Dema ku şer û ceng li welatekî peyda dibin, hemû pêdiviyên jiyana rojane û pêwîstiyên jiyanê têk diçin, zagona zorê serkêşiya hemû zagonan dike, her yek dibe gunehkar û helwesta xwe rast dibîne, dengê çek, zor û zordaran bilind dibin, diyalog û guftûgo, hiş û hişmendî di pileya herî nizim de bi cih dibin û dengê wan winda dibe û nayê bihîstin û ji berê bêtir xizanî, belengazî û nezanî belav dibin û durûtî, sûdarên cengê, siyasetmedar, şirovekar û yên ku dikin bi xeybê dizanin roj bi roj pir û pirtir dibin û ev hemû dibin jêdera geşbînî an reşbîniya xelkên westiya yî û bendewar . Û her ku destarê cengê digere, hêvî û omîdiyên wan kêm û kêmtir dibin, cihê bav û kalan û rojbûnên wan dibin zîndanek teng û tarî û dibe jêdera tirs û nevehesiyê, her roj hoveneyên cengê bi kiryar û awayekî nû tiştekî ji jiyana wan qir dikin û bi xwe re dilovaniyê ji dilê mirovan dikşînin . Welat wargeha ku herî pîroz hêdî hêdî kavil dibe, bîranîn bi êş û xeman mest dibin û hêviya jiyaneke bi ewle û aram di hembêza welêt de têk diçe, dibe xewn û leylan, belê ceng dojehek ji agir e her tişt vê re tê wêran kirin û şewtandin , mirov neçar û pereng perengî dike hin koçber dibin xwe li av, derya û çolan dixin û hin di bin top û cebelxaneyan de dimînin, hin sûdê ji cengê dibînin û hin ji cengê re dibin êzing, hin hêviyê ji jiyanê dibirin û xweradestî qederê dikin û dimirin û hin jî her tim bi hêvî ne û naxwezin bawer bikin ev rewşa heyî û ev bobelata mezin ya ku bi serê wan û welêt de hatî rast bin û li benda ku ji vê xewneşeva reş hişyar bibin û her tişt wek berê vegere. Bêguman ev jî bi ya dilê me hemiya ne û wek tê gotin : « li cihê ku hêvî hebe, jiyan heye « helbet jî dawiya her cengekê heye û welatê me yê ku ev bêtirî heşt salan ji cengê westiyayî wê roj lê hile, kul, êş û birînên xwe wê derman bike û ji nû ve jiyanê lê veger e .
* Rojnama Newroz – hejmar /142/ – 24 Tîrmeh 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê .