Bijarteالقسم الكوردي (kurdi)

Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû? (beşê yekem) …

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl)
wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

Tîrêjên Çarşembê – Xelek  47

Gelo Pêximber Îbrahîm Hûrî bû?
(beşê yekem)
Pêximber Îbrahîm: Kesayetiyeka bi Arîşe

Dr. Sozdar Mîdî (E. Xelîl) – wergera ji erebî: Mustefa Reşîd

mustafa_resid

Zanistiya di sîng da:

Li dor nîveka dehsalên 80-î yên sedsala bîstan, ez rojekê li gundê me Kurzêlê (Herêma Efrîn – Çiyayê Kurmênc) rast mêvanekî ji gundê Xezêwiyê, ku li Deşta Cûmê ye, hatim. Ev mêvan ji Kurdên êzîdî bû û wek li bîra mine navê wî Şê Hemîd bû. Peyva “şê” bi zaravayê Efrîn kurtahiya peyva “şêx”e. Wê hîngê min dizanî ku Şê Hemîd ji şêxên ayîna êzîdî ye. Belkî jî ew ji radeya Qewalan bû di nav ayîna Êzîdî da. Dilovaniya Xwedê lê be, peyvên wî pir xweş bûn. Di nav axaftinê da got ku pêximber Îbrahîm Kurde.

Di wê demê da, min xwe ji bo standina radeya magîstêrê di wêjeya erebî da amade dikir, û rêzikên zanîngeha Helebê rê didan ku xwendekarên ji bo standina radeyên bilind (wek dîplom, magîstêr û doktora) têkevin nav refikên pirtûkxaneyan û çi jêder ji wan ra pêwîst bin lê temaşe bikin. Li tenîşt baldariya min li ser tore (wêje) û rexneya wêjeyî, ez pir li jêderên dîrokî jî digeriyam û wisa min demên dirêj di hundirê pirtûkxaneyê da dibihurandin; ez li her agahdariyekê ku – çi ji dûr û çi ji nêzîk – peywendiya xwe bi Kurdan ra heye digeriyam. Di van lêgerîn û lêkolînên min da, min jînenîgariya pêximber Îbrahîm wek ku di jêderên erebî da hatiye naskir. Lê belê min ti nîşan û dawer nedîtin ku ew Kurd be.

Min dizanî ku oldarên ayîna Êzîdî, bi awayekî giştî, agahdariyên xwe bi devkî wergirtine, ku em jêra dibêjin “zanistiya sîng”; yanê zanistiya derbasbûna gotûbêjên devkî ji nifşekî bo nifşê din. Ez ji xwandina xwe ya akademî hîn bûbûn ku gotûbêjên devkî bi bihurîna sedsalan ra herdem di bin metirsiya guhartin û badanê da ne, yan jî ji kêm dibe yan tiştek dikeve ser, û ji aliyê zanistî da ne cihê baweriyê ne. Ji lew ra, hema hema min xwast ez bersiva Şê Hemîd bidim û jêra bêjim ku nabe ew agahdariyên dîrokî, ku ne tomarkirî ne, bêje û belav bike. Lê belê, min bersiva wî neda û nexwast tezka wî bişikînim, bi taybetî jî ew mêvan bû.

Piştî ku ez di lêkolînên dîrokî da, ji bilî pirtûkên naskirî fireh û kûr çûm, bi taybetî jî, piştî ku min li dîroka Hûriyan û ya Îbraniyan temaşe kir, mijara pêximber Îbrahîm careka din bala min kişand. Ji min va wisa hate xuyakirin ku tiştê gorbihuşt Şê Hemîd gotiye hêjayî lêkolîn û şopandinê ye. Di roja 17.02.2009-an da min lêkolînek derbarê pêximber Îbrahîm di nav “zincîra lêkolînên li dîroka kurdî” da belav kir û di roja 04.03.2009-an da min bi gotareka din ev mijar berdewam kir.

