ev nama
nama sed û heştê û sê hezar kulîlkên
ji baxistana gulan qurûfandî ye
nama sed û heştê û sê hezar ton
hêstirên çavan e
nama sed û heştê û sê hezar axînên dayîkan e
nama sed û heştê û sê hezar Enfal kiriyê kurd e
name
li çolistana mirinê
ji welatê bênavan re ye
ez ê
hezar peyvî
bikim sed
sedî bikim deh
deh bikim yek
û
wê yekê bêjim
sal hezar û nehsed û heştê û heştan e
destpêka biharê ye
îro ne destpêka fermanê ye
ferman û Enfal kevn in
ji sed hezar û yek şevên bê sibeh
ez ê îşev tenê vê şeva bê sibeh bêjim
ev der war û welatê helbesta bi navê Hurmizgan
’’agirê agirdankan temirandin
mezin û giregiran xwe veşartin
zordarên Ereb her derê wêran kirin
ji gundê Pale heta şarê (bajarê) Şarezûr
jin û keç bi dîl birin
mêrên çeleng di nava xwînê de hiştin
rêz û rêçikên ayîna Zerdeşt
bê bandor ma
Ahura Mazda dilovanî çi kesekî nekir’’
berî hezar û pênc sed salî
li vir
li vî xakî
wisa giriya bû helbestvan
li wî çaxê fihêtiyê
li wî çaxê kirêtiyê
li wî çaxî jî
li vir
li vî xakî
ferman û Enfal
hatine cih bi cih kirin
wî çaxî jî
mêr hatine kuştin
jin û keç hatine firotin
ev xak
warê şevên bê sibeh e
cihê giriyê xwedawenda ye
li vir
li vî xakî
dîsa Enfal e
dîsa hawar û fîgan e
cara duyem
Zerdeşt tê kuştin
cara duyem
Mesîh tê çarmixkirin
cara duyem
Manî tê êşkencekirin
cara duyem
Helacê Mensûr tê cermkirin
û dîlên Enfalkirî
hemû pêk ve
bi ba re
xwe
li rû yê min
dipêçin
stêrên gerok
di nava min de dilerizin
li her derê
li her cihî ne
baskên sîmirê çîrokan
siwarê hespê firok in
kîjan pencerê vedikim
dûyê pixûra we ye
li her derê
li her cihî ne
li rê yên çav bixwîn
baranên tî
kevirên bîrovgirtî
ewrên zûwa
li hevrazên dûr
sernişivên bi mij
rawestgehên serxweş
li çepê û rastên min in
li her derê
li her cihî ne
li îşev
li bêdûmahiya jînê ne
li bîra ol û felsefa min in
bi keştiya henasê
têne min û diçin
nasê hev in
zarokên
hevalên zarokiya hev in
li şeva bê sibeh
zikê welatê xîzê dadigirin
li ken û giriyê min in
li her derê
li her cihî ne
bi dengê reyîna segan
bi qirçe qirça şewata daran
bi birûskvedana çirûskan
bi şikestokên
pêpelûkên giyanê min re
hildikişin
min bi tenê nahêlin
dizê xew
û şirîkên tenêtiya min in
li her derê
li her cihî ne
dilêrên berî mirinê
hezkirên jiyanê
li ber serê min in
siya min in
ji dûriyên bê par in
darjînin
ewr in
rê ne
germ in
sar in
ken in
û girîyê min in
xelk û alem
di têra xewê de
li pişta şevê siwar in
bênavên
dîlên şeva bê sibeh
bi senfoniya bêxewiyê
rojê bi min diafirînin
stêra karwankuj
di nava min de
mezin dikin
heyv direqsînin
bi jan û êşa xwe
herdu cîhan tijî dikin
lê
di vê cîhanê de
bi cih nabin
ji bênavan jan
ji kujeran zewq
dipalê
li ber pencera danê êvarê
ji rondikên çavên Şîlanê
ji gevzoka çûna zivistanê
ji bêhna şewata nanê sêlê
ji çêja evîntirsa biharê
dilopa yekem
ji dilê min palî û herikî
ferman ji paytexta Helacê Mensûr, lê çermkirî
hat
yên dê wan bibin bi vê fermannamê dabûne nasîn
-cil spî, şûtik reş in
Xwedênenas in, Ehrîmanperest in
bi kêrên yaqubî û xencerên Zerdeştê agirperest in
ew in yên mafê şivanan ji bîst pezî yekê
yên aşvanan ji şazdeh kodan kodekê didin
salnama duwazdeh ajelî bi kar tînin
çar hiriyan cuda reng dikin
bi wê curê demsalên xwe nas dikin
ew in yên ji zewaca cin û mirovan çêbûne
ji nijada cinan peydabûne
ji bo wê ye bi hunerên xwe dengbêj in
di dema şerê li dijî qirkirina xwe de
bi bablakan û şêxanî dileyîzin
di şer de gelekî destdirêj in
bê werine kuştin, her ser êş in
bi eslê xwe Med û Kardox in
ew in yên em ji wan re dibêjin ekrad
mê û nêr hur û gir tev xwînrêj in
bi fermannamê kurdên bêparastin wisa dabûne nasandin
fermanname gihişte destên serleşker û fermandaran
borîjenvanan pifî boriya zilmê kirin
xakê Kurdistan ji agir avis kirin
bi agirê rayên zeytûnan re digirî ax
li bin ewrên mehşerê ref bi ref difirin
dalê laşxwer
nikul û pencên xwe ji xwîna zarokên rojê sor dikin
bi mija rengzîvî re
kurk hêkên xwe ji hêlînan avêjin
li ser serê zinaran weke ristikan rêz bûne pezkoviyên çavşil
wîzîna mîroyan
di qurmên darên jehrxwarî de belav dibe
guman xwe radipêçe
bi tirsa radibe tofana xîzê
bilind dibe tofana xîzê
bi ser deşta birîndar de
tê xwar tofana xîzê
li deşta bêdeng
bi zengilan digerin mirovên ling hesin
lal gotegota zewica av û agir belav dikin
dibêjin:
-şêrgelên çiyan çeper vala hiştine
Şoreşê beravêt
Li vir
Li vî xakî
bihar zer dibe
wîzewîza çûçikên
dev zer dilan dax didin
destpêka evîna av û axê ye
kevir peyam didin
ku dev ji laliya xwe berdin
da her tişt tune nebe
xweza
xwe amade dike
cilên zivistanê diguhare
xwe bi rengê biharê dixemilîne
lê kujer dikin
ku hechecikên beravêtî
barê biçûk dîtine sebrê
di çavên xwe de veşêrin
ev der deşta Germiyan e
ji zû ve dilovanî
lê hatiye jibîrkirin
dilovanî bû ye
keskesora asîmanan
wêrekî bû ye
tirsa di dilê kîvroşkan de
îşev!
li vir
li vî xakî
çûçikên di hêlînê de hiştî
bi henasa guriya pizotî dijîn
ev xweza mezin
di çavên kevokên birîndar de
bi cih bû ye
germiya başûr
li nav pirtikên qulingên
li derdorên Nîl mayî disincirê
lê naxwazin
li asîmanê
vî xakê birîndar
bifirine zozanên bakur
naxwazin
dengê lehiya girî bibihîzin
dengê ken û şadiya wan naye
li nav lehiyên agir û girî
Derwêşên hêviyê
di her firsetê de
xweşikiyan digihênin hev
di her pêgavê de
xweşikiyekê îqna dikin
da ku bêhna şîrê tîr
ji gewriya zarokan were
û di wijdana kovankêşan de bimeyê
îşev!
Li vir
li vî xakî
Derwêş dibêjin;
-giyanê wêrînê derba pêşî ye
şivan ê berxên xwe
bi guran
xewên xwe
bi dîkan perçe neke
av li ber mezinatiya wan
radiwaste
bizinên belav dizin jî
li ber awazên bilûra wan
bi hev re dizin
hişke darên hinaran
nermiya kulîlkên
xemrî pêşkêşî wan dike
bager e
tofan e
li me ferman e
îşev!
li vir
li vî xakî
Derwêş bê rewstan
gazî Înanna dikin
-ey Xwedawenda
asîman û dilgeşiyê
Xwedawenda
evîn û ciwaniyê Înanna
leşkerê xwîşka te
Ereşkîgal
bêtawanên weke te
dibine cîhana bin erdê
dibine cîhana tariyê
Înanna derkeve lûtikê
li xîşka aso binêre
ne li stêra karwankuj
gazî bavê xwe Eya bike
şev ji bêdengiyê hez dike
naxwaze tu
bi dengê bilind gazîkê
tu bi bilinddengiya xwe
gazî her du cîhanan bike
li vir
li vî xakî
cihê bêdengî lê dest pê dike
quretiya mêrê te
Damuz û taritiya xwîşka te
Ereşkîgal
li wir haveyn dibe
derkeve
li xîşka asoyê bayanê binêre
ne bêje xîşka asoyê
şeva pişta me xûzkirî nîne
ne bêje şev
di bin telpa ewrên sortarî de
gêj bû ye
îşev!
