Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Ne ji Şêx Alî bu ye alozî kûrtir dibûn …

Hozan Efrînî*

hozan u shex

Ne ji sekreterê giştî yê Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê  rêzdar Mehyedîn Şêx Alî bu ye li Rojavayê Kurdistanê alozî kûrtir dibûn û dibe mirov rastiyan bibêj e.

Ew kesên ku xwe di partiyên pasikkûrkî de, bi serkirde û sekreter û serok dizanin,yên ku êrişî ser kesayetiya rêzdar Şêx Alî dikin û dixwazin wî biçûk nîşan bidin û wî bikin bi kesê nepejrandî, ez piraniya wan nas dik im û bilaa ti kes xwe di ava zemzemê de nîşan nede weko bêjin ku ew bi ava zemzemê hatine şoştin û her pak û temîzin û ji bilî wan jî tev pîa û ajan û neyarên doza kurd in. Bawer bikin ti kes ji wan kesan, wek çarîkek xebata kurdperweriya rêdar Şêx lî nekirine û wê nekin jî.

Ezne berevaniyê li kesayetiya Şêx Alî dikim û ne jî ew pêwîstî bi min heye, ji ber ku bi hezaran kesên alîgir û endamên partiya wî hene ku berevaniyê lê bikin û di rastiyê de jî, ew jî pêwîst nakin ji ber ku, xebat û helwesta rêzdar Şêx Alî bi xwe dikare berevaniyê li kesayetiya wî rêzsdarî bikie.

Ez ji kevin ve xebat û karê rêzdar Şêx Alî dişopîn im û min car hebû rexne jî dikir û car hebû spas jî dikir.Ji ber ku ew kesê ku bilive û bixebite, wê rastî kêmasî û şaştî û çawtiyan jî were. Wek Lînîn digot; Ew kesên ku kêmasiya nakin hîn ji dayîk nebûne. Ji ber ku dema mirov kar dike, wê şaştiyan jî bike û ev kar tiştekî pir normal e.

Ew serkirde gelek cudaye ji ew kesên ku xwe kirine serkirde an jî xwe bi ser alîgirên partiyn xwe sepandine û bo darê zorê an jî dolaran xelkê li xwe komdikin.

Ev êrişa ku li dijî rêzdar Şêx Alî bi rêve diçe, ne normale û cihê nîgeraniyê ye.

Ev ne cara yekê ye ku hinek alî wha dikin û ew dizanin çi dikin û wê çi bikin.

Ez herde gotina xwe derbrê rola rêzdar Şêx Êlî de tîn im ser nivîs û ser ziman ku;” Ev Serkireya Xwedî Girîngiyeke Taybete Û Ew Parêzvanê Aştiya Navxweyî Li Efrîn Û Rojvayê Kurditanê Ye “.

Bi nêrîna min ku ev kes, li cihê ku were biçûkkirin û teşhîrwrî bi derheqê kesayetiya wî bê kirin, pêwîste were parastin û xwedî lê derketin û mezinkirin û rêzlêgirtin.Ji ber ku kesayetiyên mîna rêzdar Şêx Alî, ji bo şoreşa me gelek girîng û pêwîst in. Ew xwedî roleke aştîparêze û hevrêziya nîştimanî û ya kurdî diparêze.

Ev kes xwedî roleke pir mezin û giranbuhye û xwedî projeya yekrêziya netewî yene tenê li Rojavayê Kurdistanê lê ew li hemû aliyên Kuridstanê û nimûneya herî li ber çavan ew bû ku di sala 2014`an de.dest bi gereke hevdîtinên cur bi cur kir û tê de, ligel hemû aliyên nakokdarciviya û nêrîna xwe û partiya xwe arasteya wan aliyan kir tako hewil bide ku tevahiya aliyan jihevdu nêzîk bike û yekrêziyê biparêze û destkevtên netewî biparêze.

Ez dixwaz im van pirsyarên ku di serê min de hene ji tevahiya partî û serkirdeyên wan yek bi yek bikim; Gelo kî ji we nasnameya rêjîmê ne pê re ye?

Gelo kî ji we di dibistanên rêjîmê de nexwendî ye?

Gelo kî ji we bi peyyên rêjîmê re peywendî nekiriye?

Gelo kî ji we di raperîna 12 adarê de bi Mihemed Manora û Elî Memlok re neciviya?

Gelo kî ji we zarokên xwe di fermangeh û dibistan û zanîngehên rêjîmê de tu nene.?

Êdî bese ji propagandeyên we ên pùç re. Hûn bi riya çewtî re derbas dibin û we her kesên ku ne we re ne, ji xwe re kir neyar û dijber. Ev kar wê we biçûk bike û hûnê paş de bimîmin, ew kar û helwesta we, wê ziyanê bighêje we û pirsa netewî kurd û wê ji bo dîrokê bête nivîsan din.

Ez wek dibhîsim û li ser rûpelên vegihîştina civakî û ger rêzdar Şêx Alî ne ji Efrînê be ew êriş li dijî nabe û ne alîgirê Xweseriya Demokratîk û endamê Meclîsa Demokratîk a Sûrî bu ye, ev êriş û neyartî bi yek carî li dijî kesayetiya wî rêzdarî nedihate kirin. Li vir mirov pir maliq dimîne ji van kesan re. Gelo eger kesekî ne ligel te be, tu wî bi dijber dizanî:?

Gelo kesekî ne bi ramanê te re be tu wî bi neyar dizanî?

Tikaya Tikaya vê helwest û nêzîkrtiyan berdin û bila gelê me hinekî ji xwe re vehese û serê xwe hêmin bike.

Mixabin.

Ez di dawiya nivîsa xwe de, wiha dibêj im, eger ne ji rêzdar Şêx Alî bu ye, wê li Rojavayê Kurdistanê, rewşa navxweyî aloztir bibuye û ew kesek ji kesayetiyên bi hêminkirin û aramkirina peywendiyên ber bi parastina aştiya navxweyî ye. Pêwîste em hemû li derdora kesayetiyên wiha kom bin û rêzlê bigrin û biparêz in.

* PUKmedia 28.05.2017

Related Articles

Back to top button