Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Dorpêça Efrîn … Heger tu kurd î! …

Helbest: Beyar Robarî

Dorpêça Efrîn

Dorpêç û bombe û talan

Hîro têkirin bi serê Efrîna me kurdan

Bi destê tundrewên îslamî û çetan

Û neyarê Tirik û rêjîma şofînîstên ereban

Dixwazin dagirin Çiyayê Lêlûn

Navçeya Robariya û Şêrewan

Axa Med û Horan, kal û babê me kurdan

                        *

Ebloqe û bombe û talan

Carek din têkirin li ser axa Kurdistan

Vê carê bi serê Rojavaya ciwan

Kobanî û Efrîn Çiyayê Kurmancan

Şerme bêdengiya cîhan

Li hember hovîtiya van kesan!

                        *

Kurdino bi yekbin

Û xwedî yek helwest û çekbin

Divê rizgariya Kurd û kurdistan

Tenê ji me re armanc û mebestbin

Nebin ken û lîskên dijminan

Û nekirin şerê hevdû, weke bizinan

                        *

Ev dorpêç û bombe û talan

Bi zanebûn têkirin û plan

Li dijî gelê Kurd, ne sazî û partiyan

Xwe mexapînin kurdino lo dilovan

Dest bihevdin em yek miletin

Û ticar bi neyaran bawernekin

Tirik, Faris û Ereb, hemî wekhevin.

15 – 06 – 2013

====================

Heger tu kurd î!

Lê heger tu kurd î

Divê tu wek Çiyayê Semsor û Cûdî

Bi kurdiya xwe serbilind bî

Û ticar nekî gûman û dudilî

Lê heger tu kurd î

Bilind hilde enî û tilî

Û mela dengê te were wek gumînî

Û qutke pir deştan û gelî

Û têxe dilê dijmin tirsa rovî

Lê heger tu kurd î

Û neviya Hor û Med û Kordox î

Divê tu bi xwe şanaz bî

Û herdem li ser lingan û piya bî

Lê heger tu kurd î

Divê tu bixwe bawer bî

Jiber ez dizanim tu her şêr û piling î

Wek Mîran, Dîlan û Zîlan leheng î

Û li cîhanê tevde hîro binavûdengî .. dengî

29 – 11 – 2015

Related Articles

Back to top button