li vir
li vî xakî
hemû çirûskên serhilatî
hemû kulîlkên bêhn xweş
hemû daxwazên bi sêdarê ve kirî
hemû nehîniyên melûl û guvaştî
hemû hatinên avis
di wê xîşkê de
veşartîne
şev hemû bi bereket in
yek şeva malzaroka wê nebe nîne
tênegihiştine pêşvaçûnên çirûska
di malzaroka şevê de
reştarî nêrîna jiyanê bi xwe ye
di vê şeva bê sibeh de jî
ev rondik
haveynê hêviyê dimeyênin
dê dîsa şevên me bizin
çav dê şekil û rengan bibînin
guh dê dengan seh bikin
ev yek milyon û heşt sed û sî hezar tilî
ev sê sed û şêst û şeş piyên xwas û tazî
bi zikê birçî
dê şopa xwe
di wijdanên zindî de
bineqişînin
îşev!
li vir
li vî xakî
leşkerên paytexta tirsonekan
bi vêxistina agirê zilmê
dêmên sibehên
zerê zêrîn vedişêrin
di bîra bênavan de
agir dorpêç dikin
guriya agir
dikine neynika
karwanê xewa dawî
di guriyê de
li xwe dinêrin
tawan
li dadweriyê siwar dikin
vî welatî
vî warî
dikine dojeha îlahî
axê dişewitînin
giyanê sed û heştê û sê hezar kurdên bêtawan di bîra mirovahiyê de dimeşe xîşka aso
îşev!
li vir
li vî xakî
jin û zarok
di berdêla bav mêr û kuran de
dimirin
hemû stêrên asîmanê welatê Hûriya
hemû kulîlkên çiya û mêrgên Mediya
xirbehên Tîsfûn
digirîn
giyan
dimeşine strana
şeva bê sibeh
îşev!
li vir
li vî xakî
ev strana we ye
çarenivîsa we ye
pakrewanên şîrmij
lehengên bêçek
dîlên
li bendîxana rûreşan
mêrxasên
li dijî reşikên şevê
di çeperên man û namanê de
Derwêşên hêviya evînê
rêberên
xişka asoyê beyanê
evîndarên bê evîn
helbesta giyanê we ye
ev hozan
îşev!
Li vir
li vî xakî
dengên
westiyayî û tirsê
mîna şapa harbûyî
vala dibin ji devan
çalên
biçûk û teng
êtûnên tijî agirê
jan û êş in
axîn û nalîn
duayên mîna çîran e
qêrîn û hawar
di bin siya qêrînan de
peyv guhan
gez dikin
îşev!
Li vir
Li vî xakî
mîna teyrok û zîpikê
bi ser şevê de
dibarê mirin
qîrewîr
têkilî hev dibin
her peyv
serhildana axînan e
her dûjnên vê şevê
bi balkêşî
têne guhdar kirin
zêravanên îstgehê
rengê mirovan
ji ba wan çû ye
bi heyecana destan
dipeyivin
bi devê
reşikê tirsê
dikenin
îşev!
ji xwirîniya malzaroka şevê
ji gemkirina devê berbangê
ji loriya dergûşa bê dayîk
ji tirsa çavên zarokên
ji negerîna cejna Newrozê
ji bêhna goştê li hewşê nepijiyayî
ji kezeba min
dilopa duyem palî û herikî
li vir
li vî xakî
peyv hatine serjêkirin
êtûnê pêdixin
çav çemên
di bin baranên xwe de
westiyayî ne
rê û welat
tijî ne
ji goristanên nehînî
her cih xemgîniya melûl e
dilan
giraniya jana çiyan hilgirtiye
nalîn
janê hişiyar dike
kenê pakrewanan
fêrî tirsê dikin
roj dîlgirtiya şevê ye
îşev!
Li vir
li vî xakî
ba deriyê
arşîvên kevnar vekiriye dîsa
mijgulan
di çemê gumanan de
xunav girtine dîsa
asoyê berbangê
hûngirê êvarê
nîşan dide dîsa
xweragirtin
lewaz dibe
hizir dişemitine
nehîniyên revoke dîsa
êvar
di destê agir de dilerize
li rojava
roj xatir dixwazê
mija rengxwîn
girî direşîne
li ser dilê roja spî
tor vedaye tirsê
ji tora wê
kuştin dipalê
îşev!
li vir
li vî xakî
şewat û xwîn
talan û nefî
cêwîkên jîngihê ne
korsiyê asîman dihejê
roja zera zêrîn
xwe vedişêre
koma bênavan
kom bi kom diherikine
rêwîtiya mirinê
ji gundên xwe dûr
agirê tifikan
û hêvî
perçe perçe ne
toze xemgîn
bi melûlî
li peyî wan rondikan dibarîne
mijsorî
bûye sortofan
û bi ser jiyanê de
tê xwarê
îşev!
li vir
li vî xakî
ji xunava çavan
gulgenimeke
bi tenê jî
nema ye
dilêrî
vinpaqijî
aştîxwazî
kaniyên
bê keçik mayî jî
kes nestrandin
komên bênav
di şeva bê sibeh de
kom dikin
ji cihê dera jiyanê
bê tirs navenda xwe lêdanî
bi av û axê
al lê dihejandî
siwarên cengê
hêza hev lê diceribandî
ji cihê Yezdan
Ehrîman lê afirandî
kom kirin û anîn
ji Xwedayê virek re
nimêj nedikirin
tawan ev e
îşev!
