Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Elî delal ….

Helbest: Kamran simo Hedilî

lerzeke nehînî
min dilerizêne
di hizir min de
berf dibare
bihar diçe
havîn dişemite
rojên çûyî
zerpelên payîzî
di guhên min de
distrênin
hilma xatirxwestinê
devê kendalê jînê
li ber min
vedike
zarezûra
karwaniyê dawî
guregura
volkanê nivistî
di nava min de
tê min
bedena min
di dilê min de
perçe dibe
şadî
xemgîniyê
di hişê min de
distrihêne
di gewriya min de
hêstir dixeniqin
rûkenî
di rûyê min de
diqurmiçe
li nav qolincên
windakirinê
difetisim
çav
teşîrêsên
xeyalên
wan rojên
şadiyên mest in

01 06 2015

 

Related Articles

Back to top button