Ne tenê siyasetmedar, lê kilekorên Kurdan jî nas kirine, ku doza gelê Kurd li seranserî Kurdistanê di kîjan pêvajoyê û di demeke çiqas dîrokî re derbas dibe.
Roja îro, bi saya berxwedana dûrûdirêj û berdewam, derfetên zêrîn ji bo rizgariya gelê Kurd peyda bûne. Li seranserî gerdûna şaristanî û pêşketî, navûdengê Kurd û Kurdistanê bi rindî û mafdariyê tê hildan, û bi serefirazî li ser zimanan digere. Ango bingehek xurt û hêvîbar ji bo nasîna rastî û mafdariya gelê Kurd peyda û ava bûye. Bê guman, ev jî bi saya canebexşa(fîdaî) bi sed hezaran pakrewan, û dîrokeke ji êş û êşgihandina hutase(haêl) , û têkoşîna bêhempa li hember neyarên wekhevî û azadiyê hatiye damezrandin.
Lê digel vê rastiya berçav û diyar, pirseke giring heye, ji ser zimanên gelê me û xêrxwazên wî danakeve; pirsiyar dibêjin: Ma Kurd bi xwe, wek gel, partî, rêber û rêvebirî, li gora giranî û giringiya vê pêvajoya derfetbar in? Di nava xwe de amade ne, ku “istiriyê xwe bi destê xwe derxin“?.
Berê, derd û kulên me ji bin serê hizr û sinciyên hozîtî, êlperestî, derbegîtî û nezaniyê bû, ew li pêş me dibûn kelem û neyarê me yê herî no(şerês). Lê wek xuya dibe, ku bermayên wan hizr û sinciyan di hişê me de zindî ne, û ne mirine, bi temamî têk ne çûne û hîn jî hikardar in; Xwe di bin patinê(cild) û hundir qafê me de veşartine, û roja îro di reftara(silûk) ezîtiya partîtiyê û mirûdîtiya nezanan, serê xwe hildidin û karê xwe bi giranî dikin.
Kîjan bêhişa kane gelê xwe bide bawerkirin, û bêje ku partiyek yan aliyekî siyasî bi tena xwe, kane gemiyeke wilo biçûk, ji nava gewrederyaya gurgîn û gergerîna ku li Rojhilata Navîn digere, biparêze û serkeftî bigihîne ber kendava azadiyê.
Di rewşa gelê Kurd de, nemaze jî roja îro, tiştên bingehî ji rêvebirên dozê re zor pêwîst in. Zor pêwîst e Kurd haydar bin, baweriya tekûz bi tu dewlet û hêzên ne kurdî nekin, û li aliyê din, hewil bidin, ku baweriya jidil di navbera hêz, partî û qadên gel xwe de peyda û ava bikin û biçînin.
Eger îro “ba li bêdera me hatiye“, gerek e em jî bi qaserî barê xwe bin; çinkî ew tim ji me re lê ne tê û namîne jî. Bila em hîç ne li bendê bin, ku xelk pariyan amade bike û têxe devê me. Rewşên cihanê ne yên berî sed salî ne, û pir hatine guhertin, lê bila em baş zani bin jî, ku em li ba Emerîka an Rûsiya û bilî wan jî ne “gelê vebjartîne“, tirsa mezin ew e, ku dîsa dîrok dubare bibe, û gava karê wan bi me bidawî bibe, me û doza gelê me bavêjin ber devên guran û kesek li me xwedî dernekvin.
Loma jî, gava despêkê, pir giring û pêwîst ew e, ku berjewendiya gel û welêt li pêş partî, rêbertî, hozîtî, malbatî û hertiştekî bê danîn; û hemî partî, alî û nofên gel di xebat û biryarên stratîcî de beşdar bin û di ber de berpirsiyar bin, yan jî emê herdem, di welatê xwe de bêçare û li ber deriyê xelkê bin, û ji qedera xwe ya ku em bi destê xwe reş dikin, gazinan nekin.
* Sergotara rojnama Newroz – hejmar / 123/ – Ji weşanên Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê.