Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Gotina Rojnama Newroz û Kovara Pirs di roja Rojnamegeriya Kurdî de – 2017an

Komîta Çand û ragihandinê ya P.Y.D.K.s

Mêvanên rûmetdar

Silav û rêz ji we hemiyan re

Rojnamegerî di jiyana netew, civak û welatan de, roleke zor mezin dilîze. Ew çavdêriyê li pêvajoya hemî aliyên jiyanê dike, raya giştî ji hemî bûyeran re ava dike, û di encam de jî guherînan  çêdike, ne tenê weha,  mirov dikare bibêje ku ew delameta serekîne ji hemî pêvajoyên cîhanî re, çi erênî bin an neyênî bin. Erênî û neyêniya rola wê bi pirsa demokrasiyê ve girêdayî ye, yanê çendî demokrasî geş û cî girtibe ewqas rola wê erênî dibe, bervajî wê jî çiqas demokrasî binpêkirî be rola wê neyênî ye. Ji ber hikariya wê ya berbiçav û mezin, ew hino-hino ji destlatiya xwe ya çaremîn derbasî qonaxeke nû ji destlatiyê dibe, û mirov gengaz dibîne, ku di pêşerojê de bibe destlata yekem. Wêlomê, em dibînin ku rojnamevan û çalakvanên rojnamegeriyê ji aliyê destlatên diktator, kevneperest, şoven û hêzên teror ve, têne armanckirin û gelek caran têne kuştin jî, bêtir jî di kirîz û şeran de, mîna Sûriyê, Îraq, Turkiyê, Yemen, Lîbiya;….û H.W.D. Çimkî rojnamevan û karmendên rojnamegeriyê ji bo têgihîştina zanyariyên bûyeran û ragihandina wê ji cîhanê re, weke şervanan – lê bê çek- dikevin oza şer û dogişan . Ew yeka bi xwe wan dixe bin metirsiyên berdewam.

Xwîşkino, birano ….!

Berî niha bi sed û deh û neh (nozdeh) salan ronakbîrê Kurd ê gewre, nemir û bi nav û deng, Miqdad Midhet Bedirxan kanîbû rol û girîngiya rojnamegeriyê di jiyana gelê me yê Kurd û Kurdistanê de bidîta û bixanda, û li (22) ê Avrêla sala 1898 an de, yekemîn rojname bi navê Kurdistan, bi zimanê kurdî (tîpên erebî), li Penaberiyê (Qahîrê paytexta Misirê) bi zor û zehmetî derxista û li Kudistanê belav bikira, da ku Kurd jî weke miletên cîhanê bibe xwediyê  bizaveke rojnamegeriyê û rewşa Kurd û Kurdistanê  jî dakeve rojevê, roniyê bibîne , bincil nebe, û deriyê ragihandinê li pêş nifşên nû bi zimanê kurdî vebe. Bi rastî, di dû re bi dehan ger em nebêjin bi sedan weşan, rojname, kovar û ekran bi zimanê kurdî, erebî, turkî û farisî derketin holê. Yanê mirov dikare bibêje Kurd bûn xwediyê tevgereke rojnamegeriyê. Lê mixabin ji dest gelek kêmkasiyan dinale û ne li gor asta dîrokî ya ku Kurd têre derbas dibe de ye. Ji wan sedemên ku bûne kelem li pêş pêşketina rojnamegerî û ragihandina kurdî ev in:

1- Piraniya Rojname û kovarên derdikevin bi zimanên biyanî ne û kêm ji wan bi zimanê kurdî ne.

2- Piraniya rojnamegerî û ragihandina me di bin bandoriya partî û bîrdoziyê de ne.

3- Pirniya karmendên wê çalakvanên xwebexş in û ne pispor in.

4- piraniya wan rojname û kovarên hene ne saziyane derdikevin .

5- Piraniya wan jî bê bingeheke diravî ne.

Hêviya me ew e, ku ev pirsgirêkên me jimartine û yên din – ger hebin – di pêşerojê de werin çareserkirin, da ku rojnamegerî û ragihandina kurdî kanibe di danheva mala kurdî de bi roleke erênî bilîze, herweha kanibe li hember ragihandinên ku dixwazin bi piropagandeyên xwe yên qirêj ji bo rûbirûkirina Kurdan, jihevxistina tevgera Kurd û Kurdistanê, tunekirina mafên gelê Kurd yên rewa , û gurkirin û dijîtiya miletê me bi gelên cîran re ( Ereb,Turk û Faris ) bisekine û berxwe bide.

Beşdarên delal….!

Li dawiyê em bi hêvî ne, ku di vê dema nazik û firka dîrokî de, ku bi her awî hin ragihandin û rojnamegeriya biyanî (erbî, farisî û turkî)  piropagandeyên xapandinê û derewîn li dij me belav dikin, bi fen û dolabên wan em netên xapandin, û berjewendiya xwe ya netewî bi pêş her tiştî din.

 Dilovanî ji giyanên pakrewanên rojnamegerî , ragihandin û peyva azad re.

 Azadî ji rojnamevan, çalakvan û hemî karmendên rojnamegerî û ragihandinê re yên di girtîgehan de.

 Serkeftin ji doza me ya dadmend re.

Û sipas ji guhdariya we re

21.04.2017an

Desteyên sernivîser

ên

Rojnama Newroz û Kovara Pirs

Related Articles

Back to top button