Wêje û Hunerالقسم الكوردي (kurdi)

Pênûsa zivistaneke bê Baran …..

Helbest: Ronî ELÎ

Pênûsa min
Ji bilî navê te
Ti tîp ezber nekirine
Û ji bilî hêviyên li ber destan
Ti hêvî
Terxan nekiriye
De ……. lèxe gewriya lal
Li kevanê vejîna mirinê
Û min
Li ber dadgeha evînê
Tewan bar neke

Pênûsa min
Di heyamên aşopî de
Tenê tîrêjên Çavên te
Dişopîne
Û di nav pêlên aware de
Xew bi tîna sînga te
Hino .. Hino
Germtir dike
Da nekeve … Nevemire
Û di bejna evîna te de
Temen dirêj û jîndar bimîne

Pênûsa min
Bi listikên te
Li ser kovana dilê têkçûyî
Dîn û hartir dibe
Lê ..
Ji bilî diwêta xuşewîstiyê
Ti xêzan
Di govdeyê bîranînan de
Rêz û serast nake
Çimkî
Bê çav ji te hezdikir

Pênûsa min
Sînorê rûmetê
Derbas kiriye
Li hember keziyên Biharê
Ku di çavên te de
Hinavên min geş dikin
De lêxe û her lêxe
Di qurmê hebûna min de
Ta nalîna welatekî beravêtî
Di giyanê bextreşiyê de
Kuzota sînga te hembêz ke

Pênûsa min
Tenê xameke bê deng
Bê zimane
Ne karwnê dildaran Li
Bihişta şeydê dicivîne
Ne jî welatekî
Bi çivîk û çîçekan dixemlîne
Hew di deşta sawiran de
Zimanekî kostek kirî
Hestên penaber
Dikelîne û dilerizîne

30-10-2015

Related Articles

Back to top button