Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Salek ji dagirkirina Efrînê
Nazdar Hesen*

Salek xwînî û tarî di ser Efrîna birîndar re derbas dibe .Salek ji êş, kul, keser û xemgîniyan dagirtî , salek ji kuştin , girtin , talankirin, wêrankirin û dagirkirina sêsed û şêst û şeş gundên Efrînê . Salek ji rûxandina peykerê Kawayê hesinkar. Cihên  wê yên dîrokî û goristanan û guhartinên navên gund û qadên wê. Salek ji hewldanên dagîrkeran û hevalbendên wan bi herhawî Efrînê ji holê rakin û ji dîrok û nasnemeya wê rût bikin, û bi çirava terorê kin . Salek ji zîndankirina Efrînê û talankirina xêr û bêrên wê , salek ji koçberiyê û belengaziyê û ji hovîtiya bi termê Barîn Kobanî hatî kirin û ji sotina dilên dayîkên pakrewanan. Salek ji bêdengdiya hemû rêxistinên navnetewî û mafmirovî û ji qels û xemsariya biraderên me yên Kurd.

Belê salek derbas dibe û Efrîna me ya birîndar kula dilê xwe derman nekiriye û nekewandiye û ta niha tu çirûskên hêviyê û çareseriyê li asumanê wê xuya nebûne. Belê ji ber ku tu bi nasnemeya xwe ya kurdî navdar bûyî, tu li ser hev, bi hêz û bi zana û welatparêziya xwe naskirî bûyî, gunehê te mezin bû,  ji ber wê jî, hemiyan destên xwe ji te ber dan û ev bobelata mezin bi ser te de anîn, lê çendî dijmin û dagirker hewl didin bi pîlanên xwe yên kirêt, birînan li te vekin û li ser tunekirina te bixebitin, ewê tucarî  bi ser nekevin, bi vîn û têkoşînên lehengên te, tu yê bi ser kevî û serfiraz bibî, û li xwediyên xwe yên resen vegerî û vegerî Efrîna rengîn.

* Rojnama Newroz – hejmar /141/ – 07 Gulan 2019 an – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Related Articles

Back to top button