ji simbêlên qeşayê
ji biraştina goştên zindiya
ji bêhna kizîra mîzê
ji çêjtahla xatir xwestinê
dilopa sêyem
ji korçikên min palî û herikî
ev der
welatê Sumerî û Gotîya ye
welatê Hûrî û Hatîya ye
Aniha dilê Kurdistan e
cihê pêşî kedî li jiyayî ye
welatê ronperesta ye
mala keçkaniya Hewa ye
cihê Adam bi mêraniya xwe şabûyî ye
cihê dê û bavê mirovan
ji bihuştê hatî derxistin e
bihuşta naletkirî ye
li vir
li vî xakî
siya tarî
dirêjî nakokiyên
qencî û xirabiyê dibe
ji kaniya dijberan dizê xirabî
destên hev girtine jan û êşê
mija sor
sor dibe
hêrs dibe
dibe tirsa zarokan
dibe kêra
li ser gerdena kevokan
dibe bêdengiya hevokan
îşev
li vir
li vî xakî
ne yeko yeko
pêk ve
çavên stêran diçilmisin
kanî stewr
stran tiyên şadiyê ne
keziyên zinarên Qandîl
qeşa çiyayê Şaho girtine
çiyayê Hemrîn
di çavên Nurhak de
rondikên xwînê dixwe
Pîramegrun
bi Cûdî re
nanê bêkesiyê
par dikin
sira zivistanê
xwe li mêjî dixe
kîn di nava xwe de
dikele
bayê çiyan azer dibe
dibe bager
dibe volkan
dibe pêt û ar
bi şîna nava xwe
difûre jiyan
îşev
li vir
li vî xakî
li vî welatê şevşevokan
xîz bi xwînê
hatiye rengkirin
bê rawestan
nav li xwe didin
leşkerên xwedayê virek
komên bê navan
li nav mija hêviyê
avjenî dikin
çavên tirsê
di mija gemar de
diçîrisînin
ba
awazên girî dibêje
toza xwe davêje dûr
hinar
dendikên xwe dixwin
ax
kevir vedişêre
tirs
ji xwe re
kozik û çeper dikole
îşev
li vir
li vî xakî
bahoza xirabkar
li çermê deştê
belav dibe
jehr
xwe berdide
henasên birçî
bi neçarî
henas
silavê lê dawî henasê dikin
ji rûyê Xwedayê virek
sitem difûre
dest
li asîmanan dinêrin
çav
xîzê dixwin
hawar
hawara bênavan negihe ti deran
îşev
li vir
li vî xakî
li vî welatê pêxwasên çolê
her ku şev dirêj dibe
reng reştir dibin
tarîtir dibin
bi xoftir dibin
rengên cuda winda dibin
reng dimirin
ken dibin girî
bêhn dimirin
şeveke tehl e
şeva bê sibeh
hesin
di gewriya zarokan de
dihelîn
axa pîroz pêpaz dikin
bi pîroziya rûbaran de
mîz dikin
îşev
ji reqsa agirê laşê şîrmijan
ji çêja qeliya kevokan
ji bêhna hembêzên xoşewîstên bêramûsan
ji êşa zimanê xwîna xwe xwarî
ji bin awirên şevê
ji xeleka hesreta avê
dilopa çerem
ji çavên min palî û herikî
li vir
li vî xakî
giyanên berî hezar û pênc sed salî
vegeriyan jiyanê
lê ne Umer Îbnî el Xatab ma ye
ku fetwa Enfalan bide
ne jî Yazgirdê Arî
ku fermanê li artêşan bike
bi navê Umer Îbnî Al Xatab
nîjadperestê Baasî fetwa Enfalê dubare dikin
leşkerê sitemê
pîroziya nîjadana Med
pîroziya afirandina xwedê pêpaz dikin
bi navê nîjada xwe
bi navê xwedayê xwe
ferman da sererkanê artêşa mirinê
serokê dewleta sitemê
Sedam Husên Ebdelmecîd el Tikrîtî
bêhna girêza devê kefteran
ji devî wî tê
dengê mirinê
ji dengên wî tê
îşev
li vir
li vî xakî
ferman e
Enfal e
gurme gurma erd û asîman e
her gurmên
mirinekê
li bê siwar dike
rayên
bin axê
ditirsin
vizêna guleyên topa
nalîna kewên birîndar e
mefera girî nadin
dayîk lorîyên xwe
vedixwin
li hêviya mizgîniya
dengên nalên hespê
Derwêşê Evdî
û cengewarên Milî ne
aniha
hêvî
ji bêhêviyê re
stranan dibêje
îşev
li vir
li vî xakî
şev bû ye
marê
mirov pêl dûvê wî kirî
