Berê, rêxistina teror bi têvedan û tedbîra destlata Tirkiyê deverên Kurdan dikirin armanca hovîtiya xwe, dixwastin wan wêran û dagîr bikin, û tiştekî bi navê “gelê Kurd û doza kurdî” li Sûryê ji meydanê rakin. Ew mebest ji berê û paşê de û niha jî armanca dewleta Sûryê, Tirkiyê û hemî nijadperest û şovenîstan Ereb û Tirk bû. Hêriş û hovîtiya terorîstan ku li ser Kobanê û Serêkaniyê pêk hatin, di çarçewa wan helwest û nêrîn de rabûn û hatin birêvebirin.
Lê, piştî berevaniya serkeftî ya hêzên kurdî li Kobanê, Girê Sipî û deverên kurdî yên din jî, û dûrkirina hêzên terorê ji derdora piraniya herêmên kurdî, niha Tirkiyê neçar bûye ku bi xwe destê xwe dirêj bike û bi kar û kiryarên têror û nemirovane li dijî gelê Kurd rabe. Herkes dibîne, ku çawa navçeyên sûryê yên bersînorî, nemaze herêmên Kurdan, bi şêweyekî rojana dikevin ber hêrişên leşkerên Tirk. Ew mirovên sivîl dikujin, gund û arziyan wêran dikin û jiyana mirovê Kurd dixin metirsiyê û dijwartir dikin.
Wek em dibînin, di van çend salan de, bi sedan kesên sivîl bi destên serbazên Tirk têne kuştin, bi sed hêktaran zevî têne desteserkirin û wêrankirin, bi deh hezaran darên zêtûnê û darên daristanan têne birîn û hilkirin û xeta sînor jî bi dîwarên bêton û hêsin tê dorpêçkirin.
Bêguman, armanca dewleta Tirk ji van kiryarên hov û çepel ew e, ne teror û rêbirîna wê ye, armanc û mebesta wê ya serke û bingehîn ew e, ku deverên kurdî li Sûryê dorpêçtir bike, wan wêran bike, xelkê wê jê derxe, û ji doza wî dilsar bike, da ku dev ji mafên xwe yên netewî berde. Ew bi her awakî hewil dide ku rewşa Rêvebirya Xweser kambax bike, dilê xelkê jê sar bike û wê têk bibe.
Dewleta Tirk pêkol dike, ku di bin bandora wan seng û guvaşên rojane û hovane de li ser gel û welatê me, xelkê neçar bibe, yan dest ji warên bav û bapîrên xwe berdide, welat vala bibe; yan jî xwe radest û qayîl bibe têkeve nava pêlanên gemar û şerxwazan li Bakurê Sûryê, û bibe destik ji Tirkiyê û hêzên alîgirên wê re.
Li hembera van pêlan û zordariya dewleta Tirk û hêzên terorîst ku ew ji xwe re dan û tîmar dike, li ser gel û her mirovekî Kurd û hemî hêzên kurdan sepan e, ku xwe bikin yek, bi xaka xwe ve werin girêdan, û ta ji wan were, di ber hebûn û azadiya xwe de berevanbiyê bikin, pêdar bin, hîç dudilî nebin û bê rawestan xebata xwe berdewan bikin. Roja îro, hemî rewş, nîr û mercên herêmî û navdewletî jî xuya dikin, ku mafdariya gelê Kurd û nemafdariya neyarên wî ji gelên cîhanê û raya giştî re jî baş xuya bûye û hatiye têgihîştin, û roj jî nema bi bêjinga neyaran tê girtin(veşartin)! Ango, em kanin bê dudilî bêjin: Paşeroj ya gelê Kurd e.
* Rojnama Newroz – hejmar / 127/ – Reşmeh 2017 – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê