Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Da ku em xwe wenda nekin û wenda nebin
Memê Alan*

Weke em tev dizanin kirîz û şerê navxweyî li Sûriyê hindik ma ku bibe neh sal û hîn tu çareseriyên siyasî di asoyê de nayêne xuyakirin.Ne tenê weha, her diçe kirîz dikufite ser hev,şer fere, hêgin û derbasî qonaxeke nû û metirsîdartir dibe, bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên me yên kurdî. Ev şerê li dar, ne tenê şerekî di nav rijîm û rikberiyê de ye, na, ew di nav dewletên zûlhêz de ye jî ,lê mixabin bi destên xelkê Sûriyê û hin hêzên terorîst û radîkal ên Islamî yên ku ji pir welatan di Sûriyê de hatine komkirin de ye.Yanê em kanin bibêjin tabloya heye, gelek reş û şebeq e,jihevderxistina wê zehmet e , dawî çawa û kînga ye ne zelal e û viyana çareseriyê li ba hemî aliyên nakokdar tune ye,ji ber ku her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê û em Kurd jî di nav de bi cih wîne û yê din tune bike.
Yanê zor kifşe ku aliyên sûrî yên nakokdar bûne lîstika dewletên destêwerdayî di hundir Sûriyê de û bê biryar û neçar mane.Vêca, di vê rewşa tarî û kirêt de, pirsa herî girîng ku ji me Kurdan tê xwestin ku li bersivê bigerin ew e, gerek em çi bikin da ku em kanibin ziyana xwe hindik bikin, di çareserkirina siyasî de xwedî rol bin û ji bo çarenûsa doza xwe ya dadmend, destkeftiyine zagonî û destûrî di pêşerojê de bi dest bixin?. Divê em ji bîr nekin, ku gelek rik li pêş me hene…Ji alîkî ve ,Turkiyê bi her awî û bi hemî hêza xwe hewil dide ku me tune bike û ji holê rake. Şam dixwaze bê ku bi te û doza te mikûr bike, tu xwe radestê bikî, û Îran jî li hezê tê ku tu destvala derkevî. Amerîk û Rûsiya jî tenê berjewendiyên xwe zanin, berjewendiya wan jî bêtirî te bi Turkiyê,Îran û şamê re ye,yanê li dawiyê gengaz e, ku berî wan di te bibhorin.!
Yanê bijarte li pêş me Kurdan ne pir in û yên hene jî ,em jê ne piştrast in. Li hember van hevrikiyên li pêş me û bi tirs, em bi kû ve herin û kû ve çekin, bijarteyek heye bi sûde ye, gerek heya ji me heye em li ser kar bikin û bi cih wînin, ji ber ku bicihanîna wê tenê ji me re piştrastbûne….ew jî danheva hundir mala kurdî û yekirina gotarê û baweriya me hêzên me YPG,YPJ û QSD û guftûgo bi Şamê re ye ….Belkîm hinek ji me bêhêvî bûbin, hinek jî ji bo hin berjewendiyên xwe yên teng nexwazibin… Bawer bikin rast e zehmetî gelek in û belkîm em nikanibin yekderb jî wê hêviyê bikin rastî… Lê, ger viyan û dilsozî li ba me hebe, ewê pile..pile pêk were.

* Rojnama Newroz – hejmar /143/ – 14ê Avdarê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button