serê xwe rakiriye
li ser diranên hov
mirinê xuya dike
paşê jehra xwe
ber dide
ser nînûkên tevizî
tîrêjên jiyanê
yên paşî
xwe li pencerên
hêviyê didin
pencera
xwîntariya kuştinê ne
di agirê xwe de
disincirin dil
asîman bû mix û bizmar
di laşan de
tê kutan
îşev
li vir
li vî xakî
asîman girantir dibe
birûsk
bi xoftir dijenin
bêtawan
li navhev
avjeniyê dikin
lingên
ji leyistikan têrnebûyî
lêvên gulkenok
êdî
nikarin bikenin
nikarin memikan jî bimijin
sor axînan vedixwin
çûkên bihuştê
îşev
li vir
li vî xakî
her çûk gulek e
her gul
hezar nalîn e
her nalîn
hezar dil e
her dil
deryayekê tijî guneh dike
asîman hişk bûye
Yezdan
senfoniya
girî saz kiriye
bi amûran re
meya girî
vedixwe
serxweşê girî ye
xweda
îşev
li vir
li vî xakî
melûlî
xwe bi melûlî
li poran dipêçe
warê kevnar
bûye daristana
çûkan bi cî hiştî
dengê stranan
bi sêdarê ve dikin
awir
xatirên xwe
dixwazin
xwedahaviziyê
li jiyanê dikin
li dora sedsalên reş
rêz bûn
goristanên kurdên bêgor
ken tê biraştin
dinya ker e
kesî nabihîze
qêrînên dayîkan
cîhanê vala dikin
îşev
ji qesra gorê
ji tenêtiya payîza jînê
ji pêlên veraşandina ziqûmê
ji çêja guleberiya mirinê
ji bêhna devê dêwê kuştinê
dilopa pênçem
ji birîna min palî û herikî
li vir
li vî xakî
li vî welatê gumgumokan
şev li navbera hişiyarî û bêhişiyê
li koma bênavan dinêre
tarîperest
bi bêdilovanî
bi ser reştariya mirinê de diqêrin
wêneyê janê dubar dikin
ronahiya sibehê nediyare
li vê şeva bê sibeh
mekînên ling hesin
bê rawestan çalan vedikin
kujerên hestên mirovatiyê windakirin
bênavan zindî
di çalan de bi cih dikin
mekînên din
xîza welatê gumgumokan
bi ser wan de dikin
bênav gih ji ser hişê xwe diçin
gih bi xeyalên tirs azar û bêhişiyê têne ser hişê xwe
hêdî hêdî di çalên teng de bêdeng dibin
dil dûmanê digirin
her kom
koma pêşî çûyîn dişopîne
îşev
li vir
li vî xakî
ji lûleyên çekan
bi tenê nalîn
dizê
biyawan
di nav mija tûj de
difetise
dengên loriyên melûl
gewri dişewtînin
hêviyê ji jiyanê dibirin
lorî
li sahirayê belav dibin
nêzîkî loriyên
welatê rojê dibin
bi hev re
dibine
awazên hêviyên
destpêka jiyaneke nû
îşev
li vir
li vî xakî
bênav bê ku
li hêviya xelatgirtinê bin
li ber xwe didin
ey roja pîroz
ma
ne tu bûyî
nemir
ma
ne tu bûyî
bêbêhn berdan
serkêşa govendê
ma
ne tu bûyî
ronahiya jînperest
bêtirs awir didan jiyanê
şadî dida
kulîlkên bexçeyan
şêrgelên çiyayî
serê xwe
li ber sitema cîhanê
natewînin
îşev
li vir
li vî xakî
tembûrên
ji çinarên welatê evîndaran
awazên evînî
jibîrkirin
xwedawenda afirîner
bi çavên şil
ji hechecikan
dipirse
li ku ye kebaniya malê
ji çûçikan
dipirse
li ku ne hevalên leyîstikên we
berfê
dibirêjin
bi agirên dilên xwe
li asîman dinêrin
asîmanekî tarî
bajarê miriyan
li ber çavan
neyarê hezarên salan
direqisin
îşev
ji hêvîkuştina tofanan
ji mehşera tawanan
ji birûskvedana hawaran
ji tahma axê
ji bêhna çalê
dilopa şeşem
ji hişê min palî û herikî
li vir
li vî xakî
li aliyekî
awirên nîvmayî
li aliyên din
ji şopên tiliyên çarenivîsê
şadî digirî
zêravanên îstgehê
dîlên
vina Xwedayê xwe ne
har bûne
li ser dûvên xwe
nikarin rûnin
lanet li nanê xwe tînin
