Daxuyanالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn di bin dagîrkeriyê de (88):
Teqîneke xwekuştinî ye terorî û qurbaniyên sivîl… Jiyanbirina (îdamkirina) ciwanekî Kurd li Idlibê, û binpêkirinên berdewam

Rewşa fewdalîzim û serberdayetiyê ya ku, li tevaya herêmên di bin dagîrkeriya Turkiyê de belavkirî, û navnîşana wê “ne aramî û ne hêminî“,  bi taybetî jî li Herêma Efrînê; Berdewamkirina binpêkirin, tewan û pevçûnên xwebixwe yên di nav milîsan de, nakokiyên li ser herêmên bibandor, û parvekirina vêrgî, tiştên dizînê û mal û milkên dest danîne ser, wê tekez dikin. Û nûçeyên rûbirûbûnê ku, ji Cerablûs, Bab û Efrînê tên,  fewdalîzim û serberdayetiya heye baş nîşan didin.

Li 28.4.2020an, li orta Bajarê Efrînê, li Kolana Reco, li pêş kirînfiroşa (sûka) gelêrî, teqîneke terorî rûda. Di encam de, piraniya /150/ dîkanên sûkê hatin roxandin û kelûpelên wan hatin şewtandin, û ziyanin pir gihîştin /8/ firoşxane û hin mal û dora /10/makînên li ser kolana serekîn. Herweha, li gor berevaniya sivîl, /42/kes hatin kuştin – jê /20/, ji ber ku, termên wan bibûn komir nehatin naskirin -, û /60/ kes jî cûrbecûr şewitîn û birîndar bûn, piraniya wan sivîl in û di nav de jî jin û zarok hebûn. Lê, her /8/qurbaniyên şehîd û wendayî ji nişteciyên Efrînê yên resen ev in: (Fewaz Xelîl Umer /55/sal ji Gundê Qere Tepe – Şera, Husên Mehmûd Ebdo ji Gundê Kurzêlê – Efrîn, Ehmed Şêx Dehdo kurê Cemêl /35/sal ji Gundê Maratê – Efrîn) termên wan hatin dîtin, û (Rêzan Cemîl Cefer/35/sal ji Gundê Dargirê – Mabeta, Remzî Xelîl Mamo/44/sal ji Gundê Soxanekê – Şêrewa, Şiblî Umer Me’imo/50/sal ji Gundê Kurzêlê – Bilbil, Mistefa Hemûd Ce’ifo/51/sal ji Gundê Kurzêlê – Efrîn, Mihemed Henîf Mislim /33/sal) hîn wendayî ne, ne termên wan hatine dîtin, û ne jî di nexwaşxanan de ne.

Şalyariya bergiriya Turkiyê û Hemahengiya (Itîlafa) Sûrî ya Ixwanî û hin alavên ragihandinê yên bi ser (rikberiyê) ve – berî ku, bispêrin xwe û vekolînekê vekin û li şanên tuhmetbûyînê bigerin – , hema lezandin  û Yekîneyên Parastina Gel, yan Hêzên Sûriya Demokratîk, bi bûyerê tuhmet kirin, da ku, li ser tewankerên rastîn veşêrin. Di dema ku, hatiye naskirin ku, ” Hêzên Rizgarkirina Efrînê” tenê Artêşa Turkiyê û nandozên wê li herêmê aramanc dikin û sivîlan armanc nakin, û bi awakî fermî piroseyên xwe radighînin. Lê, dema perçevîdiyûya kêlîka teqînê hate dîtin, xuya bû ku, makînak “van” sipî diteqe û paşê yekser makîna sûtemeniyê diteqe û alafa êgir bi du ciyan û li ser du astan radibe, û herdu makîne jî dimeşiyan. Yanê pirose teqîneke xwekuştinî bû, û imzeyên rêxistinên tekfîrî û cîhadîst an milîsên nandoz li ser in. Ên ku, Hikometa Eledalê we Eltenmiyê – Turkiyê, ji destpêka kirîza Sûriyê sala 2011 an ve, serkêşiya wan dike. Û ji alîkî din ve, ger “aliyeke kurdî” li paş ba; Wê Navenda Turkiyê “Avahiya Sera Kevin” a nêzîk ciyê teqînê armanc bikira. Lê, armanca wê karê hovane ew bû ku, ziyaneke pirtir bighîne sivîl û mal û mewalan, da ku, xelkê Efrînê bitirsîne, bi aliyê koçberbûnê ve têve de, û fîtnê di nav pêkhateyên welatê me de (Kurd, Ereb û yên din) gur bike.

 Û weke tekezî ji fewdalîzim û serberdayetiya heye re, li siba 28.4.2020an, li ser riya Gundê Turindê li nêzîk Bajarê Efrînê, matoreke dutekerî hate teqandin, û li heman rojê piştî nîvro, li ser riya Gundê Maratê li nêzîk Efrînê dîsa makînak bombekirî hate teqandin, û ziyan tev şênberî bûn.

