Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

DA,IŞ û girûpên tundirew xwe aşkere kirine wek dijminek ji Kurda re …

Salih Bozan *

 

Dem baş ….

Xwîşk û birayên ezîz , mîvanên xweşewîst ….

Di destpêke de , bi navê Partiya YekîtÎ ya Demokrat a Kurd li suriyê  bi xêr hatina hemî rewşenbîr ,kesayetiyên serbixwe, nûner û berpirsên rêxistin û partiyên kurd û Kurdistanî  û herwiha hemî dost û hevalan dikin .

Hevalên hêja …

Hûn tev bi xêr hatin li ser seran, bûn mîvanên me , li vê sîmînara ku hatiye li darxistin , bi boneya salvegera Şeşemîn koç barkirina serokê partiya me heval ( Isma,îl Omer ) û têperbûna Yekemîn sal li ser Şehîdbûna  endamê  serkirde heval ( Ehmed Bozan ) .

Helbet koç barkirina hevalên bi giraniya , Isma,îl Omer û Ehmed Bozan ziyanek mezine, û dakirtina cihê wan jî barekî girane  divê qonaxa awerte de, wek qonaxa îro li Herêma me, û bi taybet li Rojavayî Kurdistanê .

Gelî hevalan …

Qonaxa îro çiqas bi derfete û Kurd tê de nêzikî mafê xwene , bi taybet li Başûr û Roj-ava , waqas jî bi tirse , û metirsiyên mezin jî hene . DA,IŞ û girûpên tundirew xwe aşkere kirine wek dijminek ji Kurda re , û ji EFRÎNÊ ta XANIQÎNÊ êrîşî ser Gund û bajarên Kurda dikin .

Ji bilî dijminê nas yê ku bi dirêjiya sed sala borî dijmintiya Kurdan kirî , û hînjî berdewame .

Îro aşkere bûye ,  pîlan û lîstikên dewletên der dora Kurdan ,                     û çawa her yek ji wan bi herdû destan bercewendiyên xwe dajon serî .   Û ne xeme li ba wan Qorbaniya wanjî em bin .

Şerê mezin îro li ber deriyê Kurdaye , li MOSIL û li REQAYÊ , Pêşmerge, û YPG,û YPJ , îro jî ji ber Cîhanê tevayî şerê Tîrorîstan dikin , qelen jî xwîna Keç,û korê Kurdaye .

Ji ber ku Kurda Îro xwe nîşandane, wek miletekî , wek hêzeka mezin ku bê wan şerê tîroran li Rojhilata Navîn nabe . Li Îraqê eniya rêzgarkirina MOSILÊ germe û gelek Pakrewan hene .

Artêşa dewleta Turka tê da nebeşdare . Di nêrîna mede , cihê Turka li wir nîne , û bê Turka jî wê MOSIL rêzgar bi be .

Dest têwerdana Turka di ( Be,işîqa) de û hewildanên wan ku derbasî MOSIL bibin, dixwezin riya navberî Başûrê Kurdistanê û Rojavayî Kurdistanê bibirin û qutkin , û wihajî dixwazin Mosilê ji xwere bikin pire yanjî Tiranzîta navberî wan û dewletên Kendava Erebî de,

Û  wihajî aliyê din, Îran bi dostên xwe ve dixwazin ev yek neçe serî, û li hember lîstikên cûda, û an li pîlanan digerin ji bo rawestandina xwe xortir bikin .

Beşdarên hêja …

Li bakûrê Sûriyê jî Artêşa dewleta Turk derbasî nav axa Sûriyê bûye,      li wirjî berê xwe berve hundirê Sûriyê ye , ta ku bighîne nêzîkî bajarê      ( BABÊ  Û Reqayê ), û hewildana beşdariya di şerê Hevbendiya Navnetewî dijî Tîrorê dike, û li wirjî armanca dewleta Turk xuya ye,     ew jî birîna nav berî bajarê KOBANÎ û EFRÎNÊ ye .

Û ber avîtkirina Rêvebiriya ku nêzî sê salan li Rojavayî Kurdistanê tê     bi rêvebir . Piştî dûrxistina Artêşa turkan ji şerê MOSILÊ , şerê xwe li Bakûrê Heleba Sûriyê, û der dora Herêma Efrînê gur kir , û topbaran bi ser sivîlan li Gund û bajarokê Efrînê dibarîne .

Beşdarên bi rêz …

Wek ku Da,işê talana xelkê me yê Şengalê kirin , û Kobanî bi ser û ber wêran kirin , û dewleta Turk leşgerên xwe dajotin ser Kurdên Bakûr û Rojava . lê karbidestên Îranê û Milayên wan jî bi sedan Keç û Kurên me bi darxistin , û wihajî Rêjîma Sûriyê bûye sedema Kuştin û penaberiya milyonan  ji miletê Sûriyê .

Beşdarên xweşewîst …

Iro dengê siyasetê nizme , û têkliyên Kurda bi hevre ne vekirîne , lê em bi hêvîne ku peyamên siyasî hatibin girêdan , yanjî bên îmzekirin di navberî Kurdan û hêzên mezin , wek Emerîka û Rûsiya de , ji bo careke din kurd nebin qurban ji bo bercewendiyên xelkê, û sed sala bîst û yekan bin dest nejîn .

Derfet heye ku Kurd hinek mafên xwe bi dest bixin , heger hindirî mala Kurdan li hevbe . û hêzên Kurdan yên sereke peyaman û soza netewî bi hevre îmze bikin , lihevkirina partiyên Kurdistana Başûr û wiha jî Kurdistana Rojava di qonaxa îro de girînge, ji ber partiyek bi tena xwe biryara miletê Kurd nastîne , û barê giran bi tena xwe ranake .

Rêvebirina Herêma Fedralî ya ku ji nêzikve tê raghandin  li Rojavayî Kurdistanê , ya ku hemî partiyan daxaz kirî , bi destê aliyekî , wê kût û kulek be .

Partiyek bi tena xwe nûnertiya Kurdên Rojava nake , ku kî be .

Şerê nav xwe û xwe xêza sore

Bijî pêşmerge û YPG,YPJ û Gerîla

Bijî Kurd û Kurdistan

Partiya Yekîtiya Demoqrat a Kurd li Sûriyê ( YKÎTÎ )

26 – 10 – 2016

————————-

* Gotina bi navê partiya yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê, ya ku mamoste Salih Bozan – endamê komîta rêvebir xwendiye di ahnegha bîranîna herdu nemiran Îsmaˊîl Omer û Ehmed Bozan de, li Bajarê Hewlêrê – Kurdistana Îraqê – roja 26/10/2016 an.

hewler-26-10-2016-2 hewler-26-10-2016-1 hewler-26-10-2016-3

Related Articles

Back to top button