Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Destmalên pêşwaziyê ….

Helbest: Ronî Elî

 

De bajo

Lo siwarê Şêmaran

Hebinê di bin rima te de

Benê sîdareya ziman dirêjan

Di çerxeke guhbel de bû

Gunîrkê li ser Stûyê Gamêşan

Doxîna dilê evîndaran

Di mizgefta şeydê de bû

Rista kevokên basko kirî

Hevsarê Çavên min û te bû

De bajo ..

Berî ku keriyê Gakofiyan

Li Kudikên Berazan dang bibe

De bajo …..

 

De bajo serwanê heviyan

Pûka zivistanê

Hîn di pişta me de

Teziyên sibehê dikşîne

Destmala Bêrîbanê

Hîn di koziyên ber malê dê

Rondikên dilketinê dadmalîne

Tu ne Şehbazê asîmananî

Da Çivîka sîngê min

Bi dilsozî biperpitînî

Û nejî

Ez gavanê xewnên xwe me

Da bi destên yarê ve

Dil girêdim û bihêlim

De bajo rêwiyê rê wendayî

 

De bajo pîverê Ewran

Li ser daniştoka dilê min

Nema îdî rawestî

Şivanxapîkan

Keriyê sawirên asoyê

Ber bi bahozeke hemiqî ve bir

Te jî

Bi qîlên omîdan

Pizwenda şeverçderiyê

Bi niçniç û niznizan

Di navbera min û Dîlberê de

Hilqetand û hilweşand

De bajo

Talankerê henaseyên berbangê

 

11-1-2017

 

Related Articles

Back to top button