êrîşî
zarokên te dikin
Zerdeştê Kal
bi navê Ehrîmanê
xwe Yezdan ragihandî
koma bênav qir dikin
îşev
li vir
li vî xakî
ji îstgeha mirinê
heta welatê bênavan
çeperan belav dikin
pêl bi pêl
di çeperan de
vedişêrin
stêrkên bêtawan
hemû çeper
bi neynûkên xwe yên
bi xwîn kolan
di singa welatê navtawan de
bi topên jehrê
çiyayên kurdan
kirasê şînê li xwe dikin
zeviyên genim digirîn
kurd hatine meydana cengê
bê Rexş û gurzê Rustem
bê ferhenga Zerdeşt
îşev
li vir
li vî xakî
tolazên bajarê Tikirîtê
ji berdêla cengewarên cengê
bêtawan
ji dergûşa bakur
derxistin
û anîne
qesabxanê
li meydana sitemkaran
zikratên mirinê
stran mirinê dibêjin
stranên xwe
dikine dengên topan
vîn bûye goka agir
kevokên birîndar şerê xwe
dirêj dikin
her dilek
stranek e
her stran
nêrîneke sincirî ye
stran bûne
dilê bênavan
îşev
li vir
li vî xakî
bi xumîna ewran
ba giran bû
av giran bû
ax giran bû
giyan giran bû
lehengî giran bû
şev bûye
sêleke sor
li ser seran
û
li bin piyan
îşev
li vir
li vî xakî
zinge zinga
dengê zengêlê bênavan
belav dibe
zengilên dêran
bangên mizgeftan lal bûne
ker bûne
kor bûne
li bajarê mirinê
dil
anîne bazarê
neviyên pîxwasên sehrayê
ji jehrê erzantir
difiroşin
dilkevokan
îşe
li vir
li vî xakî
rûbar
bi govenda mirinê
diherikin
çêjnxweşên
hemû çêjên gerdûn
şîrmijên bêparastin
şerbeta mirinê vedixwin
sîngên dayîkan
sîngên bê hempayên
dilovan
bêşîrmij ziwa dibin
axîna
çiyayên kurdan
giyanan
bi rondikên xwe dişon
peymana tolhilanînê didin
asoyê beyanê keştiya xwe
li zinaran didê
nikilên çûkan yên biçûk
bê stran mane
destên bêdengiyê
di berîka cîhanê de digerê
çiya diqêrin
lê nagirîn
li hêviya rojê ne
îşev
ji şewqa hungirê
ji spî biskên dayîkê
ji çirûsîna reşzêrê babegurgurê
ji çêja penîrê sîrikê
ji bêhna ziwa bûna bîra dîrokê
dilopa heftem
ji hinavên min palî û herikî
li vir
li vî xakî
li vê dojehê
li vê şeva bê sibeh
rûpelê dîroka qirêj
dîsa xwe nû dike
ji êrîşên Aqadan
heta Qarakala yê Romayî
ji êrîşên Qadisiya Erebên Qurêşî
heta heftê û du fermanî
mirovên vî xakî
reşkujiya
reşkuştinên şevê dîtine
careke din
bi awayekî hêvîbir
reşkujiyê dest pê kir
çiraya melûl nû ronî dibû
hovên hemdem
bi ser ronahiyê de verişiyan
îşev
li vir
li vî xakî
çi cara ku
agirê hêviyê
pê dikeve
êrîşên hovane
agir
digiriyênin
vêga jî
li vir girî heye
mirin heye
tarîstaneke
bê nîşan heye
Ezraîl
ji dilêriyê şerm dike
deriyên dilan
vedibe
ala spî
dikeve nav xwînê
îşev
li vir
li vî xakî
ferişteyê giyangir
her kar dike
stranên şahiyê
her ji vî welatî dibe
cîhan
ker û lal e
rojhilat
rojava
qubleta bakur
sor Moskova qafir
û qubleta başûr
Meke û Medîna minewir
wijdanên
di belîkên wan de
zimanê wan xwariye
hêvî pêşeng e
û bênav
tinazê xwe
bi mirinê dikin
di nav vê awazê de
bi axînkêşiyê
piraniya dilên xwe
qurban didin
îşev
li vir
li vî xakî
li van şevên bê sibeh
ev axînên sormayî
dê dîsa mîna xwe bimînin
di nav rûpelên dîroka virek de?
ev jî
dê kevzê bigirin
di nav kefenê bûkên Enfalên rûreş de?
Gelawêjên
por genim û çav derya
dê dîsa jibîr bibin?
Kostanên
ji çiyan girtin navê xwe
dê careke din
bi çiyan şad nebin?
Şîlanên
sor gulên nûpijkivî
bê mirad
bi şîn û giriyê
di nav reştîliyên Enfalan de
dê her werine firotin???
ji çiyayên li ser çokan rûniştî
ji zayîna bombeyên kîmyewî
ji vizîna guleyên ji zinaran dipekin
ji çêja xerdelê
ji bêhna barûdê
dilopa heştem
ji zimanê min palî û herikî
li vir
li vî xakî
dîsa dil mîna kevokên
di nav pencên bazan de dilerizin
hemû nêzîkî
dîsa derya mirinê dibînin
hemû li pêşberî bêmecaliyê ser xwe dikine nav destên xwe
hemû guhên xwe digirin û naxwazin tiştekî bibihîzin
dixwazin her tiştên ku dibînin bişibînine xewnereşeka şevên bitirs
bişibîne xewnereşkên
di dawiya dawî de li wan dibe sibeh
li vê kêliya êştarî
li vê
tariya kûr
komên bênavan
di nav hev de kom dibin
li dîmenên xwe
dinêrin
çav nayêne dîtin
îşev
li vir
li vî xakî
şev bûye
hezar û yek şev
bi hezar û yek
zincîrê
roj
hatiye girêdan
li vê xopansitanê
ba
bi hêza harbûyî
difîtîne
çiyayên
li ser devê
birîna xwe nerûniştin
ketine paşila bêdengiyê
îşev
li vir
li vî xakî
dayîkên
findên nîv agir
bi porên xwe
dilê xwe îdam dikin
di çalên mirina qeşagirtî de
lorîyên xwe
dadiqurtînin
bêdeng dibêjin
jin ji bo girî
mêr ji bo şer
berxê nêr ji bo kêrê
hatine dinyayê
zarok
ji bo jiyanê
bexça
ji bo
di pêsîrên keçikan de
kulîlkan vekin
bi loriyên dilên dayîkan
birûskên azadiyê
avis dibin
îşev
li vir
li vî xakî
li vê çolistana bêbinî
Ejdeharê çolperest
dûvê xwe
lihev qulibandiye
tariyê çavdêr dike
di nav mijtariyê de
xwe kiriye girêka jehrî
koramarê bêhngenî
bûye dîwarekî tarî
bi çavên tarî
li zarokên rojê dinêre
di tariya xwe de
li çolistanê
xwe newaleke bêbinî
dibîne
îşev
ji finda nîvê şevê
ji kenê çavên komê
ji çêja nexweşiya vê gavê
ji bêhna rûreşiya felekê
dilopa nehem
ji destên min palî û herikî
li vi
li vî xakî
dengê ken û girî
di guhan de olan didin
strana vê şeva bê sibeh
dê gelek caran
li ser zimanên dengbêjan
were strandin
strana bênavên
bi zindî
di nav rûpelên dîroka virek de
bêkefen hetine veşartin
li nav
vê gergerînoka bizavê
kes nikarê
bi qasî bênavan
di şevên bê sibeh de
xweşik bilorîne
îşev
li vir
li vî xakî
tarîperestên kor
rojê
di nav qirêja bataniya kirasê xwe de
vedişêrin
çavên ronahiyê tenî dikin
bi taristana cîhana xwe
çirûskên hêviyê
nabînin
xencera
di dilan de
çikandî
ji çarmixên
di dest û piyên Mesîh de
hatine kutandine
xwîna
ji dilan diherike
dilopên wê
di çavan de
diçîrisînin
kaniyên
çavên xezalan
vedireşin
îşev
li vir
li vî xakî
ev bihuşta neletkirî
çiyayên bilindên ser spî
deştên bê dawî
di şevên bê sibeh de
ji evînên nîvco mayî tijî ne
lê her carê
piştî hemû
nûzenûzên eceb û kûr
hêviyê xwe
li cihekî din nîşan daye
çira jînê vedimirînin
li vî welatî
ronahiyeke nû
di şevên bê sibeh de
tê ber zayînê
dîsa li dûr pir dûr
çirûska hêviyê pêket
îşev
li vir
li vî xakî
li hemberî
çavên tarî
li dûr
di tariyê de
çirûska pêketî
dibe hêviyeke spî
dibe kevokeke spî
li nav refên qijikan
çirûska spî
li nav şevên bê xew
amade kirin gernasên dilêr
şêrgelên hêviyê
pêxistin çirûska azad
ev çirûsk
ragihandina şadiyê ye
ragihandina serkeftinê ye
ragihandina kêmasiyên hevxwarinê ye
ji nav mija sor
diherikê dilan
agirê hêviyê
îşev
li vir
li vî xakî
awazê kund û bûman
lal bûyî diherikin
sîberxayînên nîjdaguhartî
li hişketraniyê sahrayê
davikên xwe didênin
hawarên bi êş
çîrên bi nalîn
wîlwîl
di kûrehiya çalan de
difetisin
mîna mirov darikî
di kewarên
mêşhingivîn re bike
wîlwîleke
fetisî tê
îşev
li vir
li vî xakî
li vî welatê bênavan
cihê dengê wîlwîlê
gurîna dengê stranê girt
deng bilind dibin
kevokan êrîşî qijikan dikin
di guriya agir de
hevdigirin bênavhiştiyên
sedsala bîst û yekan
hêdî hêdî tariyê ronî dikin
li pêşberî taristana
tarîperestan
di navbera çakûç û sindanê de
diperçiqin
îşev
li vir
li vî xakî
çiyayî
stêra sibehê
stêra fereca xêrê
çavdêr dikin
li benda hatina serkêş
û sergovendvanê xwe ne
li benda şêrgel
û Derwêşên xwe ne
li benda nûbûk
û nûzaveyên xwe ne
da bi govendeke nû
ken werênin cîhana xwe
da di çavan de
ciwanî bizê
îşev
ji newala bihara pepûlan
ji awirên bazan
ji nêrînên derwêşan
ji teqîna tîrêjên tavê
ji biriqandina şadiya lêvan
ji çêja dîtina birûskê
ji bêhna dengê hêviyê
dilopa dehem
ji mêjiyê min palî û herikî
li vir
li vî xakî
li van deşt û çiyan
gelek şahênşahan û padîşah hatin û çûn
gelek serleşker û fermandar siwar hatin û peya çûn
ji Skenderê Mekedonî
heta serleşker Xalit Îbnî Welîdê çolistanî
hatin û xwestin bitemirînin çira ronahî
lê her carê
stêr barîne ser şevên bê sibehên vî welatî
her carê
şevan
ji dirêjbûna xwe
demsalan
ji rengwindakirinên xwe şermkirine
vê carê jî
ji bin siya sitemê
bi baweriya serkeftinê çiyayî
dê rabûne semayê
li vir
li vî xakî
vê carê jî
roja pîroz
naxwaze
ji rêzdariya xwe
tiştekî winda bike
vê carê dê
bi şêweyekî din
çavên karxezalan
li bûkên pepûlan
yên giyanhej
li darên hinaran
yên bê henas
binêrin
Şîlan Gelawêj û Kostan jî
dê
bi rengekî din
çavan vekin
da
tiliyên
ne layîqî wan
wan neşikênin
da
vîna wan
dinya germ bike
li vir
li vî xakî
vê carê
welatiyên welatê bênavan
dê li sîmirê hêviyan siwar bibin
zarokên welatê rojê
dê bi şîraniya sibehên bêgirî şa bibin
li ber birûska
destpêka hêviya şêrîn
bi hînikiya bêhna giyanê pîroz
dê govendê bigerînin
dê li şopên zilma perîşan binêrin
dê pêbixin agirê pîrozgehên Newrozê
bi ronahiya çirûskên şadiyê
dê dinyayê ronî bikin
dê zordariya zordaran
di nav xweliya sitemkaran de
bişewitînin
da careke din şîn nebin
dê xweliya tarîperestan
li ber bayê bakur berdin
da dûr bikeve
û şevan bê sibeh neke
Li vir
Li vî xakî
Derwêşên hêviyê
dê ji zarokan re
destên nû bînin
da derkevine asîmanan
dê zimanê nû bînin
da lewjên nû bistrênin
dê xewnên nû
li hişan bireşînin
da perpita
giyan dana laşê dayê
hew
di xewnan de bibînin
da ji zarokên azad re
bi azadî
çîrokên azad bêjin
da
êvar bê evîn
baran bê bihar
derbas nebin
da çêja jehrê
gewriyan
bêhna zilindar
pozan neşewitîne
li vir
li vî xakî
da zarok
lingên nû
leyîstikên nû
bibînin
bi feriştan re
govendê bigerînin
da
bi çavên nû
li cîhanê binêrin
li çavên
evîndarên biçûk
da
bi xwîna nû
silavên şadiyê biherikin
li ser lêvan
da
destên nû
lingên nû
çavên nû
xwîna nû
dengê nû
peyda bikin
da
ji nû ve
rabine ser piyan
bi ser mirinê de
werine xwar
bi pîrozbûna xwe
mirinê
bifetisînin
da
beytik
bi dengên xwe yên
zîz wan silav bikin
hechecik
stranan bêjin
sîsirkên biharê
orkestra semayê li darxin
dar bejna xwe
ji wan re
bitewînin
da
çiya
li ber awazên rûbaran
bi bablekan û şêxanî
bileyîzin
di bihara xewnan de
dilên evîndaran
baskên firînê biçirpînin
da
Xwedayên virek
ji vî welatî
birevin
da
deste deste
gulnesrîn
biçîrisînin
di hatina aso de
da
agirê
Xwedawendiyê
geş bibe
bajarê mirinê
wêran bibe
da
bi rengekî din
şîn bibin
bi ramaneke din
werine civatê
gulnesrîn
û da…………………..û da
û da………………………
Tebax, 1989