Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Dilê delodîn…

Helbest: K.S,Hedilî

bêhntengî xwe dispêrê

bêxewîyê

hizir û raman

li bin giraniya stêran

li nav xeyalên gulqermiçî digerin

kirasê sebirê

li bejna xemgîniyê teng tê

asîmanê dilê min î

delodîn

tijî birûskên

li bendewariya jenînê ye

dilê min

dilekî dîn e

li pey rojên çû yî

rojên maçkirina tav û gulê diçe

dilê delodîn

ji ferşekevirên bin piyên min

qublegeha asoyê nimêja dawî dipirsê

xweşbiharên ronî

bibîr tîne

bi bêhna kevokên serjêkirî

li kolanên bajarê

bi serbilindî xwedewend lê firîn

bajarê tijî dengê bizava kulîlkên nelewitî

bajarê neviyên şervanên amanozî

bi artêşa ken

asîmanê welatê wî

bi stêrên kenok dagirtî

bajarê kenê keçên wî

jinên Amanozî anîn vejînê

anîn vejîneke nû

min dike lehengê

dîlê dilê xwe

dilê delodîn

ji rê derketiye

bi ya min nake

min li pey

çirûskxwestina xwe

li pey kavilbûna êşa xwe dibe

li kefendirîna mirîstanê

li bajarê wêrankirî

di guhên min de

strana evînê

strana jînê distrîne

hîsên gumanbar

bi melodiya serkeftinê

ber bi stêra hêviyê dibezîne

ji dengê wî

dizanim û bawer dikim

ez li zindîstanê me

ez zindî me

lê ez dîlê

vî dilê delodîn im

dîlê

vî dilê delodîn im

 

18.11.2015

 

 

Related Articles

Back to top button