê.

– Dara “çarkokî” li daristana “Birîm” a berî û piştî qutkirinê.

– Daristana” Geliyê Ereba” ya berî û piştî qutkirinê.

– Daristana”Birîm û Hesê” ya berî û piştî qutkirinê. – Mîvanxana malbata “Xobarî” li gundê “Culbirê” ya piştî dagîrkeriyê û bê niştecî. Ji rûpela “Ineb Beledî”

———————————

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button