Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Koma «ZOZAN» a Folklorê Kurdî
Mihemed Dillî*

Koma Zozan, li Şam a paytext, heta sala 1981an, bê nav dest bi karê xwe dikir û ew ji 4 endamên semayê(reqisê) pêk dihat, ew jî ev bûn: 1-Faroq Bekir(sergovend, tebmbûrvan û rêvebir). 2-Cemal Elî. 3-Hemîd. 4-Cemal Bekir û Ismayîl. Li sala 1981ê, Elî Cefer tevlî komê bû, beşê reqisê û rêveberî li dest xwe gerand û wî pêşiniyar kir ku navek li komê bibe û ew nav jî ZOZAN be. Li sala 1982an, beşê mûzîkê hate vekirin ku ji van endaman pêk dihat: 1-Mustefa Hesan(Durbekvan-Reqis). 2-Ismayîl Hesen(Mûzîkvan). 3-Mihemed Hesen(Stranbêj-Reqis). Selah Bekir(Tembûrvan-Reqis). 5-Ismayîl Cizîrê(Tembûrvan-Reqis). 6-Tac Cefer(Reqis-Kewres). Kewres ji van endaman pêk dihat: 1-Nîroz Hesen. 2-Emîne Cefer. 3-Emîne( Rosan) xelîl. 4-Fayize Xelîl. 5-Hemodê Bekir. 6-Şêrîn Bekir. 7-Hesonê Hesen. Li sala 1983an, Mihemed Dillî tevlî komê bû û rêveberiya komî lê hate sipartin, û wî dest bi dana korsên xwendina dibistanê yên sinifê 9an kir. Paşê, hunermend Hozan Bengî tevlî komê bû, û wî kom fêrî gelek tiştên folklorî kir, mîna Bazdan, Stranên Folklorî yên beşê din ên Kurdistanê, bi taybetî straên bi zaravê Soranî. Li sala 1983an, yekemîn roznameya ku navê meh û rojên salî bi Kurdî çap kir, li Şam û hemû deverên Kurdî li Sûriyê belav kir, û ji sala 1983an û pêve, kontrola ahengên cejina Newrozê kir.Têkliya xwe bi koma Zozan a Helebê re xurt kir bûn wek komekê . Li sala 1984an, Koma Zozan yekemîn kasêta xwe ya stranan weşand û li herêmên Kurdî belav kir . di ahenga Newrozê de Şanoiyek pêşkêkir , ji aliye Rêber kasanî ( Husên) û Hemit avrazê , Faroq , Şêx birîmce , M.Dilli , Mone Bekir , Hozan Bengi ……. ve . Her çû endam û cemawer û hezkiriyên komê pirtir bûn. Koma Zozan têkiliyên hunerî bi komên hunerî yên Filestînê re kirin û bi alîkariya wan koman, Zozan di Şanogeha Unorwe yê de yekemîn kasêta xwe tomar kir.

Tiştên dîrokî: Di warê komên Folklorî de, cara yekemîn bû ku kasêt a komeke Folkilorî bi şêretên (bi deng) ên rêvebirê Kurd Osman Sebrî destpê dibe. Cara yekemên bû ku komeke Folklorî Kurdî li Sûriyê Stranan bi zaravê Soranî dibêje û belav dike. Diyariyek ji Rihmetî ê navdar Samî Ebilrehman wergirt. Lîsta navên endamêm komê bi deha ye û min pir nav ji bîr kirine. Ez lêborînê ji kesên ku navê wan hatiye ji bîrkirin dixwazim .

Wêneya li jor : Newroza şamê 1983 – Koma Zozan a şamê tev hin ji koma Zozan a Helebê, bi sergovendiya birêz Hesen Koşkar e.

* Rojnama Newroz – hejmar /142/ – 24 Tîrmeh 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button