Berî niha û îro jî, her dema ku pirsa Kurdî gavekê pêşve çûye, çirûskên ronahiyê dîtiye, berpirsên dewletên ku Kurd û welatê xwe Kurdistan li wan dabeşkirî ne, har û dîn bûne, û mîna gurên devbixwîn tevgeriyane, bi hev re pilanên tepeserkirin, qirkirin û kuştina Kurdan weke her car danîne, ev gelê bê sûc û bê guneh bi agirê zikreşî û kîna xwe ya reş sotine, ew di nava golên xwînê de hiştine!, bi hovîtî û xinizî, serok û rêberên Kurd ên canfîda kuştine. Di vî warî de, mînak pir û bê hejmar in, lê mirov dikare navên hin rêberên leheng di bîra xwe de bîne, li jêr rêz bike, mîna: Şêx Seîdê Pîran û hevalên wî, Simkoyê Şikakî, Pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî, hewldanên Kuştina nemir Mustefa Barzanî, Dr.Qasimlo û Şerefkendî, ji bilî kerx û kuştarên hovane yên derbarê gelê me birêve çûne, mîna Kuştara Helebçe, Geliyê Zîlan, Aleqemş, Dêrsim û Cirnikê…HWD.
Dema rapirsîna serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê hate pê, her çar aliyan bi hev re civînên ewlehiyê yên hevbeş lidar xistin, bi dijwarî şerê Kurdan kirin, deverên Kurdistanî ku pêşmergeyan bi xwîna dilên xwe ji rêxistina Daişê rizgar kiribûn digel Kerkûkê, di siha kerrbûn û bêdengiya hemû cîhanê de, ji destê Kurdan derxistin, û dest bi pirojeya erebkirina Kerkûk û gundewarê wê kirin!… Herweha, dema li Rojavayê Kurdistanê benê sitemkariyê li stuyê Kurdan hinekî sist bû, û piştî dana bêtir ji 11000 pakrewanî di şerên dij terorê de, gelê Kurd û pêkhateyên din ên herêmê bi aştî û aramî bi hev re jiyan kirin, careke din qîma wan nehat û şerê gelê Kurd ji xwe re kirin armanc, rabû Turkiyê Efrîn, Girê Sipî û Serê kaniyê dagir kirin, bi tundî û awayên hovane, dest bi guhertina dêmografî ya deverên Kurdî kir. Efrîna ku rêjeya Kurdan lê 97% bû, îro daketiye 25%!!…
Da ku neyarên hebûna Kurdan rastiya armancên xwe yên ne mirovane veşêrin, raya giştî ya cîhanê bixapînin, ew Kurdan bi terorê tometbar dikin. Lê, ev vir û derew nema dikarin kesekî bixapînin, her kes îde dizane ku Kurd ne şerxwaz in, lê belê ew mirovhez û aştîxwaz in.
Dûrî hûrguliyên siyasetê û şax û paxên wê, ew siyaseta ku mixabin îro çewt digere, pêwiste em vê bûyera dîrokî ya piçûk di bîra xwe de bînin: Piştî têkçûna serhildana Agrî 1930 li Bakurê Kurdistanê ser destê dewletên Turkiyê û Îranê, sergermên faşist ên dewleta Turkiyê li ser çiyayê Agirî gornek çêkirin, û li ser kêla wê gotinek bi vê wateyê nivîsandin: «Kurdistan li vê derê hatiye veşartin!.»…Ango, ew tişta ku bi navê Kurdistan hebû, îro nema ye, ew mirî ye, di vê gorê de cîwar bûye!.
Belê…Şovenên sergerm li her cihî mîna hev diramin, tu dibêjî qey ew ji yek cawî hatine birrîn. Ew ji bîr dikin ku çerxa felekê dê ne li gora dil û xwesteka wan bigere. Xediyên vê nivîsê nizanin ku bav û kalên me Kurdan ji mêj ve gotine:»Geya di bin keviran de namîne». Ew nizanin ku ew kêla derewîn dê tu carî nebe rastî, û heta Kurd li ser xaka bav û kalên xwe bijîn, doza wan sax e, namire, û her dê ew ê çareseriyê bixwaze!.. Bila zanibin welatê Kurdan ne malê mîrate, bêxwedî ye ku xelk wî li xwe parve bikin, ji xwe re bibin, li hev par bikin!.
Ji ber nakokiyên rêzanî û aborî di navbera hêzên mezin ên cîhan ê de, dibe ku îro, sibe ev rijêmên tixumperest ta demekê serdest bimînin, berdewamiyê di xwarina welat û mafên Kurdan de bikin, lê dûrî aqila ye, û ne pêkane ku 45 miloyon Kurd ku li ser xaka bav û kalên xwe dijîn, bindest û bê maf bimînin!. Bêgomane, dê rojek were, Kurd jî çarenûsa xwe bidest bêxin, azad, serbest û bi rûmet bijîn.
* Rojnama Newroz – hejmar /143/ – 14ê Avdarê 2020 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.