Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Hêviyên Gelê Sûrî! … Û Saleke Nû!

Desteya sernivîser *

Sal rûpel in û mirov jî nivîskar e. Geh mirov tiştê baş dike, jiyana xwe pêşde dide û rûpelên dîrokê geş dike, geh jî tiştên xirab û çepel dike, rûpelên dîrokê reş dike, û jiyanê wêran dike. Ango li dirêjiya sal û serdeman, herdem rindî û nerindî, mirovatî û hovîtî, setem û dadmendî, reş û sipî, xêr û şer raberî hev dibin, û wilo dem tol dibe û dîrok tê nivîsandin.

Sala 2016an jî deriyê xwe girt û rûpela xwe da hev. Û saleke nû deriyê xwe vekir û pênûs û lênûsa xwe amade kir.

Li dawiya her salekê, mirov karûbarên sala xwe dide ber çavan, kar û zirara xwe dibîve, û doza saleke nû ye bi xêr û rindtir dike.

Gel û dewlet jî wiha ne, ew jî sala ku borî dinirxînin, wan û serpêhatiyan jê digirin, û li ber roniya wê, paşerojeke geş hêvî dikin û ji ber ve dixebitin.

Ji maf û erka gelê Sûryê jî, li rewşa xwe vegere, lê binêre, ku piştî pênc salan ji şerê navxweyî, ku hinek wî bi bi nav dikin, çi kiriye, gihîştiye kîjan rewşê, û di çi deraqî de ye.

Hema bi kurtahî, li gora serhejmarên ne fermî, di van pênc salan de, dora nîv milyon kes ji gelê sûrî hatiye kuştin, û bêtirî sê milyonan jî birîndar bûne, ango bi qaserî jimara gelê dewleteke mîna Libnanê.

Ji aliyê avahiyan ve, dora %40 ji avahiyan, çi mal û çi avahiyên tevahî, yan serûber wêran bûne, yan jî bi kêrî rûniştin û bikaranînê ne tên.

Di hêla aborî de, %80 ji aboriya Sûryê hatiye herifandin û dora 200 milyar dolar gerek e ku rabe ser lingên xwe.

 Ji hêla civakî ve, tîş û perçebûnên pir mezin ketin navbera dever, ol û pêkhateyên sûrî, û ewê haldeman jî ne tên dermankirin.

Ji aliyên ewlehî û jiyanê ve jî, ciyê her buveh û dijwar li cîhanê Sûryê ye.

Ji aliyê mirov û mirovahiyê ve jî: Li gora serhejmarên “Nivîsgeha Yekîtiya Netewan Bo Hevsazkirina Karûbarên Mirovahiyê“:

– 2.8 milyon mirovên sûrî bûne kêmendamên herdemî.

– Her mihekê, 30 hezar mirovên Sûrî, ji ber şerûpevçûnê ve toşî êşgihandineke derûnî dibin.

– 2.9 milyon zarokên di bin pênc saliyê re, di nava şerûpevçûna ku li welêt dibe de hatine jiyanê.

– Heft milyon zarokên xizan hene.

– Milyonek û heftê û pênc hezr zarok ji xwendinê bêpar mane.

– 13.5 mirovên sûrî bi pêdviya alîkariyê ne, jê pênc milyon zarok in.

– Milyonek kes di bin dorpêçkirinê de ne.

– 3.9 kes gihîştina bo wan û deverên wan dijwar e.

– 6.3 milyon kes neçar bûne ku warên xwe berdin û herin li deverine din ji Sûryê bi cih bibin.

– 4.3 milyon kes pêdviya wan bi malekê heye.

Hege em li van serhejmaran binêrin, emê bibînin û nas bikin, ku gelê sûrî û Kurd jî di nav de, dê bi çi rewşê û bi çi hêviyan derbas sala 2-17an bibe.

Lewre jî, roja îro, her mirovekî sûrî ku dilê xwe li ser welatê xwe ye, hêvî dike û dilxwaze, ku rojekê pêşde ev şerê ku ter û hişk dayê ber xwe, raweste, hêminî li welêt peyda bibe, xelk li warên xwe vegere, birînên xwe derman bike, û di siya sazûmaneke dadmend de, ji nû ve dest bi avakirina welat û civaka xwe ya birîndar û wêrankirî bike. Em hêviyan nabirin û ji xebat û têkoşîna xwe namînin.

Hûn bimînin di xweşiyê de.

* Rojnama Newroz – hejmar / 125/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê

 

Related Articles

Back to top button