Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Cotmeh.. Meha Şehîdan …

Desteya sernivîser *

Ji despêka meha Cotmehê de, şerekî giran di navbera Hêzên Sûrya Demokratîk(HSD) û artêşa dewleta Tirk û hin çeteyên rikberiya Sûryê ya navgir(معتدل)  de li Rojhilata Herêma Efrînê û Bakurê Helebê dibe. Dewleta Tirk balefirên xwe yên cengê û hemî cureyên çekên giran li dijî şervanê HSD û navça Efrînê bi kar tîne. Di encama ev şerê giran de, bi dehan ji şervanên HSDê û bi sedan sivîlên bêguneh bûne qurban û ketin nava rêzên pakrewanan; û bi deh hezaran ji Kurd û Erebên deverê jî aware û mişext bûn.

Derbasbûna artêşa Tirk li nava xaka Sûryê, desdirêjî û destêwerdaneke qirêj û ne rewa ye, û li tersî hemî zagonên navdewletî ye. Lêbelê zor mixabin!, eger pirs tê ser gelê kurd û têkoşîna wî, dewleta Tirk û Sûrye, Îran jî,  her tiştekî rewa dibînin û rêkê li pêş Kurdan digirin.

Şerê ku artêşa Tirk û çeteyên rikberiyê yên (navgir) li derdora Efrînê û Bakurê parêzgeha Helebê pêxistine, du armancên wê yên sereke hene, yek jê, rê li ber HSD bigirin da ku negihên navça Minbicê û rê di navbera herêmên kurdî de venebin, û Efrîn dorpêçkirî bimîne; ya din jî, malaneke(pakirin) nijadî li gundên Kurdên Bakurê Helebê çêkin û wan aware û penaber bikin. Bumbekirina gundên Kurdan çi li Efrînê û çi li Bab, Ezaz û Minbicê di çarçewa pêkanîna ew ermanca qirêj de tê kirin, ew jî ne tenê armanca dewleta tirkiyê, hêzên rikber ên tundrew tê, ew li heza sazûmana Sûryê jî tê.

Lê mixabin!, tiştê seyr û balkêş ew e, ku hemî aliyên keftleftê, çi dewletên destêwerdar mîna Rûsya û Emerîka, û çi sazûmana Sûrî û rikberiya wê, li derbara hêriş û hovîtiya dewleta Tirk li ser navçeyên kurdî û Bakurê Sûryê xwe ker kirine û dengê xwe nakin, wekî ku ew di bin re bi wê re û jê re erê dikin. Ev jî pêwîst û pêdivî dike, ku rêvebirên HSD û Xweseriya Demkratîk jî du caran biramin û paşê gavên xwe bavêjin; çinkî parastina gel û war di pêş hemî nexşe, pêwendî û helwestên siyasî de ye.

Nemirî ji pakrewanan re, çakî ji birîndaran re, û serketin ji azadî û aştiyê re.

* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 124/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.

 

Related Articles

Back to top button