Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Efrîn Berdêla Kurdeweriyê Dide …

Desteya sernivîser*

Ji destpêka qeyrana Sûryê de, hemî nevçeyên kurdî û bi taybetî navça Efrînê di tengahî, dorpêçkirin û keftlefteke giran de ye bi çekdarên tundrew re. Eger carina hêrs û hêrişên wan radiwestin, nijadperestiya dewleta Tirk dest pê dike û ew jî kîna xwe bi ser gelê kurd de dirijîne. Li navça Efrînê, ta roja îro piraniya gundên li ber sînorê Tirkiyê û sînordarên ketîbeyên çekdar li Başûr û Rojhilata navçê, bi dehên caran tûşî hêrişên çekdar û bombebarana wan bûn. Di encamê de bi dehan mirovên me yên sivîl jiyana xwe ji dest dane, bi sedan birîndar bûne, û ziyanên mezin gihîştine arzûyên welatiyên me. Kîneke mezin li ser tevaya navçeyên kurdî, bi taybetî jî li ser navça Efrînê peyda bûye û çavsoriya dijatiyeke kufkî serî hildaye. Sedem û têvedêr jî dewleta tirkiyê ye. Ew çekdarên ku pê ve girêdayî û bi pereyên wê kar dikin bi ser Kurdan de germ dikin û kêra wan tûj dikin. Lê mirov û xelkê me li ser axa xwe pêdar e, pê ve perçîm bûye, herdem amade ye ku ji ber rûmet, xak û heyîna xwe ve bergiriyê bike. di va dema teng û mofirkî de, pêdarî, girêdana bi xakê ve û berxwedan û bergirî ji gelê kurd re bûye qeder û rev jê nemaye. Erê lihevnekirina tevger û partiyên me dilê mirovê kurd dêşînin û lome û gazinên mezin jî dike, lê dil û destên wî di warê xebat û xweparastinê de sar nabin.

Li roja 19ê Gulanê navça Efrînê tûşî hêreşeke têrorîst bû û di encamê de du berxwedêrên Kurd jiyana xwe ji dest da û heft jî birîndar bûn. Sekretêrê Partiya Yekeîtî Ya Domokrat a Kurd li Sûryê berêz Mihyedîn Şêx Alî li gel hejmarek ji serkirde û hevalên partiyê di rêwresma veşartina pakrewanan de beşdar bû. Bona wê bûyera têrorîstane, rêxistina Efrînê ya Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûryê gotinek belavkir, tê de wiha got:

((Li berbanga roja Înê 19/5/2017an, komek ji têrorên Eniya El Nusra û komên pê ve girêdayî gundê Îska- li Başûrê Efrînê bi 20km-  dan ber hêrişeke xinan û bombebaranê. Û piştî çend katan di pevçûna di navbera hêrişkeran û Yekîneyên Parastina Gel û Jinê, hêriş hate têkbirin, heft çekdarên kurd birîndar bûn û diduyan jî jiyana xwe ji dest dan. Pakrewan ev bûn: Sîwar Mistefa Xelîl ji gundê Xezîwê û Xalid Mihemed Eloko ji gundê Îska.

Em di Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd  de van tûş û hêrişên çepel ji hêla komên têrorî û gawirkirinî ku ji dewleta Tirkiyê de têvedayî ne, li ser sînor û gundên navça me bi tundî şermezar dikin. Armanca wan ew e, ku aramî û hêminiya navça me têk bibin. Banga me ji gelê me re, em li pêlanên dijmin haydar bin û destên xwe bidin ypg û ypj. Banga me ji civaka navnetewî re jî ku li kêleka gelê me bisekine û ji têror û nûkeran biparêze.

Rûreşî û şermezarî ji têrorên kujer re. Nemirî û serbilindî ji pakrewan re. çakbûn ji birîndaran re.

* Rojnama Newroz – hejmar / 130 / – Gulan 2017Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

Newroz-130-1

Related Articles

Back to top button