Piştî xebata bêtrî salekê di hemî herêmên kurdî de û deverên ku kurd lê dijîn, li ser pirojeya avkairina çareçewkê ji ciwanên kurd re, yên ku roj bi rov bê vîna xwe ji civak , çand û kelepora kurdî dûr diketin, û di bin fişarên rijêmê li dibistanan ku tevlî (Şebîbete Esewra) û partiya Be’is bibin.
Xebatek bê westan di ber vê yeke de hate kirin, ev projeya kurdperwerî bi firehî hate şîrovekirin û ciwanan xwe li dora wê kom kirin ji ber ku didîtin tenê ev proje di rajeya avakirina kesyatiya ciwanan deye.
Di 30- 5-2001 ê de bi çavdêrî û serpeştiya Partiya Yekîtî ya demqrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî) û bi beşdariya nûnerên ciwanan ji hemî herêmên kurdî û ciyên ku Kurd lê dijîn civata damezrandinê li parêzgeha Helebê hate lidarxistin, û gotûbêjên berfireh li ser tozik û armancên wê hatin kirin, û li ser armanc û tozika wê hate erê kirin.
Danasîna komelê wiha di tozik û armancan de hatiye zelal kirin: ”Komeleyeke ji kesên xurist yan nimayinde pêk tê bi mebesta raje û xwedîkirina nifşê nû (Ciwan) li ser bingeha armanc û tozika komelê û Komele ( çandî, hunerî, çivakî û werzişiye … ne rêzanî ” siyasî” ye, xwedî kesayetiyeke nimayinde serbixweye.”
Armancên Komelê:
- Guhdan û hîlet bi ciwanan di rêya geşkirina gavînên wan yên cur bi cur di xelekên çalakiyan hemereng de ( hunerî, werzişî, çandî, xweşbuhêrk û hînkirin….HWD).
- Şiyarkirina bi erk û hezkirin û mafdariya zimanê dê, hezkirina kar û zanistiyê, mûzîk û stranê.
- Şiyarkirin bo dîrok û çanda xwe ya netewî, niştimanî û mirovatî nas bikin.
- Bo alîhevkirin û alîkariya civakê di asta xêzan û civakê de, û rewştên çak wek ”alîkariya pîran, rêzgirtina sincên giştî, dilsozî bi cinawanan re, çandina daran, guhdan li paqijiyê, dûrketin ji tevzînokan….” bêne navtêdan. Bi hemî rewşt û paşmayên civaka yên erênî ve werin girêdan.
- Parastina ciwnan ji diyardeyên çewt mîn hevdaya Tevzînokan û diyarkirina ziyana Çixarekêşanê.
- Pişikdarî di vejandina helkeftên niştimanî, netweî û cîhanî li gorî taybetmendiyên civaka me.
- Dûrkirna wana ji cudawzî û hişkbaweriyê bi hemî rengên wê ve (Netewî, olîtî, nijadî, êlît…HWD) û rêzgirtina nerîn û tersnerînê.
- Pişkdariya erênî ji bo dewlemendkirina civaka Sûryê bi karînên ciwanên Kurd û hevkariya hevbeş û verastina pêwendiyan bi saziyên ciwanên Sûryê yên din re ji bo bicîkirina diyardeyên şaristanî û mirovahî û parastina ciwanan ji diyardeyên çewterê û êşên civakî.
- Komele di çarçewa rewişt û sinceyên giştî de çalakiyên xwe dike.
- Ji mafê Komelê ye, ku peywendiyên dostaniyê bi Komele û sazî û tîmên ciwanan li derveyî Sûryê re girê bide, ji hêla çalakî û taybetmendiyên ciwanan li gorî belgeyên neteweyên yekbûyî yên ku Sûryê li ser wan imzekiriye.
Komelê di pêvajoya xebata xwe bi dehan çalkiyên berçav û balkêş kirin e:
- Bi sedan ciwanên kurd fêrî xwendin û nivîsandina zimanê kurdî kirin.
- Sala bi sal ciwanên kurd yên di pola 9-12 an de bi ser dikitin di riya şahiyên rengereng de xelat dikirin.
- Derçûyên pemangeh û zankoyê jî xelat dikirin.
- Mehane şevbuhêrkên çandî rewşenbîrî (dîrok, ziman, navdarên kurd, mafnasî û mûzîk….HWD) lidar dixstin.
- Bi seyranên taybet ji ciwanan radibû.
- Belvoka PERWAN bi zimanê Kurdî û Erebî ji bû afrandin û berhemên ciwana di weşand.
Hêjayî gotinê ye ku em bêjin ku (24) hejmar ji belavoka PERWANê hatin weşandin, deriyê Perwanê ji berhemên ciwanan re vekrî bûn.
Yên ku bixwaze li belovoka PERWANê veger e, wê bibîne ku mebest ji perwanê tenê geşkirina hestê netewî û hezkirina çand, ziman, dîrok, jiyan mirovatiyê bû, dijî ezîtiî, hişkbawerî û tuxumperietiyê bû, mijarên ku dihatin weşandin di çarçewa perwrdekirin, zanist, dîrok wêjeyê de bû, ji mijarên siyasî û hiştengiya partîtiyê dûr bû. Mirov dê ji rastiyê dûr nekeve ku PERWANê yekem belavok ji deng û berhemên ciwanan re bû.
Gelek caran komeleyê bang û daxuyanî belavikirin ku tevger kurdî jê re bibe palşpişt û alîkar, lê mixabin wan bangan cihê xwe nedigirt, ji loma kar û barê komelyê hin bi hin sist bû, tenê ev projeya hêja ku dê di rojên îro de ji tevgera kurdî re bi ciwanên xwe palpişt ba, dinav qapên tozik û armanc wê û di nav rûpelên PERWANê de maye.