Bav û apê ciwan”Betal Hesen Hesen” yê /24/salî, ji xelkê Gundê Me’imila – Reco, ji toreyên Rûdaw û Kurdistan24 re xeberdan ku, parêzerê bervedêr ji ber wan ve, li 29.4.2020an, ew agahdar kirin ku, berî deh rojan Heyit Tehrîr Elşam (Nesra berê) -ya ku, berê ji bo serbestberdanê vêrgiyek pir ji wan xwestibû û wan jî nikanîbû bidayê – ciwanê wan tune (îdam) kir. Hêjaye were gotin ku, destlatên Turkiyê yên Parêzgeha Hetayê, ji berî niha bi heft heyvan ew girtin, û li deriya “Bab Elhewa” radestî “Nesra” kirin. Herweha jî berî niha bi şeş salan ew ciwan tevlî malbata xwe – ji ber rewşên ne baş ên li Taxa Şêxmeqsûd a Heleb – berê xwe dabûn Turkiyê. Û hêjaye bi bîr were ku, termê pakrewan” Betal” ta niha radestî xudiyan nebûye.

Berê jî, li 12.12.2019an, “Nesra” li Idlibê, ciwan “Mihemed Bekir Mihemed” neviyê “Husên Bekir” yê /21/ salî, ji Gundê Dumiliya – Reco, piştî ku, ji destlatên Turkiyê radest bir, ew îdam kir. Ev herdu tunekirin, hevrêziya asayî di navbera Hikometa Turkiyê û “Heyit Tehrîr Elşam” ve, bi awakî aşkere xuya dikin, û çawa di îdamkirina xortên Kurd de – bi tuhmetên rengereng û çêkirî – bi mebest û rik in.

Binpêkirinên din

– Li êvara 25.4.2020an, milîsên “Ehrar Elşerqiyê” êriş ser “Komela Buhar a hawarçûnê”, li hin karmendên wê xistin û qewitandin, hin kelûpelên wê şikandin û dest danîn ser hin din.

– Li şeva 1.5.2020an, giropeke çekdar, li Bajaroka Be’idîna alav û amûrên kanînê ya royê û setelaytê ji dîkana hemwelatî “Elî Reşîd Hespîro” – yên bi buhaya milyonek perê sûrî – û li gel wê jî diraveke pere dizîn.

– Milîsên “Lîwa’i Silêman Şah – Elemşat”, li navenda Navça Şiyê û Gundên (Qermîliq, hersê Çeqela, Alkana, Xelîl, Hec Bilêl û Kaxrê), 15% ji werza çiloyê mêwan ji xwe re dibin, û ji her maleke Kurd ji ên li Şiyê û wan gundan rûdinin, ji /10-15/ hezar pereyên sûrî heyvane distînin.

– Li 24.4.2020an, milîsên “Feyleq Elşam”, perestgeha (zareta) “Şêx Elî” yê Êzdî, li Gundê Basûfanê – Şêrewa, di bin silogana “Elah û Ekber” de roxandin, û berî wê jî kelûpelên zaretê dizîn.

– Li Berbanga 24.4.2020an, milîsin çekdar êriş birin ser mala dilovanber “Rifet Sîdo” ji xelkê Gundê Xaziyana – Mabeta (ya ku li kolana lîstgehê ya orta Bajarê Efrînê dikeve), sê zaro û neviyên wî revandin – tê gotin ku, dibe zêr û pere jî dizîbin – û ta niha çarenûsa wan wendayî ye. Tê zanîn ku, zaroyên dilovanber “Seydo” di bazirganiya şênberên xwarin û paqijiyê de kar dikin, û jinebiya wî û zaroyan bi valakirina mala wan – da ku, dest dînin ser – tên gefkirin.

– Li 9.3.2020an, hemwelatî “Salih Îbo” ji Gundê Kurzêlê – Efrîn, ji aliyê asayîşa sivîl (Elşurte Elmedeniyê) ve hate girtin, di dû re birin “asaya siyasî”, û niha tê dadgehkirin. Hêjaye bi bîr were ku, berê jî carekê hate girtin.

– Gundê Axcelê – Cindirês ji /120/ malan pêk tê, ji wan /105/malbat li gund in, /70/malbat ji yên hatine anîndin lê hatine niştecîkirin, û milîsên “Ceyş Elşerqiyê” destlat dike. Hemwelatî “Ebdo Şe’iban” ji dora deh rojan ve hat girtin, û piştî çar rojan û piştî dandina berdêleke diravî, hate berdan.

Xelkê Efrînê bangewaziyên xwe ji bo hêzên navdewletî yên çalak li ser rûberiya Sûriyê, saziyên Neteweyên Yekgirtî, Komelgeha dewletên Ereb, hêzên niştîmanî ên bi xîret û rûmet, û aliyên kurdî re, nû û pirbare dikin, da ku, bi lez bilivin û rêgirekê ji serpêhatiyên wan re dînin, û hebûna dagîrkeriya Turkiyê û milîsên terorîst ji holê rakin û tune bikin.

03.05.2020an

Nivîsgeha ragihandinê- Efrîn

Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

———————–

Wêne:

– wêneya perçevîdiyoyekê ku, alafa agirê di bin makîna vanê de – di dema teqîna yekê de – xuya dike.

– Wêneyên qurbaniyên Pakrewan û wendayiyên nişteciyên Efrînê yên resen.

– Ciwan Betal Hesen Hesen.

– Zareta Şêx Elî ya Êzdî berî û piştî roxandina qubeya wê, ji rûpela “Basûfana Rengîn”.

Hûn dikarin dokumêntê bi tevahî daxin, li ser vir bitikînin:

Related Articles

Back to top button