Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Erdoxanê Îxwan.. û Tirkiya Winda!! …

Desteya sernivîser*

Li  ber destê siba 25 Avrêlê, refin ji balefirên cengê yên dewleta tirkiyê dane ser çiyayên Qereçoq û Şengalê û baregehên hêzên kurdî bombebaran kirin. Li roja din 26-27ê Avrêlê jî, gelek gund û warên Kurdan li navçeyên Cezîr û Efrînê bi hemî cureyên çekan hatin bombebarankirin. Di encama ew hêrişên kîndar de bi dehan şervanên YPG û Pêşmerge jiyana xwe ji dest dan.

Ev ne cara yekê ye û dê ne ya dawîn be jî, ku destlata Erdoxan rûyê xwe reş dike, gelê Kurd û warê wî dike armanca hêrişên xwe û bi kiryarên xwe yên çepel, û bi rengekî yekser û ne yekser alîkariya hêzên têror û di serî de rêxistina DAIŞê dike.

Nakirina Emerîka ji beşdarbûna (xapînok) ya artêşa Tirk di şerê rizgarkirina bajarê Reqayê ji destê Dewleta Îslamî, peyam û gubîskirineke bû ji destlata partiya AKP re. ji ber ku Emerîka û hemî raya giştî têkliyên dewleta Tirkiyê bi rêxistinên Têror re eşkere bûne û hatine naskirin. Baş diyar bûye, ku armanca wê ya serke gelê Kurd e. Loma jî Emerîka, Ewrupa, Rûsya û bilî wan jî baweriyê bi soz û gotinên Erdoxan û daxwazên wê nabe. Ji bilî ku Emerîka ne gêjike ku destê xwe têxe bin kevirê Erdoxan û paşê li razîbûna wî bigere. Ew baş dinêrin û têdigihên ku hevalbendiya wî bi partiya nijad perest MHPê re, hevbendiyeke olî-Toranî li hember hêzên demokrat û zanîngir, ne tenê li Tirkiyê, lê li hemî Rojhilata Navîn çêkirine, bi taybetî jî, li dijî gelê Kurd yên mafdar û aştîxwaz. Raya giştî tev tê gihiştiye ku hevbendiyek mîna wê, ji bilî dijîtiya wê ji Kurdan û ji jiyana Demokrat re li Tirkiyê, tiştekî din jê netê û jê hêvî nabe. Gelek çavdêr dibînin, ku hêriş 25-26-27 Avrêlê li dijî baregehên hêzên kurdî, jî ji berhem û encama hevbendiya şoven û faşêst di navbera AKP û MHP de bûbû. Ew razîkirin û berdêleke ji helwesta MHPê ji raspirsînê re, û dê ta demekê  berdewam jî bikin.

Ciyê dilxweşiyê ye, ku ew hêrişên hov pêrgî helwestek neyînî û eşkere ji hêla her du dewletên têkildar Emerîka û Rûsya de hatin. Ew helwesta navdewletî ya şermezarkirinê cihê vehesî û razîbûna gelê Kurd û nofeke mezin ji şêniyê Bakurê Sûryê bû. Tedbîrên ku ji hêla wan her du dewletan ve, ji bo nêrevaniya sînorê Tirkiyê bi herêmên kurdî re li Bakurê sûryê bikin, hinek hêvî li ba xelkê me peyda kir. Ew hêvî dikin ku ewê aramiyê li navçeyên ku ji hêla Hêza Sûrya Demokrat de têne parastin biçespîne û ji artêşa Tirk re jî bibe bend û nehêl.

Germkirina sînorê Tirkiyê, niha jî û li demên pêş jî, tenê dikeve xizmet pêlanên dewleta Tirk û berjewendiyên wê û hêzên têror pêk tîne. Loma jî, Tirkiya nû ya AKP û MHP dixwaze sînor germ bike, da ku dijîtî û neyartiya xwe ji navçeyên kurdî re wek berevaniyeke rewa bide xuyan. Bê guman ev xala giring di bala rayedar û berpirsiyarên YPG û Rêvebirya Xweser de ye û netê jibîrkirin. Çinkî bêhna faşîzmê ji pêlana hevbendiya Olî-Toranî ku Erdoxan serkêşiya wê dike, tê.

Çavdêr li hev dikin û dibêjin, ta niha Kurd li ser riya rast in û bi hişmendî kar, xebat û siyaseta xwe dajon. Ta niha navçeyên me aram û parastî ne, dewletên mezin ji siyaset û helwestên me razî ne. l pirs ew e, gelo ma em jî kanin di navbera ev hêzên xwedê berjewendiyên têvel de hevpîvanê çêbikin û navçe, gel û mafên xwe biparêzin? Belê! Em kanin! Çinkî Kurdên îro ne kurdên berê ne, ew ne nezan û çavgirtî ne, heyam li cîhanê jî ne ya beriyê, ew jî hatiye guhertin û herwiha rê li pêş gelê me vebûye!!

Bo şermezarkirina dijberî û hêrişên balefir û hêzên tirkî li ser navçeyên kurdî li Sûryê û Şengalê, û mebest û armancên wê. Mihidîn Şêx Allî sekretêrê partiya me Yekîtî Demokrata Kurd li Sûryê jî daxuyanek ji raya giştî re hinart û wî jî armanc û mebesta hêrişê dewleta Tirkiyê wiha rave kir: ((… ev dijberî û hêrişa tirkiyê ya buvedar, li ser bingeha gurbûna qeyranên hundirê Tirkiyê hate kirin. Tirkiyê hîn li ser siyaset û kiryarên xwe yên gumankar di rewşa hundirê Sûryê de bi rik e, nemaze jî di armanckirina Kurdan de… Mebesta Tirkiyê ya bingehîn ji wê dijbertiyê, ew e ku Yekîneyê Parastina Gel li xwe biheyrîne, û rola wê ya bingehîn di dorpêçkirin û û têkbirina Rêxistina Dewleta Xîlafê (DAIŞ) ji bajarê Reqa ya Sûrî re ku wek paytexta day nasîn, lawaz bike…)).

* Rojnama Newroz – hejmar / 129/ – Avrêl 2017Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

 Newroz-129-1

Related Articles

Back to top button