Şevê din li Kobaniyê
dawet bû…
Û mirinê ji me re disitrand
Bi coş û germî ,govend geş dibû…
Qertel û kundan serî digerand
Her diçû
Û ferehtir dibû
MELEKMOT jî serî dihejand…
Ji MişteNûrê
kundê kor dixwend…
Ji ser rûkê Mirovatiyê,
Kesî ew ji dûr ve nefirand !!!
Ne jî
Ew perda reş qetand!!!
Bi tena xwe bû bûk
Û xwe çêkir…
Bi tenê
Kobaniyê xwe xemiland
Û Zavak jî nebû
bi destê wê bigre !!!
Kesî ew kul ji dil nederand …
Va hat û çav bi hêstir
Û Sikranan xwe li newqê daliqand
Bûk
digriya
Dikire qîr û hawar!!!
Dîsa kesî xwe bi hawarê ve negihand …
Heyfa bûkaniyê !!!
ku wilo Xelek bi Sergijkan bête rêsand
Kobaniya min ..!!
Delalê…!!
Bedewê…!!
Te di dilê me de,
sed birîn ji nû ve çirand …
dîsa em ji şahiyan tirsandin!!!
Em ji dawetên bê zava ditirsin !!!
Lê ji bîr nabe heta em hene
Çawa mirovatiyê tu xapand
Û çito har û keftarê dev bi xwîn
Dest li ser singa te yî sipî gerand …
Ku Obama bi navê Terorê
Bi behr,li Wehş û guran veqetand
Em qet ji bîr nakin
ŞEVA XEDRÊ …
Me bi te sûnd xwend
Û Me soz nivîsand …
Kobaniya min di ŞEVA XEDRÊ de !!!
Navekî nû ji mirovetiyê re
hûnand