Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Sûrye Li Ber Xeçerêyekê Ye …

Desteya sernivîser*

Şeş sal xwînî di ser Sûryê re derbas bûn. Piştî şeş salan ji şerê giran, du dewletên mezin Emerîka û Firansa ku ji despêka şer de digotin seroktiya Beşşar El Esed ne rewa ye û doza rakirina wî dikirin, niha şorên xwe dikişînin û ji mandina wî re, eger demkî be jî, nabêjin na. Mirov bawer nake ku sedema guhertina helwesta wan dewletan û bilî wan jî ji ber ku B.El Esed kesekî baş, bê guneh û ji ber rewşa Sûryê de ne berpirsiyar e! Sedema serek e ew e, ku li dirêjiya wan şeş salan guhertinên siyasî û îdyolocî yên giring ku di hundir rikberiya sûrî û serkêşiya wê bi xwe de çêbûne. Wan guhertinên balkêş û giring berê tevgerana gelê sûryê ya aştiyane û azadîxwaz bi aliyekî din de dan, di encama wan de, rêxistina Îxwan Mislimîn a navdewletî, Rêzxistina El Qa`îde û hevnêrînên wan rewşa Sûryê ji destê serhildêrên sivîl û niştimanperwer revandin, li destê xwe gerandin û xistin xizmeta pirojeyên xwe yên taybet û îdiylocî, siyasî û leşkerî rewşeke yekrengî ku ji hêla şaristaniya nûjen de ne tê pejrandin av kirin;  li ber bandora wê guhertinê, rikberiya ku ciyê xwe di nav pirojeya Îslama siyasî de ne girti be, nemaze ya ku çek hilnegirti be, lawaz û bê bandor bûn, baweriya dewletên ku bi qeyranê re têkildar in jî bi kanîn û hêza wan lawaz bû û ji meydana keftleftê derketin, belkî ji ber wê “Cinêv-7” jî bê encamên erênî bi dawî bû.

Li digel wan guhertinên mezin, û li gora rewşên siyasî û leşkerî ku niha li sûrî hene, baweriya dewletên wek Emerîka, Firensa û ta radeke bilind Rûsya jî bi Meclîsa Sûrya Demokrat(MSD) û baskê wê yê leşkerî Qiwat Sûrya Demokrat(QSD) bilind dibe û pişgirya wan distîne. Roja îro ESD ji hêzên rikberiyê ya herî çalak e, li dijî terorê şer dike û li ba piraniya xelkê Bakurê Sûryê cihê razîbûnê ye. Lewre jî Emerîkan MSD û baskê wê yê leşkerî QSD mîna hêzeke siyasî û leşkerî ya xudî pirojeyeke siyasî ye demokrat dinasin. Nemaze QSD hêzek e leşkerî ye zepkirî ye, cihê baweriyê ye, bi xurtî li dijî terorê disekine û şerê wê dike. Loma jî pişgirya wan jê re pirtir dibe, û eger MSD niha di cinêvên Cinêvê, Estana û bilî wan de amade nabe, lê di paşerojê de roleke wê ye bingehîn dê di çareseriya qeyrana Sûryê de hebe û nêrîna wê dê were bihîstin.

li ber roniya van guhertinên nû di warê meydan û pirsa Sûryê de, pêwîst e ku rikberiya sûrî ya demokrat li helwestên xwe vegere, nemîne dîla helwestên nepîvayî yên (Iitîlafa Niştimanî) û hêzên çakdar ên îslama tundrew.

* Rojnama Newroz – hejmar / 132 / – Tîrmeh 2017Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Newroz-132-1

 

Related Articles

Back to top button