Ev e nêzîkî şeş salan e ku gelê Sûriyê bi kul, derd û xem, di dojeha şerekî dijwar û gemar de dijî… Di vî şerî de, ta niha derdora 500 hezar kesî hatine kuştin, milyonek jî hatine birîndarkirin. Ji bilî rijandina xwîna gel, piştî wêrankirina dehên bajaran û kavilkirina hezarên gund û bajarokan, bêtir ji 12 milyon kesî ji cih û warên bav û bapîrên xwe bar kirine, li biyaniyê penaber bûne, di bin konên serşoriyê de ew toşî hemû reng û cûreyên bê rêzî û têkiliyên ne mirovane bûne, perşîan, xizan û bê rûmet dijîn…Ango mirov dikare bibêje ku welat ser û ber ji welatiyên xwe re bûye dojeh, bûye goristaneke mezin!..
Derbara vê bobelata giran a ku bi ser vî gelî û welatê wî de hatiye, eger bi kurtî be jî, pêwiste em bi hev re li bersiva pirsekê bigerin, ew jî ev e:
Ma gelo kî di ber vî gunehê giran û tewana mezin de berpirsiyar e?!…
Li gora belge û kiryarên li ber dest û çavan, berpirsiyarê sereke yê di ber vê bobelatê de rijêma çavsor a totalîter e, ya ku bi darê zorê, bi zêdegaviyên dezgehên ewlehiyê, stoyê gel bada bû, ew ji hemû maf û azadiyan bê par hiştibû, hemû şêweyên girtin, lêdan û eşkencekirinê bi hemwelatiyan re bikar anî bû…Lê, piştî ku di navbera rijêm û rikberiyê de dengê tivingê bilind bû, berpirsên dewletên herêmê, her aliyekî ji hêla xwe ve, li gora berjewendiyên xwe, pêçên xwe xistin nava kirîzê, pere bi ser siyasetmedar û şervanan de rijandin, ol û wijdana wan kirîn. Û da ku rivîna vî agirî bilindtir bibe, ter û hişk bişewitîne, gaz li wî agirî kirin, şervan û çete ji her cih û warî civandin, rahênan kirin, bi çek kirin û ew di sînorên Tirkiyê, Urdin û Libnanê re derbasî qada Sûriyê kirin û pilanên xwe yên gemar daxistin meydanê. Her weha, saziya navdewletî jî li gora pîvanên xwe, di ber vê tewanê de berpirsiyar e.
Piştî guftûgoyên di navbera Tirkiyê, Îran û Rûsyayê de, roja Sêşembê 20.12.2016an, danezana Moskoyê hate ragihandin. Li gora wê rêkeftinê, biryar bi rawestana şer li bajarê Helebê û derketina çekdarên rikberiyê ji bajêr berew gundewarê Idlibê hate wergirtin, bi vî awayî, Heleb bi tevayî kete jêr destê rijêmê. Ji ber bandora Tirkiyê û pêywendiyên wê bi hêzên tundrew re, û bandor û têkilyên Îran û Rûsyayê bi rijêma Sûriyê re ji hêlea din ve, ew rêkeftin çû serî, û paşê, biryara rawestandina şer li seranserî Sûriyê hate ragihandin, ew a ku Konseya Ewlehiya Navnetewî biryar bi piştgirya wê wergirt. Di vê çarçewê de hêjayî gotinê ye ku ji bo çespandina agirbestê,van her sê dewletan bi hev re, roja 23-24ê meha çileya borî li Asîtana civînek di navbera şandeke leşkerî ji rikberiya çekdar û yek ji rijêmê li dar xistin, tê de biryara rawestandina şer hate çespandin û komîteyeke sê alî hate damezrandin, û kar û xebat ji bo lidarxistina kongreya Cinêvê, li meha Sibatê dest pê bû.
Eger civaka navnetewî ji dil dixwaze reh û jêderên terora cîhanê ji kokê ve hilke bavêje, pêwiste ku piştî bidawîanîna şerê çekdarî, ew guhdaneke taybet li geşepêdana aborî, çandî, ramyarî û civakî ya welatên hejar bike, rijêmên dîktator û totalîter ku bûne bela serê gelan û mafên mirovan binpê dikin, rê li pêş azadiya gelan teng neke û derfetên kar ji ciwan û jinan re peyda bike, bi zanistî, çanda kuştin û talankirinê ji hişê wan civakan rake, li şûna wê, çanda mirovhezî û pêkvejiyana gel û netewan cîwar bike. Rê li pêş xabata aştiyane û mafê nerîn û derbirînê dûz bike.
* Rojnama Newroz – hejmar / 126/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê