Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Bê azadî û zanabebûn, tune pêşdeçûn!!

Beyar Robarî

Bêgûman, azadî, zanebûn û karkirina birêkûpêk, bingehên her pêşdeçûn û pêşketinekê ne. Jean-Jacques Rousseau (1712- 1787) fîlozofê Fransî, dibêje: “Azadî xisletek bingehîn e, ji xisletên mirov û heger mirov dest ji azadiya xwe berde, ji mirovahiya xwe û mafên xwe dibe”.

Û li cîkî din jî dibêje: “Azadî tê wateya pêkanîna mafên mirov, yên siyasî, aborî, civakî, çandî û ewlehî, di çarçêweya zagonê de ”.

 

Û li gor min, mirov nikane bi azadiya xwe gihîne, heger nexwende û zane be. Zanebûn rêy û nirdebana azadiyê û raman azad e. Nezanbûn korbûn û koletî ye, jiber wê dijminên kurdan hertim xwestine, ew nezan bimînin, dakû bihêsanî kanibin bi serê wan bilîzin û bindest bihêlin.

 

Wek em hemî dizanin, azadiya mirov stûnê sîstêma dêmokrasiyê ye. Bê azadî dêmokrasî tune, û her wisa bê azadî mirov nikane serbest û dirust bifikire û nejî pêşde here. Ramana azad û rexne û ezmûnekirin, bingehên her pêşdeçûnekê ne.

 

Lê tenê zanebûn biserê xwe bes nake, ta mirov kanibe bi azadiya xwe gihîne û pêşde here. Kar û xebatên birêkûpêk û dilniya pêwîstin, da mirov an miletek an dewletek pêşde here û azad bijî. Azadî, yanê biryara te di her warî de, ji serê te be. Û ta biryara mirovekî an miletekî ji sere wî be, divê pêdeviyên jiyana xwe, bixwe kanibe peydake û çêke. Ev jî zanebûn û kar û xebatên birêkûpêk û dirust dilniya dixwazin.

 

Û zanebûn, dibistan, amojgeh, zanîngeh, mamoste û kadroyên baş divên, ta miletek kanibe civakek zane û ronekbîrî avake, û ev civak paşê kanibe xwe ji bindestî û tunebûn û birçîbûnê rizgarke. Wisa welatên Ewrupî pêşdeçûn û gihîştin ev asta bilinda niha têde.

 

Mirovê rêzê karê xwe negire, ew mirova ticar nikane gavekê pêşde here, û hebûna wî û tunebûna wî wekîheve. Nebes rêzgirtina kar pêwîst e, belam rêza demê jî pir girîng e, jiber dem rolek pir mezin di jiyana mirovahiyê de dilîze. Mixabin, ji bilî miletên Ewrupî û Amrîka Bakûr û Australiya û Japanê, ti milet din rêza demê nagirin, û jiber wê herdem li paşin, û bi taybetî miletêm misliman.

 

Ta di Hedîsê de, hatî gotin: (إن الله يحب إذا عمل أحدكم عملاً أن يتقنه)

Wek em dibînin, li gor olan jî, baş karkirin pêwîst û girînge, û ji her mirovekî tê xwastin, karê xwe baş bike, jibûna Xwedê û civak jê razîbin. Heger her yekî ji me, bikarê xwe baş rabibûya, ez bawerim hîro ev rewşa gelê me Kurd bû.

 

Ez numînakê bidim ji ezmûna me kurdan bidim, em hemî baş zanin çiqas partî û rêxistin li Roajava û Bakûrî Kurdistanê hebûn, berî Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) derê an avabibe. Hewqas partî û rêxistin, nikanîn tiştek bikirana jibo kurdan, tenê PKK di demek kort de, gelek guhartin di civaka Kurdî de, pêkanîn û Kurd huşyarkirin û birêxistin kirin. Ev ji xweserê nat, ev encama kar û xebata roj û şev û salane. Ev rastîye, tu ji PKK hezbikî an na, ew ew tiştek dine.

 

Divê kesek xwe nexapîne, bê kar û xebatên rêkûpêk û berdewam, nikane ticar pêşde here. Bicî anîna her armancê, viyan dibê û kar û xebat biroj û şevan dixwaze, û ji bilî vê ti rê din tunene.

 

 

Related Articles

Back to top button