Ji wê rojê da û heya niha, min dikarîbû li pir jêderan temaşe bikin, ewên ku peywendiya xwe bi Hûriyan, Îbraniyan û gelên rojavayê Asiyayê û Misirê bi giştî ra heye. Min gelek agahdariyên dîrokî û ayînî dîtin, ku bi baweriya min, ew pir nirxdar û girîngin; bêhtir ronahiyê didin ser kesayetiya pêximber Îbrahîm û heyama wî. Ji lew ra min pêwîst dît ku ev dosyaya wî ya dîrokî careka din bê vekirin.

Kesayetiyeka bi arîşe:

Wek tê zanîn, di bermaya van sê ayînên Cihûtî, Kirîstiyanî û Îslamî da, pêximber Îbrahîm ji kesayetyên pir navdare, asta wî ya here bilinde û navê wî bi pir bûyerên mezin va hatiye girêdan, ku bandora wan ya girîng li dîroka Rojhilata Navîn û dîroka Ewropaya kirîstiyanî hebûye. Ew wisa hatiye naskirin ku ew bavê pêximberane û pêximberên here navdar ji tova wî ne; bi taybetî jî pêximberên ku li rojavayê Asiyayê xuyabûne û bi her awayî pêximberên van hersê ayînan (Mûsa, Îsa, Muhemed).

Lê tevî wê jî, pêximber Îbrahîm kesayetiyeka bi arîşe ye bi qasî ku ew kesayetiyeka navdare. Helbet – li gor gotûbêjên cihûyî, kirîstiyanî û îslamî – ew kesayetiyeka rasteqîn bûye, dîrokeka wî ya rastî heye. Ew wek bavpîrê herî pêşîne ji bo herdu gelên samî (li gor parvekirina tewratî) ku ew jî Ereb û Îbranin (gelê Îsraîl). Lê belê ji aliyê dîtina dîrokî va, ya ku li ser belgeyên tomarkirî tê avakirin, kesayetiya pêximber Îbrahîm kesayetiyeka di tarîtiyê da ye û ev mijar bi temamî ne avêne (zelal) ye. Heya niha (ji bilî jêderên ayînî) di ti belgeyên tomarkirî da ku peywendiya wan bi dîroka rojavayê Asiyayê ra heye nehatiye binavkirin.

Di rastiyê da, nedîtina navê pêximber Îbrahîm û agahdariyên derbarê wî di jêderên dîrokî yên rojavayê Asiyayê da, û bêdengmayîna zanyar û nivîskarên dîroka Mêzopotamiya, Sûriya û Misirê derbarê rêwîtiya wî û jînenîgariya wî, tiştê herî balkêşe û mirov lê mat dimîne. Lê belê, çi dibe bila bibe, heger kesayetiyeka ne rasteqîn be jî, kesyetiyeka di pileya yekem da, ji ber sedemên siyasî, duristkirî be jî û peywendiya xwe bi keftelefta li ser erdnîgariyê ra heye dîsa girînge. Tiştê ji bo me girîng ev agahdarî ne, yên ku di çarçewa jînenîgariya wî, jînenîgariya herdu kurên wî Isĥaq û Îsmaîl û neviyên wî da hatine. Peywendiya hin agahdariyan bi Hûriyan ra heye. Ji lew ra jî ev pirs tê hembera me: Gelo pêximber Îbrahîm hûrî bû?

Daku em bersiva vê pirsê bi awayekî zanistî û objektîv bidin, pêwîstiya me bi rêwîtiyeka dirêj heye daku em van agahdariyên derbarê jînenîgariya pêximber Îbrahîm û kesayetiya wî bicivînin. Ev agahdarî di jêderên ayînî da pirin û belavbûyî ne, her wisa di jêderên dîroka îslamî û jêderên dîroka nû da jî gelekin. Divêt em van agahdariyan bi hev va girêbidin, têxin bin lêkolîn û dahûrînê, bi taybetî jî li gor dîroka Hûriyan û dîroka gelên rojavayê Asiyayê bi giştî û em encaman jê wergirin. Emê êdî bi agahdariyên ku di pirtûka Tewratê da hatine destpêbikin.

Evê mijara me ya dahatî be.

Çarşemb, 17.02.2016

Related Articles

Back to top button