Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Yekemîn Partiya Kurdî Li Sûryê Di bîranîna Şêstemîn De … 

Memê Alan*

 Li 14.6.2017z-2629k rêxistina Efrînê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê seredana gorên van pêşengên me yên pêşîn kir: Şewket Ne`san li gundê Tilifê, Reşîd Hemo li gundê Hopka û Mihemed Bekir li gundê Çeqela. Piştre, bi beşdariya girseyek cemawerî ji heval, dost û welatiyên deverê, ahengek li ser yarîgeha bajeroka Reco hate lidarxistin. Pirograma ahengê bi vê awayî bi rêve çû:

  • – Kêlîkek bêdeng li ser giyanên pakrewanên Kurd û Kurdistanê û her heft sazkirên partiya yekemîn di gel sirûda Ey Reqîb hate rawestandin.
  • – Gotin û birûsk hatin pêşkêşkirin: Gotina Tev-Dem, Partiya Yekîtiya Demokrat(pyd), Partiya ya Komonîst Yekbûyî a Sûrî, birûskek ji saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî û ji Komela Rewşen Bedirxan a Jina Kurd.
  • – Kurtejiyanên çend damezrênerên partî û ya Dr. Nûridîn Zaza jî hatin pêşkêşkirin.
  • – Hejmarek ji xebatkarên nofên pêşîn li ser şanogehê hatin pêşwazîkirin.
  • – Hunermendên rêzdar Hikmet Cemîl û Isma`îl Mihemed, li gel komên folklorî (Zozan û Şêrzad) bi stiran, dîlan û semayên xwe yên xweşik festîval xemilandin û dilê beşdaran xweş kirin.
  • – Sekretêrê P.Y.D.K.S Mihyedîn Şêx Allî gotinek kir, tê de bi ferehî û bi zimanekî zelal li ser rewşa Sûriyê û rewşa gelê Kurd sekinî û helwesta partiya PYDKs ravekir. Bi kurtî, xalên sereke ji gotina rêzdar Şêx.Allî ev bûn:

Li despêkê silav li her heft damezrêneran, Reşîd Hemo, Şewket Ne`san, Mihemed Elî Xoce, Hemze Niwêran, Hemîd hec Derwîş, Osman Sebrî û Dr.Xelîl Mihemed kir, rêz û rûmeta wan û karûbarên wan giranbuha nirxand.

Di warê sedemên qeyrana Sûryê de, wî tekeze kir ku rijêmên destlatdar, bi taybetî rijîma El-be`is li Sûriyê û Îraqê siyasetek qirêj û şoven di dermafê tunekirina hebûn, ziman û kultûra gelê Kurd de dajotin. Rijîma Sûriyê ta niha jî di wê siyasetê de berdewam e. Armanca wan ew e, ku mafê rewa yê gelê me di destûra Sûriyê yê pêşerojê de cî negire û lê mikûr netê; lê tevgera kurdî serûber kanî bû li hember wê ton siyaseta tund li ber xwe bida û hebûn, ziman û taybetmendiya gelê Kurd ji wendabûnê biparasta. Şêx Allî got, tevgera me ji roja roj de, di karanîna têrma demokrasiyê de pêşeng bû. Hemî partiyên tevgera siyasî ya kurdî ne perçexwazên Sûriyê ne; ew cudahiyên olî, bineolî û netewî nefret dike.

Hevalê sekretêr mêlag kir û got: Bi Kurmanciya zelal, partiya P.Y.D partiyeke kurdî ye bira ye û ne teror e, weke ku hinek dixwazin wî navî bi ser xînin. Ji bo danasîna sedema qeyrana Sûryê jî, bi zelalî got, ku sûcdarê yekê di ber qeyrana Sûriyê de rijêm e; Tevgera Ixwan El-mislimîn û çêlikên wê (Girûpên çekdar ên islamewî, Da`iş, Nesra) û piştgirên wan jî, dema ku berê xelkê dane biçekaranîna serhildêran, qeyrana Sûriyê aloztir kirin, xizmet armanca rijîmê kirin û daxwaza wê anîn cî. Ji bo wê yekê, partiya Yekîtî ji roja yekê de got: Stop û na ji çekdarkirinê re, lê belê em neçar bûn ku em gel û herêmên xwe biparêz in.

Li derbara helwest û pêlanên dewleta Tirkiyê jî, Rêzdar Allî got, ku ji destpêka kirîza Sûriyê de, me wek P.Y.D.K.s. gelê xwe haydar kir, ku bila em bi pêlanên Turkiyê neyêne xapandin, me ji hemî alî û encûmenan re jî diyar kir, ku divê em serborî(îbret) ji berevaniya Y.P.G û Y.P.J li devera Qestelê Elî Cindo û Serê Kaniyê wergirin, em ji wan re alîkar û piştgir bûn jî. Me herdem digot, ger em ji Efrîn, Kobanê û Cezîrê hez nekin, em nikanin Ji Mihabad, Hewlêr û Amedê hez bikin. Herweha ger em ji Y.P.G û Y.P.J jî hez nekin, em nikanin ji Pêşmergan jî hez bikin, û tenê wê hîngê em derewan dikin.

Li derbara siyaset û kiryarên dewleta Îranê jî wiha axivî: Rast e ku Îran bi me re ne cîran e, lê ne Misir, Si`ûdiya û Urdin Qadî Mihemed bi darvekirin, dezgeh û zihniyeta rêbaza Ayetulah Xilxalî ew kara kir. Îran bû ya ku li sala 1968an Sekretêrê P.D.K.Î Silêman Me`înî(Tewfîq Emîn) kuşt, bi paş makînê ve girêdayî û li kolanan xuşand; ew bû ya ku li Viyêna Dr. Qasimlo û li Berlînê Sadiq Şerefkendî kuşt.

Sebaret PKK û rêberê wê rêzdar E.Ocelan jî wiha axivî û got: Teqîn û piroseyên teror ku li Turkiyê çêbûn, Da`işê kirin ne PKKê wekî ku raghandina bi ser Turkiyê ve dixwaze xuya bike. Birêz Ebdela Ocelan ne tewankar e, ew siyasetmedarekî navdar û nûnertiya beşekî mezin ji gelê Kurd dike. Vêca çima Rijîma Turkiyê tecrîdê ji ser ranake? Em bawer in rakirina tecrîdê ji ser Ocelan, wê bibe kilîta aştiyê û vekirina diyalogê di navbera dewletê û Kurdan de.

Sebaret babeta rapirsîna ji bo serxwebûna Herêma Kurdistana Îraqê jî Şêx Allî dupat kir û got, ku ew biryareke rewa ye û ji mafê gelê Kurd de; erê ne ji mafê beşên dine ku dengên xwe bidin, lê em jê re alîkar û piştgir in. got jî, gelê me yê Kurd tucarî êrişî tu aliyan nekiriye, lê ew herdem hatiye êrişkirin.

Li hember van êrişan, xebateke bê hempa û rawestandin gerek e; ajotina şopa wan nemirên damenezrêner û xwendina berhemên wan pêwîst e. Çimkî zanist û zanîn dermanê her derdekî û bingeha her serkeftinê ye. Çandin û parastina darûberan parastina Kurdistanê ye. Lihevkirin û yekrêziya me Kurdan jî kilît e û zor pêwîst e ku rojekê pêşde pêk were. Têbîn: Win kanin li ser vê girêdanê guhdarî bikin: www.yek-dem.com.

* Rojnama Newroz – hejmar / 131 / – Pûşber 2017Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Newroz-131-1

 

Related Articles

Back to top button