Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Navê te yê delal li her cî, bi berzî û sebilindî cihê xwe girtiye
Ibrehîm Şitlo*

Xwişka Qehreman Xezal

Îro û piştî 55 sal xebat û cefa te kanîbû tenê bi koçberiya xwe xwestekek dilê xwe bicih bînî:

Ew xwesteka tebû ku, tu Kurdan li hev bicivînî, te ew xwestek îro bi cih anî.

Ey Keça Çiyayê Kurd…

Rabe binêre çawa banga te, yê bi drêjayî ya 55 salan yê ku, te jiyana xwe jêre kir gorî, Îro şax û zîl daye…

Xwişka qehreman…rabe binêre vaye armanca dilê te bi cî hatiye…

Rabe bibîne çawa Kurd li dora te hawîr û tabûr rawestiyane…

Vaye xwişk, keç, kal û xortên Kurdan ji hemû gund, bajar û war hatine li benda qewîtiya tene.

Ka weke her car ku, te çawa ji ber derdê me Kurdan ji dil de dinalî û dikalî, ka îro weke her car rabe bi dengê xwe ji dil û can banga welatparêziyê li me bike û bi dengekî saf û bilind bêje:

“Erê ku çawa hûn îro di koçberiyê min de hatine silavê oxirê li min bikin , hêviya min ji we ewe ku, hûn herdem destê welatparêziyê bi dilsozî bidin hev.

Ey Malbat, heval û dost destê xwe bi biratiya rastane bidin hev, welatê me yeke, Zimanê me yeke, derdê me yeke, rêya azadiya me yeke, namûs û kerameta me yeke”.

Xwişka Hêja Diya Vîndar…

Gelek kes û tevger banga kongra netewî dikin, lê te Îro bi koçberiya xwe kongra netewî bi rastî bi cih aniye.

Pir û gelek ji amadevanan bi taybet Keçên me yên nûgihayî soz û peyman didin te ku gotin û şîretên te soz didin ku can û rihê te her ji wan re bibe ronahiya rêbertiyê.

Ez jî bawerim ku, nav û xebata te di rûpelên dîroka Kurdistanê de bi tîpên Zêrîn wê bêne nexşkirin.

Koçberiya te ji nav me, me gelek  xemgîn dike, lê deyaqa me bi wê tê ku:

Navê te yê delal li her cî, li her der û Seranserê Kurdistanê li ba hemû welatparêzan bi berzî bi hurmet û sebilindî cihê xwe girtiye.

Ez bi gotina qehremanê Kurd yê nemir Dr. Nurî Dêrsimî, gotina xwe ji tere bi dawî dikim û dibêjim:

Şêr şêre, çi jine çi mêre. Tu jî şêr bû, gelek nimûne di kirin û dewrana te de qehremaniya te nîşan didin, yek ji wan jî ev bûyer bû:

Civata Sefareta Iraqê di sala 1974 li Bonê û di nav sedan Kurd tu tenê hilda ser piyan û te qebûl nekir ku navê serokê nemir Mele Mistefa Barzanî bi çewtî were ziman bi qêrîna xwe te Kongra şovînîstên Ereb û nokerên dijmin yê qirêj lerzand, hilweşand  û bi dengê qêrîna xwe peyayên wan ji hev bela wela kirin.

Çawa dibêjin ku li piş her serdarekî jinek heye, ez jî li vir dibêjim camêriya kek Salih û piştgêriya wî di xizanî, tengasî, xweşî û nexweşî de ji xêzana xwe re yek ji wan sedeman bû ku xwişka giranbuha Xezal xebat û rêbertiya bi rumet bi qehremanî bi rêve dibir.

Her şadî û bilindî ji canê te zelal re xwişka qehreman, cihê te buhişta bilind be û serxweşî û bihinferehî  ji birayê Salih û Lawên wî re dixwazim.

Canê te her şad û bextiyar be, cihê te buhişta bilind be.

*Gotina ku di merasîmên oxirkirina nemir Xezal Yosêf de, li ser gorîstana (nord Friedhof-Bonn)- Almaniya, dîrok 05 Oktober 2019an, hatiye xwendin.

Related Articles

Back to top button