Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

ken…

Helbest: Giryan Seyro

Kenek bûye dermanê welatê min
Û di sikakên welatên Qehbik de digere !!!
Welatê min
xwe ji bîr kir bikene
ji bîr kir bikene
û Ken ji bîr kir
Welatê min î wenda
Dîsa wenda bû
Dîsa bû nêçîra Gur û Keftaran
Û di qefesa Nifirên Kundên mal xerab de
welatê min bi tena xwe dîsa wenda bû …
Ji Boyî Kenekî
û derbasbûna rûkeniyekê di lêvên Welatê min de ,
Melyonek Tifing
Hezar Firoke
Hezar Melyon Gule
û Artêşek Têrorîst
derbasî welatê min bûn
û wisa jî
Welat nekeniya !!!
û Welat
Wendatir bû
Arzantir bû
Û sînorên wê
Wek eyarê min
tengtir bû
û navê pîroz,tenê ma navê Penaberan
Derbederan
Birçî û Taziyan
Sêwî û Jinebiyan
û Pakrewanên bê nasname
Ji boyî welatekî KENEK
ji bo melyonan KENEK
tenê carekê û KENEK
û tu jî welatê min !!!
Bese derd
Bese xem
Bese Girî
De bese Lorî. …
ku pozên me ji bîna Mirinê tijîbûn
ji bîna Barûdê tijîbûn
……………
welatê min …
çawa axa pîroz !!?
çawa darên bilind !!?
çawa dilên nazik !!?

Êdî bese Girî
………
Li Welatê min
Êdî em nema Gornan ji hev nasdikin
û nema têra zemîna birçî dike ?
Welatê min
Welatê pîroz …

Xwešik e Ken
ku li ser lêvên te be
Ciwan e Evîn
ku di dilê te de be
Hingî jiyan e
Ger di hembêza te de be
û pîroz e mirin
ku li ser axa te be
…….
Vêca welato bikene !!!
ji boyî mirina me hema bikene !!!
ji boyî wî nan û xwêyê bikene
ken û rûkenî bi te dikeve
li bejna te tê
ji dêmên te re çêbûye…
Bikene !!
Bikene !!
Û Bikene ….!!
24/1/2016

Related Articles

Back to top button