Min jê xwest maçek hilçenî
Me’dê xwe tirş kir û kenî
Min her tekez kir ka ramûs
Qet tu nabe kêm Namûs
Ji kevanên çav avêtin tîr
Xwel’ ser serê min kir Wezîr
Hate min bi Fen û Hîla
Di xwest min bike wek dîla
Ji min re got: em Misilman in
Lêvên sor qet ne derman in
Ji qiyametê bitirse
Bi arê dojê bihise
Min jê re got: wa hejarê!
Wa pepûkê dêm hinarê!
Ez jî wek te Misilman im
Nimêjker û bi Îman im
Islama min navê te ye
Qubleta min çavê te ye
Lê di dil de birîndar im
Bê Hekîm û bê Nûjdar im
Vêca ka tu bide ramûs
Bi namûs yan jî bi Filûs
Tiştek nema vê hov bavê
Nekire min ewê gavê
Bi sixêf û xeber û tif
Malmîratê da min bersiv
Te digo qey awrê wê xištin
Sed birîn di dil de hištin
Weke Qantireke hêc bûyî
Birîndar û ji hišçûyî
Rabû li ber min sekinî
Hêrs û kîna xwe vejinî
Ji min re got: Hey Ehmeqo
Hey Kafiro,wey çav bi teqo
Tu ker kurê sed kerayî
Ji dil tu ji DELAVÊ KERA yî
Ev serê te yê pir mezin
yê hišk û pola wek hesin
Qey ji min tu fêm nakî ?
Ji xwesteka xwe kêm nakî ?
Tu bimrî ez nadim te maç
Ku bêne dil hezar Kirbaç
18-8-2012
Girkê Legê