Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Pirsa Navsalan, Pirsa Bi Şewat!…

Desteya sernivîser*

Mişextbûna ku bi egera qeyrana Sûryê rû da, gelek guhertin û pirsgirêkên civakî yên giran bi xwe re anîn. Mişextbûn, penabertî, bêmalî, sêfîlî, buhabûn, bêxwendinî, malgirtin, kedxwarî, guhertina gelek sincî û gerdişên civakî, hemî ji encamê şerê navxweyî ne û wek kurman ketine govdê civakê û wî diherifînin.

Ji bilî wan hemî tiştan, şerê navxweyî êşeke civakî ye giran û mezin jî bi xwe re anî, ew jî bi taybet bi ser mirovên navsal de û jiyana wan dijwartir kir.

Roja îro li piranî eger em ne bêjin li hemî gund û bajarên me, bi sedan pîrejin û pîremêr bi tenê û bêkes mane, kesekî li wan binêre û xizmet wan bike nemaye û ketine rewşine pir kambax. Bi rastî pirseke mirovî ye pir bi êş û giran e, berê li nav civaka me tune bû.

Wek tê zanîn, kesên (xwedî pêdviyê taybet) û mirovên navsal hemî bi pêdviya tişt û xizmetên rojane û taybet in. Piraniya wan nikanin buhaya cil, xwarin, vexwarin û dermanê xwe peyda bikin. Eger peyda bû jî nikanin xizmet xwe bikin, xwe bişon, veşon, îdare û xizmeta xwe û mala xwe bikin. Eger kesek ji wan nexwaş bû, kesek li kêleka wan ne tê dîtin; eger cîranekî bi qîret li kêleka wan hebe jî, ew dîsa rewşê durust nake û nabe çareserî.

Wek em dibîsin û dibînin, gelek kesên navsal bi rojan di binê malan de dimînin, kesek li wan napirse û peyalek av nade wan. Di van çend salan de bi dehan navsal û nexwaş di binê malan de mirine û piştî çend rojan xelk pê haydar bûne!.

Erê qeyrana Sûryê û guhertinên ku bûn li derveyî vîn û daxwaza civaka me bû, lê belê em jî wek piraniya xelkê Sûryê tûşî encamên wê bûne û derd û kulên wê jî dikşînin. Lewre jî em neçar in bi tiştê pê kanin bikin û derman û çareyan jê re bibîn, pirsek jî jê pirsa navsalan e.

Belkî li civakê pêşketî, civak û dewlet di ber karûbar û jiyana nasalan de dibine berpirsiyar; ew wan radikin, datînin, xizmet wan dikin, ta rêwresmên mirina wan jî li xwe digirin. Lê li nav civekeke mîna civaka me, zarok di ber xizmeta navsalên xwe de berpirsiyar in. Lê belê beşekî gava beşekî mezin ji law, keç û neviyan jî mişext bûn, dê û bav bêkes di binê xaniyan de man, li wê çaxê bobelatek civakî û mirovanî çêdibe, û belkî carina dandina zerikek av, an destgirtinek ji bo çûna destavê bi sed Dolarên ku belkî jê re ji ba zarokan werin dike û hîn bêtir jî.

Li aliyê din, civak û Rêvebirya Xweser jî wekî ku aliyê fermî li welêt tê dîtin û şûna dewletê digire, ta roja îro hîç guh ne dane vê pirsê û belkî pê ne ramî bin jî. Tenê xelkê gund û cîranên bi qîret, beşekî mezin ji pirsa xizmeta navsalan rakirne û azarên wê li wan sivik dikin.

Roja îro li piraniya gundan rêxistinên Komînan çêbûne, pir giring û pêwîst e ku ew xizmeta navsalên bêkes bike beşek ji erk û stûbariyên xwe û civaka xwe ji tarûmarbûn û wêranbûnê biparêze.

Di vî warî de, gazinên mezin ji kesên xwedî sermiyan tên kirin. Digel ku gelek kes di rewşên vê qeyranê de bûn xwedî milyaran, lê ta roja îro yekî ji wan xwe ne daye ber û hewil ne daye ku malekê ji bo xizmeta navsalan li navçeyên xwe ava bike. Ma çi ziyan wê bigihê pirojeyên dewlemendekî yan paça Rêvebirya Xweser, eger di nav bi sedan pirojeyên xwe yên aborî de ((Maleke Navsalan)) jî ava bikin û kar û xizmetekê ji dê û bavên xwe re bikin!!. Bê guman, kare û xizmeteke wiha wê ji her aliyekî de sûdar be û ciyê pesin û rêzgirtinê be jî!.

* Rojnama Newroz – hejmar / 133 / – Gelawêj 2017Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Newroz-133-1

 

Related Articles

Back to top button