Ne tenê bi tang, top û balefiran, şerê welat û gelan tê kirin, lêbelê, şêweyên şer gelek in, bi wî şerî hêvî û omîdên wa miletan qels û lawaz dikin, hêvî û baweriyên wî qels dikin, ji bo hin bi hin, bi demê ew re têk herê…..
Bê guman, piştî biserketina şervanên kurd YPG, YPJ û bi wan re hêzên (HSD), li hember teror û çeteyên hovane weke DAIŞ û CEBHETELNESRE yên ku beşek mezin ji xaka Sûriyê desteser kiribûn û hemî kiryarên kirêt bi nişteciyan re bikar tanîn……
Helbet ev serkeftinên gewre ne li bayê rijîma Turk û Sûriyê bûn, ew ê hemî hewildanên xwe bikin ku van serkeftinan bê wate bikin, alozî û astengan jê re peyda bikin, herweha Rêxistina DAIŞê jî wilo. Vêce, kiryara herî tund li hember gelê kurd û pêkhateyên ku pêre dijîn birêve birin, ew jî şewtandina zeviyên hemwelatiyên vê deverê bû, bi teybebetî zeviyên cotkarên kurd; da ku ziyanên abûrî ji miletê kurd re di Rojavayê kurdistanê de peyda bikin…..
Li Kobaniyê û gundên wê bi hezarên donoman zeviyên genim û ceh şewitîn bi milyarê lîreyên sûrî ziyana cotkarên kurda bûn li vê deverê.
Li Cezîrê jî, bi sed hezaran donim ji zeviyên hemwelatiyan hatin şewitandin, piraniya wan yên cotkarên kurdan bûn, ew jî bi miyarên lîreyên sûrî ziyan li wan bû.
Weke mînak di kêmî heftiyekê de bi sedhezarên doniman li Sinceq, Aliya, koçera û rojavayî Qamişlo hatin şewitandin bi heman şêweyî, (di nîvro de – roja ku ba xurt be – destpêka şewatê ku li pêş wê gelek rûber ji zeviyan hebe – bihtirê wan yên kurda be), ev têbîn jî şewtandina hin ji zeviyên pêkhateyên din, tune nake, çiko hin ji yên wan jî şewitîn.
Bi şev zeviyên gundê Sûgiya û Sofiya li başûrî bajarokê Tirbesipiyê ne, nêzî 1500 donimî şewitîn.
Demjimêr 11 berî nîvro agirek ji aliyê gundê Nebû›a agir vêket û berê xwe da gundê Byaza mezin, Tilberhem, Riheya, Gundikê seyid, Girê pirê, Girdêmê Helîmê, Maşoq û wilo ta giha bendava Mizgeftê, bi dirjahiya bihtir ji 20 k.M û ferehiya 10-15 K.M. gelek gund ji van zeviyên wan bi tevayî şewitîn.
Silêman B. Ciwan Yek ji cotkarên gundê (Tilberhem) e dibêje: (zeviyên cotkaran li gundê me bi tevayî şewitîn, agirkujên ku hatin nikarîbûn van agiran kontrol bikin çiko berê agir gelek fereh bû, û amadebûna agirkujan bi xwe jî ne bi rêkûpêk bû, me dizanîbû nema em karin zeviyên xwe biparêzin, em ji şewata gundê xwe vêce ditirsehan, me gundê xwe bi Çewal û sîtilên avê parast da em agir dûrî gundê xwe bikin.
Ebas B. Eyaz ji gundê (Gundikê seyid) got:
( zeviyên genim û ceh yên gundê me şewitîn, agir xurt bû, şer pêre nedibû tevî hemû hewildanan, di encamê de yek ji gundiyên me bi navê Xelef B. Mehmûn ku hatibû bi terektora xwe li pêş agir xakê cot bike da agir derbas nebe, lê mixabin dest û lingên wî di nav agir de şewitîn û Terektora wî jî bi temamî şewitî).
Eger em bi hûrnêrînî li diyardeya şewtandina va zeviyan mêze bikin, merov rastî çend têbînên balkêş dibe :
1 – raste tu agir û şewat bê sedem nabe, lê gelo, îsal, agir û şewatên zeviyan bê kirde bûn? Na! Li gorî dem û cihên van agiran, merov digihe wê baweriyê ku destin li pey van agiran hebûn.
2 – ji ber ku dest li pey hene, em dê rastî vê pirsê bibin: ev şewat xizmeta berjewendiyên kê dike? Wilo jî em xweş bawerin ku rijîma Turkiyê û ya Sûriyê, di heman demê de çete û terorîstên bi va herdû rejîman ve girêdayî, li pey van agir û şewata ne, çiko bi rengekî pîvayî û li gorî heman sîstemê ev agir dihatin vêxistin.
3 – Zevî li gelek cihan û di hemen demê de bi hevre dihatin şewitandin bo agirkuj nikaribin wan kontrol bikin.
* Rojnama Newroz – hejmar /142/ – 24 Tîrmeh 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê .