Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

ji buhiştê tu yek şaxî ….

Helbest: Giryan Seyro

ji buhiştê tu yek şaxî

Wek seyîda bi ocaxî

Gernas ji min re dibêjin

Çawa heya niha  tu saxî

.              .             .

Ji buharê tu nêrgizî

Gelek ji ’emrê min dizî

Nûjdar dibêjin xwelî serî

Dil û kezeb tev derizî

.             .                .

Siyanoka li ber çema

Buhar çû  û tu wek xwe ma

Xelk û ‘alem dibêjin min

Lawo “giryan”rihl te nema

.              .                  .

Lêvên sor ava zemzem in

Sîngên te kelha demdem in

Hembêzkirna te dîlberê

Bo birînan xweş melhem in

.                .                   .

Şensê min e, tim bext reş bim

Bê ziman û bê gengeş bim

Li derdora min şahî bê

Ji ken bê par û bê beş bim

.              .                     .

Dilbirîn û dilkovan im

Tim bi qîr û bi fîxan im

Temaşeke li min canê!!!

Hîn ji bo te xweş qurban im

.                .                     .

Hov û gêj û nezanim

Birîn kûr û dil giran im

Ji xwe bêhtir hij te dikim

Lewra li ser te “giryan im”

.         .

18-3-2016

Related Articles

Back to top button