Gera Cinêvê ya pêncan jî bi dawî bû û tiştek li derbarê çareserkirina qeyrana Sûryê encam neda. Nêrevan û şopînerên rewşa guftûgoyên tabloyeke reşbîn û lihevketî ji heyama Cinêvê û encamên wê re xuya dikin, û dibêjin ku sedema sereke ji girêfkirina guftûgoyan re jî destên derve ne. Ew destina jî kûr derbas nava şerê Sûriyê û tevahiya rewş, pirs û qeyran bûne, û çareseriya wê jî bi pêkanîna berjewendiyên xwe yên pirerengî ve girêdane, lewre jî ne xema wan e ku pirojeyên xwe yên taybet bi xwîna gelê Sûryê û li ser pişta wî pêk bînin. Di van heyaman de, rijêmê û alîgirên wê û rikberî û pişgirên jî her ku şer dirêj û germ dibe, bêtir har û hov dibin û herwiha derfetên çatreseriyeke nêzîk û dadmend dûr dikeve. Wekî ku rijêm û çekdarên wê, û rikberî jî bi hemî beşên xwe ve, bêhna xwînê pê xweş bûye, hêrsa kîn û tolvedan kûr bûye; wekî ku wan gel û welat ji bîr kirine, û tenê bidestxistina destlatê bûye xem û armanc.
Sedema destpêkê û sereke ji tevgerana gelê Sûryê re pirsa maf, rûmet û azadiyê bû. Pirsa gelê kurd li Sûryê jî yek ji wan egerên bingehîn bû. Lê mixabin piştî ewqas xwîn, êş û wêranî, diyar dibe ku ew armancên rewa bi aliyekî de hatin têvedan û berjewendiyên destlat, olî, bineolî, navdewletî û wekî din jî li ba her du aliyê keftleftê, rijêm û rikberî , şûna wan girtin.
Lê tiştê herî balkêş, ji pirsên ku ji bîra her du aliyan neçûye, bi giranî dane ser, li ser digihên hev û dixwazin wê tune bikin, pirsa gelê Kurd li Sûryê ye. Ew di warê wê pirsê de hîn li ser çanda xwe ya nijadperestî û helwesta mandelkirinê mane û dimeşin. Wê nêrînên xwe ya nerênî û nijadperest li ser masa guftûgoyan û di alavên ragihandinê de jî eşkere û bê şerm xuya dikin. Helwesta rikberiyê ya rast di tenga pirsa kurdî re jî, di Cinêv-5 de aşkere û tazî xuya bû. Wan ne tenê belge û nêrîna nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurdî(ENKS) li derbara çareserkirina pirsa kurdî di desteya gufûgoyan de nepejirand, lê radestî nûnerê YN jî nekirin.
Di van rojên dîrokî de, pir pêwîst e û ji hemî aliyan tê xwastin ku bi hev re û bi yekdest berevaniya xwe bikin, bi şandeke kurdî ye hevbeş jî biçin ber maseyên guftûgoyan û bi navê gelê Kurd deng bikin. Ew ne daxwaz û hêviya gelê Kurd tenê ye, dewletên mezin ku doza kurdî rewa dibîbnin jî li wê bendê ne û doza yekîtiya Kurdan dikin û rewşa wî dişopînin. Rastî ew e, ku aliyekî bi tena xwe, çiqas xurt be jî, nikane bi tena xwe nûnertiya gelê Kurd bike. Tenê nûnertiyeke giştî, yekgirtî û hevbeş kane li ber maseya Cinêvê û bilî Cinêvê jî rûne, sîngê xwe bikute.
* Rojnama Newroz – hejmar / 128/ – Avdar 2017 – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê