Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Ji Zeviyên Ceh û genim ên me, Tenê ariya reş maye!
Mesûm Şûkrî Dawûd*

Tevî ku zivistana me ya îsal bi baran, xêr û bêr bû, hêviyên xelkên me yên devera Derbasiyê bi dahat û berhemeke baş hebû, lê sed mixabin ku ew xewn û  hêvî bi agirê ku bi dexlên wan ketibû re şewitîn û winda bûn!. Bi sedê hiktarên zeviyan ku gihabûn ber çinînê ji ber gelek sedeman şewitîn.

Heta dawiya meha Hizêranê, li gundewarê Derbasiyê agir kete zeviyên van gundan:

Sinceq, Himêdiyê, Ferhiyê, Şorê, Çolbistan, Xirbet elîd, Şerefiyê, Sefer, Meşqoq, Berkevirê, Bîrkinês, Bişêriyê, Qolan, Selam, Til dîkê, Izamiyê, Başo, Hemdaniyê, Ferhiyê, Sorsorkê, Qeremaniyê, Şê Mensûr, Qetînê, Melek, Girkundê, Birîva û Gundê Jinê yê nûjen.

Ji bilî ku rêxistina teror û hevalbendên wê ji neyarên gelê Kurd ev kar li xwe girtine, berpirsiyariya xwe di ber de nîşan dane jî, lê hin sedemên din hene ku rê li ber şewata dexil û zeviyan dûz kirine, hin ji wan ev in:

1. Avêtina quncikên çixaran ji pencerên aotobas û trumpêlan, yan jî şewitandin geyayê hişk ê derdora zeviyan, yan jî hebûna hin tîtik, cam û şûşe ku bi hebûna tîrêjên rojê di vê germa havînê de, agir bi pûşikê hûr dikeve û ew agir gur û geş dibe.

2. Dema ku li destpêkê, hawar bi agir ve negihe, ew gur dibe, rivînz wî bilind dibe û nema jêrdest dibe, hişk û ter dide ber xwe, dişewitîne.

3. Rêveberiya Xweser, tu amedekarî ji vê bûyerê re nekiribû, ew a bûye egera ku agir bi sedê hiktaran dixwar û tu kesî nikarîbû wî bitemirîne.

4. Agir, zevî û firaze ser  û ber dane ber rivîna xwe û ew şewitandine, ev ê bibe ku, ka û êmê pez û dewaran di werza zivistanê de kêm bibe û bandor li jiyana ajalan bibe.

5. Kêmbûna hejmara patozan(derasan) li deverê ku îsal dexil bi piranî hatibû çandin û berê wî qenc bû, ji bilî ku xwediyên patozan pabendî bi nirxê çinînê yê ji bal Rêveberiyê ve hatibû destnîşankirin nekirin.

6. Ji ber nebaşiya sûtemeniyê, pir caran çirûskên êgir ji şekmanê trumpêlan difirîn û agir bi dexilan diket, ji bilî hin şaşiyên çinînê.

7. Hin caran çirûskên êgir ji têlên Elektrîkê yên di nav zeviyan de ne difirin û dibine sedema pêxistian agir.

8. Gazind ji Rêveberiya Xweser têne kirin û ew berpirsiyariyê hildigire ku nikarîbû dexilê welatiyan ji şewatê biparêze.

9. Armanca neyarên gelê me ji vê şewatê ew e ku vê Rêveberiyê di çavên xelkên me de reş, biçûk û sûcdar bike, aramî û jiyana hevbeş a deverên me têk bibe.

10. Piştî şikandina Rêxistina Daiş a terorist û rûxandina dewleta wê li meha Avdara bihurî, îro ew dixwaze tolê ji Kurdan hilîne, abora wan bimrîne û wan toşî qeyranê û birçîbûnê bike.

11. Mixabin ku di vê kirîzê de, Hevbenda Navdewletî bi erkên xwe yên ranebû, û ti alîkariya teknîkî ji bo temirandina êgir pêşkêş nekir.

Di vî warî de, dixwazim bêjim ku pêwiste xwediyên pez û şivan, pez û sewalên xwe di nav ariyê de nedin çêrandin, ji ber ku ew nexweşiyên mîna «INTROTOXIMIA» bi ajalan  re peyda dike.

Li dawiyê, ji gundewarê devera Derbêsiyê hin ziyanên şewatê mîna belge gihane destên me, em wan ji xwendevanên Newrozê  re diweşînin û bi gelê xwe re parve dikin:

Gundê Çolbistan:

Reşîd Bedran: Xertûmên avdana bi şêweya nûjen bi buhayê650 000 Ps şewitîn.

Mihemed Elî Şerîf Ehmo: 30 donim

Silêman Şerîf Ehmo: 10 donim

Mihemed Şêxo Ehmo: 30 donim

Hemîd Remo Remo: 30 donim

Ebduselam Elî Seîd:15 donim

Silêman Mihemed Ehmed: 6 donim

Hac Hemîd:30 donim

Cemîl Elî Ehmed: 20 donim

Reşîd Remo: 15 donim

Ednan Ebdulbaqî Sefo: 10 donim

Gundê Nasiriyê:

Kermo Ibrahîm eldawê: 50 donim 

Gundê Şerefiyê:

Xald Nûrî Temo: 100 donim

Îsa Nûrî Temo: 65 donim

Ebdulbaqî Hemîd Biro: 30 donim

Mehmûd Mûsa Sîno: 30 donim

Ibrahîm Ehmed: 15 donim

Yûsif Izedîn:40 donim

Mûsa Hac Hesen: 13 donim

Ehmed Hesen Dawê: 20 donim

Yûsif Tahir û birayên xwe: 50 donim

Gundê Sinceqê:

Merwan Mihemed Reşîd: 180 donim

Ismayîl Reşîd:85 donim

Welîd Reşîd:210 donim

Hac Daro: 170 donim

Izedîn Bêjo: 100 donim

Xalid Hesen: 90 donim

Siûd Cime: 17 donim

Şîxmûs Hemê: 40 donim

Mihemed Lalo: 50 donim

Gundê Şerefiyê 2:

Xalid Ibrahîm:70 donim

Mihemed Îsa: Traktora wî û alavên wê hatin şewitandin.

Gund Sefer:

Dara Ibrahîm 90 donim

Yûsif Mihyedîn: 170 donim

Elî Hemo: 170 donim

Gundê Meşqoq:

Helûş: 200 donim

Gundê Hemîdiyê:

Şêx Mihemed Îsa: 900 donim

Gundê Berkevirê:

Silêman Xelef: 60 donim

Gundê Şorê:

Ji gundiyan 400 donim

Gundê Bîrkinês:

Heysem Salih Oskar: 500 donim

Gundê Bişêriyê:

Hemîd Hac Mihemed: 90 donim

Hisên Diham: 70 donim

Ehmed Mesûm Erebo:100 donim.

————————

Derbasiyê 03.07.2019

* Rojnama Newroz – hejmar /142/ – 24 Tîrmeh 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

Related Articles

Back to top button